logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Danberheva Katalonyayê û Başûrê Me

  • Dîrok: 15/09/2017

Li Başûr 25’ê vê mehê referandûm heye, li Katalonyayê jî serê meha 10’an. Me xwest li ser her du aliyan danberhevek çêbikin û di dawiyê de jî gotina xwe bibêjin. Fermo:

Herêmên xweser Katalonya û Başûr
- Katalonya (Ji vir wêde emê wekî “KL” binivîsin) welatekî ye lê niha bi awayekî fermî ji 17 herêmên Spanyayê “Herêmek Xweser” e. Başûr (Ji vir wêde emê wekî “BR” binivîsin) parçeyeke “welatekî bênav” e, lê niha bi awayekî fermî parçeyeke Iraqê ye û di zagona wir de wekî “Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê” derbas dibe.
- Piştî têkçûna faşîzma Franco li Spanyayê herêmên xweser derketin holê ku KL yek ji wan e û ev yek bi zagonê jî hat erêkirin. Piştî têkçûna dîktator Sedam li Başûr xweserî derket holê.
- KL xwedî meclisek e, helbet serokê meclisê û mebûsên wê jî… BR jî xwedî meclisek e, helbest serokê meclisê û mebûsên wê jî....
- Li KL’yê kes nikare serokê meclisê ji paytexê biqewirîne, li BR’yê serokê meclisê ji paytexê hatiye qewirandin û nikare bê paytextê.
- Li KL’yê serokek bê hilbijartin nikare li ser kar bimîne, li BR’yê bêyî hilbijartinê jî serok rayeya xwe didomîne.
- Li KL’yê li her bajarî her kes dikare propagandaya partiya xwe bike, lê li BR’yê tu vê nikarî bikî. Mînak li Duhokê Tevgera Goran nikare avahiyê çêbike, yan kesek ji Goranê hez bike ala Goranê li kargeha xwe  deyne ser maseyê. (1)
- Li KL'yê dema mesele tê ser meseleya neteweyî li nav partiyan jî li nav gel jî yekîtiyek xurt heye; di her mîtîngek de mîlyonek kes dadikevin kuçeyan. Li BR'yê meseleya netewî be jî yekîtî hinek lawaz e. Heta niha nehatiye dîtin ne mîlyon, bi sed hezaran kes ketibin kuçeyan û daxwazek kiribin.

Hejmara hilbijêr û mebûsan
- Li Katalonyayê li dor 7.5 mîlyon kes dijîn û li dor 5.5 mîlyon hilbijêr hene. Li Başûr li dor 5 mîlyon kes hene û li dor 2 mîlyon û 80 hezar hilbijêr hene.
- Yê Katalonyayê 135 mebûsên wan hene, li Başûr 111 mebûs hene.

Karkirina pereyan, serê kesî
- Li KL’yê serê kesî salane 27 hezar Euro pere kar dike, li BR’yê her diguhere, loma kes nizane.
- Li KL’yê sazî di kar û bar de, di hesabdayînê de zelal in, li BR’yê ev zelalî hê zelal nebûye. Mînak meclis nizane pereyên petrolê diçin ku, ji bo ku têne xerckirin. Ji bo baca ji deriyê sînor tê jî heman îdîa tê kirin.
- Li KL’yê mebûs yan jî rayedar bi rehetî nikarin diziyê bikin, li BR’yê her kes dibêje "Her kes dixwe", bi gotineke din didize.

Birîna meaşê û grev
Li KL’yê meaşê karkeran bê birîn karker dê dakevin kuçeyan (Mînak lîstikvanên fûtbolê jî, helbet Messî jî di nav de ketin grevê, sal 2011) lê li BR’yê ji sala 2015’an ve meaşê karkeran hatiye birîn kes newêre dengê xwe bike. Kes nizane dê kengê meaşê wan dirust bibe jî.

Ziman
- Zimanê KL’yê katalonî ye, zimanê BR’yê kurdî ye (du zarava). Li her du aliyan jî zimanê wan di dibistanan de tê xwendin.

Perwerdehî, asta zanîngehan
- Li KL'yê zanîngeha "Pompeu Fabra University" bi asta perwerdehiya xwe kete nava "Lîsteya Zanîngehên Baş ên Dinyayê" ku "THE" çêdike. Ev zanîngeh di rêza 165'an de cihê xwe girt. Lê li BR'yê tu zanîngehek wisa nîn e, berevajî xelk ji perwerdehiyê bi gazin e. (2)

Spor
- Katalonya bi Barselonayê tê nasîn. Tîma Barselona li dinyayê navdar û li her welatî hezkirên wê hene. Barselona hem li Katalonyayê, hem li Spanyayê di asta herî bilind de ye, hem di qada navneteweyî de. Ne Katalonyayê berevajî Barselonayê navê Katalonyayê li seranserê dinyayê belav kiriye. Lê Başûr ku ji sala 1992'yan ve xweser e nekarî tîmek wisa derxe holê. Tîmên fûtbolê yên Hewlêr, Duhok, Zaxoyê hene lê di Lîga Iraqê bi xwe de jî hêza wan nîn e.

Meseleya tûrîstan
- Li KL’yê salane 16.8 mîlyon tûrîst tên wir, li Başûr ji hatinê wêdetir derketin heye… Başûr hê nekariye hejmareke baş tûrîstan bikişîne nava xwe. Hê nekariya kurdên parçeyên din jî bi têra xwe bikişîne wir.

BR bi avantajtir e
- KL bi qasî BR ne xwedî zêdekan e. Mînak KL ne xwedî artêşê ye, lê BR (pirsgirêk hebin jî) xwedî artêşek e. Dema mirov wisa binêre, BR bi avantajtir e.

Referandûmên berê
- Li Katalonyayê di sala 2014'an de jî referandûm li dar ketibû û sedî 80 gotibûn “erê”. Lê tenê sedî 37'ê katalanan beşdar bûbûn (3). Li Başûr di sala 2005'an de jî wekî anketek serxwebûnê çêbûbû. Li her du aliyan jî nîqaşa li ser meseleyê û hewldanên li ser meseleyê didomin. Li her du aliyan jî kes nizane dê kengê serxwebûn çêbibe.

Referandûma 2017'an
- Li KL’yê roja 6'ê rezbera 2017'an meclis (ligel hemû mebûsan) li hev civiya û biryar da ku di 1'ê meha 10'an a 2017'an de referandûma serxwebûnê saz bike. (4)
Li BR'yê 15 partî û rêxistin di bin Serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî civînê bûn û biryara referandûmê dan. Lê 2’yemîn partiya mezin nîn bû. (5)
- Li KL'yê ji mebûsên ku beşdarî civîna biryaradayîna ji bo referandûmê bûn 135 kes bûn û ji wan 72 kesî got "Erê, em referandûmê li dar bixin", lê 63 kesî got “na, em çênekin.” (Hin jê bêalî man, yanê ne gotin erê ne gotin na)
Li BR'yê li meclisê civînek wisa çênebû û mebûsan nekarî bibêjin “erê” yan “na”.
- Li KL'yê kesî ji wan 63 kesî/mebûsî re negot "Hûn xayîn in, hûn xwefiroş in", lê li BR'yê yên ku gotin/dibêjin "Na" hem bi xayînî, hem bi ji zarokbûna Sedam têne tawandar kirin, hem partiya wan biryarê dide dest deyne ser mal û milkê wan.
- Li KL'yê hikumeta navendî, yanê ya Spanya dijî vê referandûmê derdikeve û dibêje "Emê meseleyê bibin dadgehê", li BR'yê hikumeta navendî dij derdikeve.

Piştî referandûmê
- Li KL’yê referandûm li dar bikeve jî nekeve jî, erê jî derê na jî derê dê zêde tişt (ji bilî manewî) di jiyana wan de dê neguhere. Li BR’yê ger na derê jî erê derê jî dê nîqaş bidomin ji ber gelek tiştên nezelal li holê hene.
- Li KL’yê “Na” derê dê mirov wekî xayîn neyên îlankirin, li BR’yê “Na” derê niha de diyar e dê gelek alî wekî xayîn bêne ragihandin.
- Li KL’yê bi biryara referandûmê re carek din nîşan dan ku ew li dû serxwebûnê ne. Referandûm li dar bikeve jî neveke jî wan helwesta xwe carek din nîşan da. Li BR’yê bi vê biryarê re di serê mirovan de ev derket holê, “Kurd dikarin bi referandûmê biryara xwe li ser qedera xwe bidin.” Referandûm çêbibe jî çênebe jî ev fikir xist serê mirovan ku ev yek bi xwe serketinek e.

Û gotina min a dawî
Heta niha me danberhev çêkirin lê niha dixwazim du gotinan li ser navê xwe bibêjim; Wekî bakuriyek min di nivîsa din de jî gotibû (6) mafê me nîn e em li ser navê başûriyan biaxivin. Niha dîsa vê dubare dikim û vê lê zêde dikim: Di encamê de na jî derê, erê jî derê, referandûm çêbibe jî çênebe jî her kurdekî li Başûr ne xayîn, ne jî qehreman e; ew dîsa birê min, xwişka min e...

1- Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?!
http://diyarname.com/article.php?Idx=5302
2- Lîsteya zanîngeha
 
https://www.idp.com/turkey/aboutus/news/the-rank-2015
3- http://www.dw.com/tr/katalonyada-sand%C4%B1ktan-ba%C4%9F%C4%B1ms%C4%B1zl%C4%B1k-%C3%A7%C4%B1kt%C4%B1/a-18050783
4- Parlemena Katalan zagona referandûmê pejirand
http://diyarname.com/news.php?Idx=27005
5- 15 partî û rêxistinan biryara Referandûmê da
http://diyarname.com/news.php?Idx=26683
6- Bûyera Ferhat Sangewî û em nizanin referandûmê jî çêbikin
http://diyarname.com/article.php?Idx=5335

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Gelo haya nivîskar û şanogerên kurd ji hev nîn e?

  • 30 Tîrmeh 2010

Ev demeke ez li ser vê pirsê difikirim. Berê bersiva erê-naya pirsê em hin agahiyan pêşkêş bikin.Di salên 90'î de li bakur zêdetir nav û dengê Teatra...

Nivîsên Cemil Oguz ên li ser rojnamegerî yên berê hatine weşandin

  • 15 Rêbendan 2008

Têbiniya Diyarnameyê:Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser...

Notên ji 2'yemîn Kongreya DTP'ê: Serê her gotinê kurd bû

  • 21 Tîrmeh 2008

 Hema bêje di deh salên rojnamegeriya xwe de min hemû kongreyên DTP'ê (yên asayî, yan jî awarte) yên mezin şopandine, ez li wir amade bûme wekî...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Notên ji Kongreya BDP'ê

ad

Cannes a sînemayê

ad

Konferansa Sînemaya Kurd a Navneteweyî

ad

Li Ewropayê fîlmê herî serketî diyar bû: 'Toni Erdmann'

ad

Pêşbaziya Arjen Arî li benda dosyayan e

ad

Hejmara miriya gihşît 535 kesî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname