KOCAELÎ
Li navçeya Korfezê ya Kocaeliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî hate vekirin.
Li taxa Yavuz Sultan a navçeya Korfezê ya Kocaeliyê (ku ev bajar ne bajarekî kurdan, bajarekî Tirkiyeyê ye) ji bo xebatên çand û hunerê pêş bixin Komeleya Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî hate vekirin.
Di vekirina komeleyê de xwendekarên zanîngehê û bi dehan welatî amade bûn. Qurdele ji aliye Şukru Geçit ve bi çepik û diruşmeyan hate birîn.
Serokê komeleyê Bayram Seçen axivî û diyar kir ku Xanî ji bo çand û nirxên kurdan xwedî ciheki dîrokî û girîng e. Seçen wiha got: "Ehmedê Xanî gotiye 'Ne ji bo sahibê revaca, belkî ji bo zarokên Kurmanca.' Em dê rêça wî bişopînin."
DÎHA - Diyarname
***
REKLAM:
- Bahol / Çiya Mazî / Çîrok / 103 rûpel
- Dengê Doyê / Ferit Edgu / Werger: Cemil Oguz / Çîrok / 92 rûpel
- Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê / J.V.Stalin / Werger: Tonguç Ok / Teorî / 54 rûpel
Ji bo xwestinê Weşanên Evrensel: (0090) 255 25 46 - Stenbol
http://www.evrenselbasim.com/