Amed
Mebûsên DTP'ê û endama Parlemena Ewropayê Feleknas Uca ji bo piştgiriyê çûn serdana Azadiya Welat.
12'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê çend roj berê meheke cezaya girtinê li rojnameya rojane ya xwerû bi kurdî Azadiya Welat birî. Îro ji bo piştgiriya rojnameyê mebûsên DTP'ê Emine Ayna, Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, endama Parlemena Ewropayê Feleknas Uca, Serokê DTP'a Amedê Necdet Atalay, revêberên navendî Abdullah Demirbaş, Mazlum Tekdağ û hin nûnerên saziyên sivîl çûn serdana Azadiya Welat û piştgirî dan rojnameyê.
Gerînendeyê Weşanê yê Azadiya Welat Tayip Temel pêşwazî li mêvanan kir û der barê doza girtinê ku li wan hatiye vekirin agahî da wan.
Hevseroka DTP'ê Emine Ayna jî da zanîn ku divê xwedî li Azadiya Welat derên û wiha berdewam kir: "Em xwedî lê derdikevin, em rojnameyê digirin destê xwe û difroşin, lê ev têrê nake. Divê em zêdetir xwedî lê derên û tîraja rojnameyê bilind bikin. Di rojên pêş me de emê bi hevalên xwe re bêne cem hev û çalakiyên cur bi cur li dar bixin."
Temel jî da zanîn ku serdana mebûsan coş û heyecan daye wan û got: "Emê gelê xwe bê rojname nehêlin. Di 13'ê mehê de emê rojnameyeke bi navê 'Dengê Welat' derxin."