Diyarname
Di 24.09.1996'an de 10 girtiyên kurd li Girtîgeha Amedê bi lêdanê hatin kuştin. Ji wê rojê de doza wan didome. Vê carê doz taloqî meha avrêlê kirin.
Di dozê de 62 leşker û gardiyan bê girtî bin têne darizandin. Parêzerê mudaxilan Mesut Beştaş û parêzerê bersûcan Hasan Kanatli li dadgehê amede bûn.
Di danişîna dozê ya meha avrêlê de dê biryareke bê dayîn.


