BDP'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte bi coşeke mezin pêk anî. Vane notên ji kongreyê:
Kongre bi diruşma, "Ji bo siyaseta demokratîk, beşdariya demokratîk" li dar ket
- Ji serê sibê de bi hezaran kes ber bi salona Ahmet Taner Kişlali ku dê kongre lê pêk bê ve ket re. Wekî hemû kongreyan di vê kongreyê de jî coşê xwe nîşan da.
- Hevserokê DTP'ê yê berê Ahmet Turk, mebûsa berê Aysel Tugluk jî di nav de hemû mebûsên BDP'ê li kongreyê amade bûn.
- Di nav mêvanan de hemû şaredarên BDP'ê amade bûn. Dema navê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr hat anonskirin salonê hemû bi deqîqeyan li çepikan da. Çepikên herî zêde ji bo Baydemir hatin lêdan.
Mêvan
- Siyasetmedaran kurd Leyla Zana jî li nav mêvanan bû.
- Her wiha ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê ev mêvan hatibûn kongreya BDP'ê: Nûnerê PDK'ê yê Tirkiyeyê Omer Mîran, Serokê HAKPAR'ê Bayram Bozyel, Serokê KADEP'ê Şerafettin Elçi, Serokê HADEP'ê yê berê Murat Bozlak, Serokê DEHAP'ê yê berê Tuncer Bakirhan, Serokê EMEP'ê Levent Tuzel, nivîskar Naci Kutlay, Ertugrul Kurkçu, Mahir Sayin, Seroka SP'ê Sevim Belli, Serokê SHP'ê Huseyin Ergul, Serokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Ji Partiya Saadetê Atif Ozbey, Sekreterê DÎSK'ê Tayfun Gorgulu, Seroka Egitim Senê Zubeyde Kiliç, nûnerên ODP, DSÎP, Genel İş, Birleşik Metal İş, Enstîtuya kurdî, Kurdî Der, Meya Der, Halkevi, TumBel-Sen, Dayikên Aştiyê, Partiya Keskan, Mehmet Ocalan, ji Almanyayê Giyasettin Sayan, Feleknaz Uca, ji Swêd, Baskê, mebûsên Parlemena Ewropayê amade bûn.
Ji mebûsên berê Celal Ekmen, Ziya Halis, hunermend Onur Akin, ji balyozxaneyên Almanya, Çek, Danimarka, Esyonya, Fransa, Swêd, Swîsre, Slovakya nûner hatin
- Karkerên TEKEL'ê ku ev bi dehan rojin di çalakiyê de bûn li kongreyê amade bûn.
- Bi kurdî, ermenî, lazî, stran hatin gotin.
Pankart
- Posterê Seyid Riza tevî gotina wî ku li ber sêdarê gotibû hate daliqandin.
- Pankartên wekî "Hûn dikarin kulîlkan jê bikin, lê hûn nikarin pêşî li hatina biharê bigirin", "Bijî yekîtiya kedkaran, biratiya gelan"...
- Wêneyên Ocalan hatin vekirin
Diruşm
- Diruşmên wekî "Şehid Namirin", "Erdogan xwe şaş neke, me aciz neke" qîriyan
Peyam
- Şaredar û siyasetmedarên BDP'ê yên di girtîgehê de peyam şandin.
Not: Berendamê Hevserokatiyê yê BDP'ê Selahattin Demirtaş li ser kurdî, kurdan axaftineke balkêş kir, pêşniyarên girîng kir. Notên ji axaftina Demirtaş emê gavek din biweşînin.
Nûçeyên eleqedar: