logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Nivîsên Cemil Oguz ên li ser rojnamegerî yên berê hatine weşandin

  • Dîrok: 15/01/2008

Têbiniya Diyarnameyê:
Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser vê rûyê nû.
Li gor vê, nivîsên nivîskarê me Cemil Oguz me dan ser hev û yên li ser beşa rojnamegerî, li ser malperên kurdan me dan hev û di vê rûpelê de di bin hev de em pêşkêşî we  dikin...
 

 ****

 

Di nûçeyên malperên kurdan de edalet!     
15. 01. 2008 
Cemil Oguz

Emê vê carê berê xwe bidin nûçeyên çar pênc malperên kurdan û meseleya edaleta di nûçeyan bigirin dest ka çiqas bi serketî ne... Lê ez vê bibêjim: Nûçe wisa nayê nivîsîn.

Ev eşkere ye: Rojnamegerî dîroknivîsîn e. Tiştê ku îro tê nivîsîn piştî 50 salan mimkûn e kesê/a ku ew nivîsiye jî dê li holê nîn be; lê ew tiştê nivîsî dê li holê be û dîroknûs dê wekî çavkanî wê tiştî ji bo nivîsandina dîrokî bikar bînin. Ji bo vê em rojnamegerên kurd divê hinek din baldar bin.
Ji bo em bikaribin hinekî din karê xwe têkûztir bikin û ji niha û pêde kêmasî der neyê em li ser çend mînakan rawestin.

1- Lêpirsîn, darizandin, danişîn...
Hevalê me Maşallah Dekak ji Amedê ji bo malpera Peyamnêrê nûçeya bi ser navê "ZAROKÊN KU ‘EY REQÎP’ XWENDIBÛN HATIN DARIZANDIN" nivîsiye. Berdewama nivîsê wisa ye; "Zarokên Koroya Koma Dengê Zarokên Amedê ya Yenîşehîrê ku li Amerîkayê ‘Ey Reqîp’ xwendibûn, li dadgehê îfade dan.
Yekemîn danişîna zarokên Koroya Dengê Zarokên Amedê ya Şaredariya Yenîşehîrê ku li Amerîkayê Sirûda Ey Reqîp xwendibûn, li Dozgeriya Komarê ya Amedê hate dîtin (...) Bi hinceta ku propogandaya rêxistinê hatiye kirin, çav li rê ye ku derheqê zarokan de ji xala 7/2’an doz bê vekirin."

Em niha lê binêrin:
"Lêpirsîn" tişteke din e di lîteratura hiqûqê de, "darizandin" tişteke din e û pêkhatina "danişînê" jî tişteke din e. Di dawiyê de jî hem nûçegîhan bi xwe dibêje, "çav li rê ye ku derheqê zarokan de ji xala 7/2’an doz bê vekirin" hem jî parêzer dibêje, "...îhtîmaleke mezin dê li zarokan doz bê vekirin", yanê doz venebûye, lê nûçe dibêje “yekemîn danişîn pêk hat.”

Em vê carê rast bikin: Lêpirsîn tişteke dest pê kê ye. Dozger lêpirsînan vedike. Di vê demê de ger çalakiyeke pêk hatibe li ser wê çalakiyê delîlan berhev dike, pêdivî pê bibîne ji komîteya amadekar, an beşdaran îfade digire. Piştî van hemûyan, ger pêdivî pê bibîne îdîanameyê amede dike û dozger dozê vedike.
Di bûyera zarokan de de jî lêpirsîn pêk hatiye û doz hê nehatiye vekirin. Ji xwe di nûçeyê de hem nûçegihan nivîsiye, "çav li rê ye ji xala 7/2'yan doz bê vekerin" hem parêzer gotiye îhtîmal e. Yanê doz venebûye, mesele hê di asta îfadegirtinê de ye.
Dema li ciheke doz venebûbe "Darizandin" jî nîn e. Darizandin piştî dozvekirinê dest pê dike û "danişîn" jî piştî vê yekê ye.
Di nûçeyê de dibêje, "Yekemîn danişîna zarokên (...)" lê danişîn hê nîn e. Ger danişîn heba dê ev biryar derketa: Yan dê zarokan ceza bixwara, yan jî dê doz ji bo demeke din bihata taloqkirin (bi paş ve avêtin). Ji ber ku danişîn nîn e, nûçegihan bi xwe gotiye, "Çav li rê ye doz bê vekirin."
Bi kurtî; Nûçeyên hiqûqî nûçeyên zor in, zehmet in. Divê mirov ne dozger û dadgehê, ne jî kesên bersûc û parêzerên wan di bin tohmetê de bihêle. Û divê li gor asta ku têde ye, bi gotinên rast bê vegotin.

Aliyeke din a nûçeyê jî ev e; Navê zarok bi temamî daye. Li gor hiqûqê kesên ku temenê wan di bin 18'an re be mirov di nûçeyê de navê wan bi temamî nanivîse. Em bibêjin zarok bi navê “Mehmet Can” be, mirov “M.C.” dinivîse, lê di vê nûçeyê de navê zarok bi demamî hatiye nivîsin û zarok hatiye teşhîrkirin.
Tişteke din jî wêneyê zarokan e. Dîsa heta keseke ceza nexwe, mirov wêneyê wan naweşîne û wan teşhir nake rastir e. Jixwe zarok be mirov hîç naweşîne baştir e. Di nûçeyê de wêne jî hatiye weşandin. (Di heman rojê de malpera Milliyetê wêneyeke zarokan tevî parêzer weşandibû lê çavên zarokan ji bo neyê naskirin girtibû. Ger mirov mecbûr e wêneyê biweşîne ev rêbaz baştir e)

Malpera Avestakurd jî ez nizanim nûçe ji ku girtiye dibêje, "zarokên kurd têne mehkemekirin". Jixwe bi têra xwe li jor me got. Ne hewceye em dirêj bikin. Cihê ku mehkeme hê nîn be, çawa tê mehkemekirin?


2- Bikaranîna wêneyê...
Her kes dizane vê mehê li Amedê teqîneke trajik pêk hat û di encamê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Pêşî çend kes hatin binçavkirin û hatin berdan. Dûre kesek hat binçavkirin û çapemeniya tirk ew wekî kiryarê teqînê nîşan da, wêneyê wî weşand.
Malperên kurdan ên bi navê Hemdem, Avestakurd, Netkurdê û rojnameya Dema Nû jî ew wêne weşandiye, bêyî ku bifikirin bi rastî wî kurikî ev teqîn pêk aniye yan na. Yanê malperên me jî ketine dû çapemeniya tirk.
Mesele ev e: Li gor hiqûqê kesek heta cezayê nexwe mehsûm e, nikare wekî kujer bê eşkerekirin. "Heta ku dadgeh bi dawî nebûbe, yê tê darizandin ne sûcdar e (suçlu), bersûc e (sanik).  Lê malperên me daye dû, bi weşandina wêneyê ew biryar daye jî... Ger sibê derkeve holê ku kiryarê teqînê ne ev be dê çawa be?
Dê hinekdirêj be lê em mînakek bidin: Dema Şemdîn Sakik hat girtin, çapemeniya tirk manşetên xwe saz kirin ku Sakik gotiye rojnameger Mehmet Alî Bîrand û hinên din pere didin rêxistinê.
Li ser vê Bîrandê ku di nav çapemeniya tirk de ciheke gelek bilind digire, gelek rojnameger li ber destê wî mezin bûne ji kar hat avêtin, biryara kuştinê der barê wî de hate dayîn. Lê dûre derket holê ku Şemdîn Sakik îfadeyeke wisa nedaye û ev îfade ji aliyê hinan ve hatiye nivîsîn û li çapemeniyê hatiye belavkirin.
Bifikirin ku we wêneyê Mehmet Alî Bîrand weşandiye û we nûçe li ser çêkiriye... De fermo.
Tişteke din: Tê zanîn ku di bin çavan de heta niha gelek kesî ji ber îşkenceyê tişt girtine ser milên xwe, dûre derketiye holê ku tu eleqeya wî/ê pê nîn e.
Ev malperên me yên navborî qet nefikirîn ku tişteke wisa jî mimkûn e hebe... Yan bi tiştên wisa nizanin? Ger bi tiştên wisa dizanin û dîsa jî vê yekê dikin mesele tişteke din e, ger bi vê nizanin û wisa weşanê dikin jî tişteke din e. Ji her du aliyan ve jî şaş e… (û gotinên din hûn lê zêde bikin)
Û li ser vê nûçeyê mînakeke baş e: Cnnturkê di malpera xwe de bûyer daye, lê wêneyê kurik wisa weşandiye ku rûyê zilam diyar nabe. Wêneyê ku di vê quncikê de me bikar anî ji Cnnturkê hatiye girtin. Tiştê rast jî ev e, divê wisa bihata kirin.

3- Îmzeya nûçeyê...
Wê rojê di Diyarnameyê de nûçeyeke bi navê  "Pirtûka li ser orgazmê derket" hate weşandin. Ev nûçe di rojnameyên tirkan çend heban de hate weşandin hemûyan îmzeya xwe avêtiye, lê me got, "Li gor nûçeya The Sun"ê ji ber ku me jî, rojnameyên tirkan jî nûçe ji heman derê girtiye. Nûçe min bi xwe çêkir. Paşê min mêze kir malpera Nefelê nûçe girtiye bikar aniye û wekî îmze jî di binî de wisa nivîsiye: "Nefel-Diyarname"
Dema mirov vê dibîne mirov dibêje qey Nefel û Diyarnameyê bi hev re nûçe çêkiriye ne?
Lê tişteke wisa nîn e. Nefelê nûçe ji Diyarnameyê girtiye, tenê 'wiha'yên me kirine 'weha', 'ku'yên me kirine 'ko', wisa weşandiye û binî de navê malpera xwe jî bi cih kiriye.
Li vir etîk ev e: Hûn ji çavkaniyeke nûçeyeke digirin, ji çavkaniyên din jî dema aliyên nûçeyên ên din lê zêde dikin, nûçeyê berfireh dikin hûn îmzeya (şanenava) her du çavkaniyan bikar tînin. Ger ne wisa be, hûn hinek peyvan biguherînin jî, hûn nûçeyê kurt bikin û biweşînin jî gere hûn tenê navê çavkaniya (jêder) ku we jê girtiye bikar bînin. Nexwe hûn diziyê dikin. Li hemû dinyayê pîvan ev e. Giraniya nûçeyê çi dibe bila bibe, nûçe çi dibe bila bibe ferq nake.
Û di vê nûçeyê de Nefelê tiştekî neguhartiye, xêra xwe navê xwe jî li nûçeyê kiriye. Em çi bêjin. Bijî!


4- Gelo DTP li ber girtinê ye?
Nûçeyeke din jî li ser DTP'ê ye. Malpera me Avestakurdê nûçe wisa weşandiye: "DTP li ber girtinê ye", "Ger heta mehekê DTP parastina xwe nede dê bê girtin..."
Di vir de gelo malper dixwaze DTP bê girtin an rastiya wê pêşkeş dike. Belê doza girtina DTP'ê hatiye dest pê kirin lê tişteke ku di cih de dê bê girtin nîn e. Gavên pêşvebirina dozê hene, ji bo van gavan li nûçeya Diyarnameyê a bi sernavê "Ji bo pêşparastinê mehekê dem dan DTP'ê" binêrin.
Niha doz di gava "dayîna pêşparastinê" de ye. Û ger DTP heta mehekê nikaribe parastina xwe bike, dê doz derbasî gava bê bibe, "Ger heta mehekê DTP parastina xwe nede dê bê girtin..." tişteke wisa nîn e.


Bi kurtahî ez vê bibêjim: Di nav qada rojnamegeriya kurd de hêza malperên we çi dibe bila bibe, xwendevanên we çend kes dibin bila bibin, hûn mecbûr in agahiyên rast bidin xwendevanên xwe.
Rêgezeke rojnamegerî jî wisa ye: "Kesek tenê jî nûçeya we bixwîne, divê hûn agahiyên rast û fêmbar bidin."
De malperên me çiqas agahiyên rast û fêmbar didin êdî hûn bifikirin.
Divê em ji bîr nekin, ger îro li Tirkiyeyê nijadperestî xurt bûbe ev hinekî jî bi xêra çapemeniyê derketiye holê.
Û em bi çapameniya xwe (malper, radyo, tv, kovar, rojname) dixwazin civakeke kurd a çawa ava bikin?

 *****

 


Di malperên kurdî de têkçûna rojnamegerî
Cemil Oguz


Ger mirov bibêje; asta pêşketin an paş ve çûyîn, bi edalet an bêedaletî û gelek tiştên bi vî rengî yên gelekî mirov dikare ji weşanên wan fêm bike, ez bawerim dê ne şaş be. Mînakek jê jî malperên me ne.

Di malperên kurdan de bi têra xwe bêdaletî heye. Hesûdî heye. Dizî heye. Êrîş hene. Hene û hene.
Dema wisa be dê çiqas giraniya wan malperan hebe? Dê çiqas kurd guhên xwe bidin wan? Ger bi vî awayî be dê çiqas kurdî pêş bikeve?
Em li ser çend mînakan bisekinin:

- Wê rojê malpereke kurdî (bi navê A…) nûçeyeke bi navê “Xelatên Azadiya Welat tenê li DIHA hatin belavkirin”
Malperê nûçe ji Diyarnameyê girtiye lê; 1- Çavkanî nîşan nedaye, 2- Di nûçeya Diyarnameyê de hatiye gotin ku xelata Sêyemînî Cemil Oguz li ser navê Diyarnameyê girtiye lê digel ku kesên din li ser kîjan saziyê xelat girtine jê dernexistiye jî ev jê derxistiye. Yanê beşa “Cemil Oguz li ser navê Diyarnameyê beşdar bû û bi nûçeya xwe bû sêyemîn jê derxistiye”, 3- Bi awayeke ne rast gotiye; “Xelatên Azadiya Welat tenê li DIHA hatin belavkirin”.
Kesê ku ev nûçe amade kiriye jî dizane di pêşbaziyan de jurî xelatan diyar dikin ne saziya ku xelatan dide jî, wisa li xweşa wî çûye, wisa gotiye. Digel ku hemû xelat li DÎHA’yê nehatine belavkirin jî.
Li ser van min maîleke ji edîtor û xwediyê malpera (A…) re şand, di heman rojê de nûçe ji malperê derxist.
***

- Pirtûkeke Jan Dost derket. Bi kurtahî me nûçeyeke wisa çêkir: “Romana nivîskarê me Jan Dost derket”.
Malpereke me (P…) ev nûçe girtiye bêyî ku çavkanî nîşan bide, bi heman hevokan nûçe weşandiye. Haya min jê nîn bû, pêşî Jan Dost nûçe dîtibû, li min geriya got; “Ez kengê bûm nivîskarê malpera (P…)?”
Ez jî şaş bûm. Jan Dost ku tenê nivîseke wî jî di wê malperê de nehatiye weşandin, lê nûçe bi vî awayî hatiye kopîkirin û weşandin…
Peyv namîne mirov bibêje.
***

- Malpereke din (bi navê A…,) carinan nûçeyên ku min bi xwe ji bo ajansa ANF’ê amade kirine, ji wir digere, werdigerîne û diweşîne.
Ev mînakeke balkêş e. Di vir de; 1- Ew nûçe ji xwe kurdiya wê di Diyarnameyê de hatiye weşandin. Ji Diyarnameyê bigire, ji xwe ne hewceye xwe aciz bike û wergerîne jî. Dê di cih de biweşîne. 2- Gelek nûçeyên ku ji ANF’ê girtine û weşandine de jî di ajansê de navê min heye, lê malperê nûçe girtiye, wergerandiye û weşandiye, wekî çavkanî ANF nîşan daye lê kesê ku nûçe çêkiriye, navê nûçegîhan, yanê navê min nenivîsandiye.
Di vir de pirseke wisa derdikeve holê; Ger tu naxwazî navê nûçegîhanê/a ajansê biweşînî, wê çaxê nûçeya wî/ê nûçegîhanî/ê jî neweşîne…
Û jixwe tê zanîn; Li gor pîvanên rojamegeri dema ji ciheke nûçeyeke bê girtin, navê nûçegîhan hebe ew jî tê nivîsîn.
***

- Mînakeke din: Malpereke bi navê (N…) wê rojê li ser gotinên Serokê Saziya Dîroka Tirk Prof. Dr. Yusuf Halaçoglu nûçeyeke amade kiriye. Halaçoglu di nûçeyê dibêje, "Kurd ji kokên tirkmenan in, kurdên elewî jî ji 'koka ermenî' ne."
Zilam li ku derê ev gotin kirine? Li Kayseriyê, yanê bajarekî Tirkiyeyê.
Kî ji bo malpera N…. Ev nûçe çêkiriye, kesek ku li Stenbolê ye. Û pirsa wisa derdikeve holê: Dema Halaçoglu ev gotin kirin tu li Kayserî bûyî? Na. Wê çaxê te ev ji ku bihîstin?
Ew çavkanî nîn e.
Bi kurtahî; Kesê ji bo malpera N…. ev nûçe çêkiriye li rojnameyeke tirkan mêze kiriye (binêrin çavkanî Diyarname), ji wir wergerandiye, navê xwe li nûçeyê çêkiriye û weşandiye…
Keda wê rojnameyê, keda nûçegîhanê ku ew nûçe ji bo wê rojnameyê amade kiriye bi ku de çû? Ked  di malpera N…. de hate kete bêrîka kesek din.
***

Bi kurtahî: Hûn bi vî awayî asta rojnamegeriya kurdî dadixin. Dema beşeke welatekî asteke wê dakeve, asta gelê wir jî dadikeve, vê ji bîr nekin.
Mînak em her rexne li siyasetmedarên tirkan digirin, rast e. Daketina asta siyaseta li Tirkiyeyê daketina asta gelê wir e jî. Ev ji bo rojnamegerî, ji bo hiqûqê, beşên din ên civakê jî derbas dibe.
Divê neyê ji bîr kirin: Çapemenî çavê gelekî ye, çavkaniya agahî standinê ye. Ji bo gel bigihe agahiya rast, ev qad gere rast bê bikaranîn. Gere li gor edaletê, li gor pîvanên wê bê meşandin. Ger hûn wisa nekin hûnê heqaretê li gelê xwe bikin, hûnê agahiyên şaş bidin gelê xwe. Li welatekî xwedî hiqûq di rewşeke wisa de darizandin dest pê dike. Lê li cem me…

Ji kerema xwe re adil bin. Ger hûn nikarin vî karî nekin, ger hûn dikin li gor pîvanên wê bikin.

Gotina dawî; Ger li gor mînakên li jor weşaneke bê kirin, dibe ku di kurtedemê de xwendevanên we bi vê şaşiyê, xwariya we nehese, lê di demeke dirêj de dê rastiya we miheqeq bibînin.
***

NOT: Serokê Saziya Dîroka Tirk Prof. Dr. Yusuf Halaçoglu li Kayseriyê gotina; "Kurd ji kokên tirkmenan in, kurdên elewî jî ji 'koka ermenî' ne."
Bi ya min di sedsala 21’ê de ne hewceye mirov bersivê jî bide vî zilamî.

******

 

Di malperên kurdan de 'pêşek nûçe'!

Cemil Oguz

Di malperên kurdan de şêweyeke nû derketiye holê ku qet ne li gor rojnamegeriyê ye: 'Pêşêk-nûçe'. Yanê çi? Mixabin divê ne wisa be. Fermo çend mînak.

*

Nûçeya pirtûka Hesenê Metê ya bi navê "Gotinên Gunehkar" di malperên kurdan Netkurd, Amidakurd, Pukmedia de hate weşandin. A rast ne nûçe, nivîsa ku Weşanxaneya Avestayê ji wan re şandiye (ji Diyarnameyê re jî şandibû), bêyî lê binêrin, sererast bikin, bêyî bixin şiklê nûçeyê girtine û weşandine.
Di nivîsên wisa de, di mailên bi vî rengî ku ji bo çapemenî têne şandin de çend tiştên şaş derdikevin holê:
1- Her weşanxane, sazî, dezgeh dema tişteke dişîne miheqeq pesnê xwe, yan pesnê berhemên xwe dide û bi vî awayî dişîne.
2- Her sazî di mailên ku dişîne de miheqeq aliyeke xwe derdixe pêş.
3- Ji bilî pesindanê, ger tişteke şaş nivîsandibe ew jî bi vî awayî di malperên me de tê weşandin.
4- Ev jî ji bo xwendevanan bi xeter e. Şaşagahdarkirina xwendevan e.

Em bibêjin weşanxaneyê maileke li ser berhemeke xwe şand û têde pesnê pirtûkê da, bi ser de jî ger pirtûk ne hêjayî pesindanê be, wê çaxê ev ji bo xwendevan ne neheqî ye?
Divê mirov ji bîr neke ku kes nabêje 'Dewê min tirş e', loma mailên ku ji weşanxaneyan tên jî bi vî rengî ne.
Em li ser vê nûçeya "Gotinên Gunehkar" ku di malperên Netkurd, Amidakurd, Pukmedia de hatiye weşandin mînakek bidin: Pêşî ez vê bibêjim: Ev tiştên ku van malperên me weşandine jixwe ne nûçe ye, ya din xalên şaş û kêm di nava xwe de dihebîne.
Di nûçeya/nivîsa ku di malperên navborî de hatiye weşandin de wisa tê gotin;
- "Pirtûka Hesenê Metê 'Gotinên Gunehkar' di nav weşanên Avestayê de derket. Metê 'novel'a xwe ya dawî 'Tofan' di sala 2001'î de çap kiribû".
Lê novela "Tofan" a Hesenê Metê ku di vê nûçe/nivîsê de tê qal kirin di sala 2006'an de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatiye çapkirin.

Di vir de îhtîmal e ku Avestayê ji bîr kiriye ku 2006 binivîse û dema edîtorê weşanekê ne hakimê meseleyê be, di heman demê de hema çi hat ber dest bi vî awayî biweşîne miheqeq dê tişteke wisa derkeve holê. (Wekî notekê: Bêşik ez dizanim di sala 2000'î de ev novela Metê ji Weşanên Apecê li Stockholmê derket û di sala 2006'an de jî li Stenbolê hatiye weşandin. Mirov bi çi çavî li vê nûçeyê/nivîsê binêre dîsa kêmasiyan di nava xwe de dihebîne. Lê tiştê muhîm ew nivîs ji Avestayê hatiye şandin, kêmasî ji wir dest pê kiriye, ji ber neserketiya edîtoran hatiye gihîştiye xwendevanan. Xwendevan şaş hatiye agahdarkirin.)

Nûçeyeke din dîsa malperên me yên wekî Pukmedia, Netkurd û hinên din de bi sernavê "Yekemîn Care Ke Kîtebeke Bî Dîyalektî Kurdî Yê Soranî û Bî Tîpî Latînî Le Kurdîstanî Bakur û Le Turkiya Çapdîbetewe!!!" hatiye weşandin.
Gelo?!
Ger em tenê vê bibêjin; "Pirtûka Sîrwan Rehîm bi navê "Hewênî Sema" bi soranî û bi tîpên latînî di sala 2002'yan de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Pêrî ve hate weşandin" dê bes be?
Di nûçeya/nivîsa ku Netkurdê de hatiye weşandin di binê nûçeyê de wiha hatiye gotin: "Danasîn: Ehmed ONAL, Amadekar: Salihê Kevirbirî".
Yanê?
Ger Xwediyê Weşanxaneyê bi xwe nûçe amade kiribe mimkûn e pesnê xwe jî bide û hûn jî bêyî li pîvana herî sereke "şik"a rojnamegerî lê binêrin û hema wisa biweşînin dê encam wisa be. Bi ser de jî di binî de ger hûn navê amadekar binivîsin, wê çaxê mirov dê şika rojnamegerî ji amadekar jî bike. Nav hebe jî nebe jî berpirsê dawî edîtorê malperê ye.
Li vir tiştek din heye: Ger we bi ya pirtûka Sîrwan Rehîm nizanibe û we gotibe "Ev pirtûka Secadî ya yekem e li Tirkiyeyê bi soranî hatiye çapkirin", ev kêmasiyeke we ya mezin e ku haya we ji weşanan nîn e ku di malpera xwe de beşa “Cîhana pirtûkan” jî heye, ger haya we jê hebûye û we wisa gotiye, wê çaxê ev li hemberî pirtûka yekem ku li Tirkiyeyê hatiye çapkirin neheqiyek e û ger weşanxaneyê we xapandibe ev jî jixwe tişteke din e.
Meseleyeke din heye di vir de, ew jî meseleya xwendevanan e, em ê di dawiya vê gotarê de bên ser vê yekê.

Em mînakên xwe bidomînin.

Em mînakeke ji Malpera Amidakurd bidin.
Amidakurd sernaveke wisa avêtiye: "Hejmara 16. a Kovara W Derket!" û bi gotina "Xwendevanên hêja!
Piştî demeke ku ji her aliyî ve germ e, careke din dem xweş be! Ji bilî germa havînê, germa hilbijartinan jî gelek bi bandor bû. (...)"
Nivîs wisa didome. (Di hin nûçeyên din de jî malperê heman tişt kiribû)
Yanê pêşeka ku Kovara W, di kovara xwe de nivîsandiye, ew girtine hema bi vî awayî weşandine.
Ma ev nûçe ye? Ma mirov wisa dike? Nizanim we qet dîtiye di weşanekê de girtine pêşeka kovareke hema wisa weşandine? Di vir de êdî kîjan W ye, kîjan Amedîkurd e, ew jî êdî tevlihev e.
Ez bawerim li dinyayê mînakên wisa nîn in.
Heman nûçe di malperên din de jî bi vî awayî hatibû weşandin.
**

Mînakek ji Avestakurd:
Avestakurd jî pêşeka Antolojiya Helbestvanên Kurd" a A. Balî bi heman şêweyê çap kiriye. Ev nûçe ye, nivîseke ku kesek bi ser navê xwe nivîsî ye (ku navek wisa jî nîn e, bi îmzeya Avestakurd hatiye weşandin), çi ye ne diyar e.
Wekî mînak piştî çend paragrafan nivîs wisa didome, "Dema Seyda Cegerxwîn hat derweyî welat, me bi hevdu re li ser kêmasiyên pirtûkê qise kir (...)"
Kî vê dibêje, ev ji ku hat, welhasil gelek pirsên din.

A rast mirov dikare mînakan dirêj bike. Lê bes in.

Çend tiştên ku mirov hem ji bo edîtor, hem ji bo xwendevan û berpirsan bibêje:
1- Her weşan mecbûr e agahiyên rast bide xwedevanên xwe.
2- Her weşan mecbûr e asta weşangeriya welatê xwe bilind bike.
3- Her xwendevan layiqê agahiyên baş û durust e.
4- Mafê tu weşanekê nîn e bi agahiyên bela wela, ne rast û tevlihev dema xwendevanekî/e bigire.
5- Edîtorê/a weşanekî mecbûr e ji her agahiya ku bê ber dest bikeve şikê. Ev yek ji pîvanên sereke yên vî karî ye.
Her wiha mirov dikare van xalan jî dirêj bike, lê têrê dike.
Dema wisa nebe dê çi bibe? Wê çaxê piştî demekê dê xwendevan ji me aciz bibin, dê ji me dûr bikevin, wê çaxê dê ji zimanê xwe jî dûr bikevin, dê di nav zimanên derveyî kurdî de li agahiyên rast bigerin ku tê zanîn her kurdek ji ber şertên mecbûrî ji bilî kurdî bi zimanekî din jî dizane.
Dema xwendevan ji weşanên me aciz bibin û berê xwe bidin weşanên xelkê wê çaxê dê karesata mezin dest pê bike.
Ez bawerim mafê me heye em pirseke wisa bikin: Mimkûn e ji ber vê aliyê çapemeniya kurdî xwendevanên kurdî zêde nabin?
Hûn çi dibêjin? Ger xwaringehek xwarineke xweş bide we hûnê neçin nexwin? Lê ger xwarineke xweş nede we hûnê bikaribin çend caran biçin?
Bi hêviya ku çapemeniya me kurdan jî dê bikaribe bi qasî çapemeniya xelkê baş kar bike, xizmeteke baş bide xwendevan/guhdar/temaşevanên xwe. Wê çaxê dê xelk çapemeniya kurdan ji xwe re wekî çavkanî bigire.


Û têbiniyek:

Heman şaşî di nivîsên hin nivîskarên kurd de jî xwe dide der. Xwendekarekî Diyarnameyê yê bi navê Zemanî di malike ku ji bo min şandiye de bala min kişand ser nivîseke Dilbixwîn Dara. Dara, nivîsa xwe ji bo kovara Bizaw a bi soranî tê weşandin amade kiriye û di malpera Avesta de weşandiye. Nivîsa bi sernavê “Em ne ji xwendinê hez dikin ne jî ji nivîsandinê!”, li ser mesela nexwendina berhemên kurdî ye… Lê çi fêde hê di serê nivîsa wî de agahiyên şaş bala mirov dikişînin. Dara di nivîsa xwe de dibêje “…Azadiya Welat rojane li Istanbulê bi kurdî derdikeve, lê ji ber ku nayê firotin paşkoyeke tirkî jê re çêkirine û pêre difroşin, ji bo ku bala xwendevanan bikişînin, di televîzyona ROJ de jî reklama wê tê kirin, ku êdî bi Azadiya Welat re paşkoyeyeke tirkî jî heye.”

Ev hevok gelek şaşiyan di nava xwe de dihebîne. Fermo:
1- Azadiya Welat 4 sal in li Amedê weşanê dike, ne li Stenbolê. Rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat li Stenbolê derketin, lê Azadiya Welat di sala 2003’yan de navenda xwe bir Amedê û li wir rojnameyê amade dike.
2- Ez her roj Azadiya Welat dikirim lê tenê du-sê  rojan ez rastî paşgoyek bi tirkî hatim. Min ji berpirsên Azadiya Welat pirsîn, sedemê paşgoya rojnameyê tirkî ew bû ku Azadiya Welat ji bo protestokirina qedexeya li ser rojnameya bi tirkî Gundemê ev paşgo dida…
3- Gotina “Azadiya Welat nayê firotin” jî ez bawerim dê berpirsên Azadiya Welat bersiva vê bidin, lê ez vê bibêjim: Ger rojnameyeke rojane derdikeve, saleke xwe temam kiribe, beyî bê rawestandin an navberê bide xwe weşana xwe domandibe û bêyî ji ciheke alîkariya pereyan bigere vê yekê dike, wê çaxê ev tê vê maneyê: Rojname bi têra xwe tê firotin û xwe fînanse dike. (Ger hûn bêjin ev tîraja rojnameyê têre nake, ew jî tişteke din e.)

Belê, îcar piştî van xalan xwe bikin şûna xwendevanekî/e başûrî yê/a ku nivîsa Dilbixwîn Dara xwendibe… Gelo dê nebêje qey Azadiya Welat her roj paşgoya bi tirkî dide û bi vê yekê li ser piyan dimîne… Ez bawerim pêdivî zêde bi gotinê nîn e.


*****

Nîqaşek li ser Navenda Çanda Memed Uzun

Cemil Oguz

Şaredariya Şemrexa Mêrdînê li ser navê Memed Uzun navendeke çandê vekir. Malpera Amûdê ev rexne kir û got: "Bi saxî Uzun dikujin." Îtîraza min li hember vê nêzîktêdayînê heye û çend gotinan min ku ên ku ez dixwazim bibêjim jî hene...

Şaredariya Şemrexa Mêrdînê ku di destê kurdan de ye li ser navê Memed Uzun navendeke çandê vekir, di heman demê de festîvala fîlman bi navê Uzun lidar xist.
Li ser vê yekê malpera Amûdê nûçeyeke çêkir û wiha got: "Mihemed Uzun bi saxî dikujin! (...) Adet ew e, ku mirov navên kesên navdar piştî mirina wan li dever û tiştan bikin, ne di dema jiyana wan de!"

Ez hema tenê bi peyvekê bibêjim: Ev nêzîktêdayîn gelek şaş e.
Û bi du peyvan jî ez dijî vê tiştan bibêjim: Ger heta niha kes li kurdan xwedî derketana dê rewşenbîrên me bêkes, bêwar nemirana.
Ger xwediyê me hebana, dê pîrê me Mîr Celadet Elî Bedirxan di bîrekê de nemirana.
Ger xwedî me hebana li Îzmîrê Eyşeşana kurd dê ji bêkesî nemirana. Ger xwedî me hebana dê Şakiro bêkes neçûya.
Û gelek mînakên bi vî rengî.

Ger îro hin kes rabûne berî ku kurd bimirin xwedî li kurdan derdikevin ev tiştek baş e,  pêşketineke baş e û gavake nû ye di nav kurdan e.
Ger em bikaribin bi hemû piştgiriya xwe xwedî li Memed Uzun derkevin û wî baş bikin, ma ji vê yekê baştir çi heye?

Ez dixwazim gotineke jî li ser ew "adeta' ku Amûdê qal dike bibêjim: Ew adet heta îro bi me nedaye qezenckirin.

Xelkê dinyayê êdî dev ji vê adetê berdaye.

Îro em dema li Tirkiyeyê dinêrin gelek kesên ku hê nemirine navên wan li kolanan dikin (Ger mînak bê xwestin ez dikarim bidim).

Îro li ser navê kesên ku hê nemirine bi hefteyan çalakiyan li dar dixin, di panel û semîneran de kar û xebata wan radixin ber çavan, wan bilindê ezman dikin. Mînak par li ser Vedat Turkalî bi hefteyan çalakî hatin li dar xistin.

Îro li Tirkiyeyê fûara pirtûkan a herî mezin TUYAP e ku li Stenbolê lidar dikeve. Ev fûr her sal nivîskareke/î dijî dike 'mêvanê xwe yê rûmetê', hem xelatê didin wî/ê, hem li ser panelan li dar dixin.

Û gelek mînaken wisa.

Gotineke dawî jî ez bibêjim: Xwezî şaredariyên DTP'yî her sal tiştên wisa bikira.
Îsal festîvala fîlman li ser navê Memed Uzun lidar xistin, saleke din em bibêjin li ser helbestvanên kurd, saleke din li ser çîroknûsan, salek din nizanim li ser navê kîjan kurdan lidar bixe û navê wan jî bide, wan bi rûmet bike...
Ma wê tişteke xweş nebe?
Ma kesên ku bêne rûmetkirin, ew kesên ku bizanibin waye êdî kes li wan xwedî derdikevin, dê zêdetir xwe nedin kar û bar, dê baştir afirandinê pêk neynin...

Bi hêviya ku emê hê gelek salan bi Memed Uzun re derbas bikin û bi hêviya ku emê bi wî re li navenda çanda ku navî wî lê kirine bi hev re beşdarî gotûbêjan bibin..

 

*****

Di malperên kurdan de edîtorî
 
Cemil Oguz

Kurd bi têra xwe înternetê bikar neynin jî, bi têra xwe jê sûdê wernegirin jî, ketine nava qada înternetê û di vê qadê de xwedî hin malperan in. Lê ew malper di çi rewşî de ne? Serketin an têkçûna malperan di destê edîtorên wan de ye. Edîtor çiqas jîr in? Em bi hin mînakan lê binêrin…


Bi kurtahî û yek peyvî; edîtorên malperên kurdî bi giştî ne serketî ne.
Ev neserketina wan ji bo demekê malperê bi rê ve dibe, lê heta xwendevan pê dihesin vê carê hêdî hêdî jê dûr dikevin. Û di encamê de malper têk diçin.
Heta niha gelek malperên kurdan wisa bûne.
 
Lê tenê wisa, gelek minak hene.
Ji wan em bi hev re li hinan binêrin:
 
- Wê rojê rojnameya Azadiya Welat nûçeya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê weşandiye, pêre logaya enstîtuyê jî weşandiye. Nûçe li ser komeleya enstîtuyê ye ku êdî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê wekî komele kar bike, ne wekî şîrketeke…
Di nûçeyê de hatiye gotin ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 1991’ê de hatiye avakirin, lê di logoya ku Azadiya Welat weşandiye de 1992 nivîsandiye, ne 1991.
Yanê hinekî serê xwe pê biêşînin, li logoyê tenê binêrin dê fêm bikin ku Enstîtu ne 1991’ê de, 1992’yan de hatiye avakirin.
Piştî ku nûçe di Azadiya Welat de hate weşandin, heman nûçe Presskurdê ji wir girt weşand.
Dûre jî malpera Netkurdê jî ji wir girtiye, weşandiye û di binî de çavkanî Presskurd daye. Her wiha Rojnama Agirî jî ji Presskurdê heman nûçe girtiye û bi heman awayî çap kiriye.
Yanê ji sê - çar destan nûçe derbas bûye, lê ji wan, edîtoreke wan negotiye, 'ka bise di vê logoyê de tarîxeke (dîrokeke) din nivîsandiye, ka em binêrin kîjan rast e…'
Û bi vî awayî avabûna Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji 1992’yan daxistin 1991’ê.
Ev mînakeke gelek berbiçav e.
Ma mirov dikare tiştekî li ser vê zede bike…
 
- Malpera Avestakurd reklameke Dilovan weşandiye.
Di reklamê de nivîsandiye ku 17.11.2006’an de Enstîtuya Kurdî li Brukselê Konsera DILOVAN lidardixe. Heta vir tu problem nîn e, lê 17 mehê tê, em 20’ê mehê derbas dikin, em mehê temam dikin, dikevin meha 12’an jî em dinêrin ew reklam hê li wir sekiniye.
Heman tişt di reklama “Rêzekonserên Şivan Perwer-Kurt Ostbah” de jî derbas dibe.
Em vê çawa şirove bikin… Yan em şiroveya vê ji xwendevanan re bihêlin.
 
- Di gelek malpedan de ji kesek an ciheke e-maileke bê, bi heman awayî diweşînin. Ew e-mail çiqas rast e, çiqas nepixandiye, qet lê nayê nêrîn.
Em bibêjin we pirtûkeke derxistiye, hûn tevî berga pirtûkê, hin agahiyan jî der barê pirtûkê de dişînin, ew bi heman awayî, bêyî ku peyvekê jî biguhere tê weşandin… Kes nabêje; “Dibe ku pirtûk ne ew qas baş be…”
 
Mirov dikare mînakan zêde bike. Lê bi ya me bes in.
Du sê mînak rastiya edîtoriya malperên kurdan nîşan didin.
Mixabin bazara me ev e.
Êdî şopandin an devjêberdan bi dilê we ye…

 06.12.2006

 


*****

Çîroka çêkirina nûçeyekê û diziya malperên me
 
Cemil Oguz

Berê jî min gotibû nûçeyên me têne dizîn. Ezê îro qala çêkirina nûçeya "Bila hemû cure pirtûkên kurdî bigirin pirtûkxaneyan" û diziya nûçeyên xwe bikim. Ezê navê malperan jî bidim û ez bawerim dersên ku em jê derxin wê hebin.


Mînaka me çîroka çêkirina nûçeya "Bila hemû cure pirtûkên kurdî bigirin pirtûkxaneyan" e.

Êvar bû, min li televîzyonê, li nûçeyan temaşe dikir. Hema bêje ji bilî çend îstîsnayan ez tenê ji bo nûçeyan li televîzyonê temaşe dikim. (Bêşik ez lîstikên futbolê yên ku Barselona dilîze nahesibîm).
Di televîzyonê de dihat gotin ku Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirkiyeyê biryarname îmze kiriye û  dê pirtûkên kurdî jî di nav pirtûkxaneyên gel de cih bigirin.

Li Tirkiyeyê yekem car tiştekî bi vî rengî dibû. Hê nediyar bû dê pirtûkên bi çi cureyî bikaribin di pirtûkxaneyan de cih bigirin, nediyarbû wê kengê ev yek dest pê bike û wê encam çi be...

Lê min nûçe qufaltibû, gere min tiştekî li ser çêbikira. Ez fikirîm, qalibê nûçeya ku ez çêbikim di serê min de amade bû êdî.

Minê dîtina weşanxaneyên kurdan bigirta, ew bi çi çavî li vê biryarê dinêrin, çi dibêjin, daxwazên wan çi ne? Nûçe dê li ser van bihata çêkirin.

Serê sibê ez rabûm çûm Weşanxaneya Perî, lê xwedî weşanxaneyê Ahmet Onal nîn bû, li derveyî Stenbolê bû. Cih de ez bi telefona xwe ya destan lê geriyam. Deh deqe axivî...
Dûre min berê xwe da Weşanên Avesta. Dema ez gihîştim Avestayê gotin Abdullah Keskîn nû derketiye. Ez dîsa bi telefona destan lê geriyam û min dîtin jê girt.

Dû bi heman rêbazê ez li weşanên Enstîtu, Tevn û Berçemê geriyam. Piştî berhivkirina agahiyan ez vegeriyam cihê xwe û min nûçe amade kir. (Hûn bifikin vê yekê çend saetên min girtine)

Dema nûçeyeke xweş dibe hevalên ji Ajansa Nûçeyan a Firatê jî ji min dixwazin ku ez ji bo wan jî çêbikim. Min ji wan re jî çêkir û şand.

Nûçe li Diyarname û li ANF'ê jî bi navê min hate weşandin.

Heta vir her tişt normal e, lê piştî vê bûyer qewimî.
Pêşî malpera Netkurd'ê nûçe ji ANF'ê girtiye, di binî de wisa nivîsîye: Amadekar: Mehdî Çilgin, Çavkanî: ANF (Belê, eynî wisa û navê nûçegîhan nîn e)

Dûre, malpera Peyamnêr nûçe girtiye, di binî de wisa nivîsiye:
çavkanî: Netkurd.

Fermo! Hûn bin hûnê çi bikin?

Kesek radibe, ew qas kedê dide, berî her kesî nûçeyek ku hemû kurdan eleqedar dike amade dike, lê di malperên ku nûçe tê weşandin de navê nûçegîhan nayê weşandin...
 
Em çi navî li vê yekê bikin?...
Hûn nav lê bikin.

Tiştekî din, ez e-mailê dişînim û dipirsim ku 'ma mirov wisa dike' lê bersiv nîn e.
Ez li malpera Peyamnêr dinêrim ku ezê ji wan re jî e-mailê bişînim,lê ne navnîşan heye, ne cihê ku ez e-mailê bişînim...

Belê, hûn bin hûnê çi bikin?...

Û hin malperên din: mesela Diyarbakirnet heye. Wekî mînaka li jor, hevpeyvînên ku min kirine girtine, bikar anîne, lê dîsa navê min têde nîn e.

Ez li malpera kurdên me yên başûrî dinêrim, hevalekî ji Amedê ji wan re nûçe çêkiriye, lê ez dinêrim ew ji serî heta dawî hevokên min in û nûçe yê min e, lê nav ê wî ye.
Ez e-mailê dişînim, lê bersiv nîn e.

Berê jî hin malperên me bi vî rengî kiribû, min e-mail şandibû, bersiva lêborînê ji min re şandibûn.

Rewş wisa bûye: Ez bi fikra, "Ka vê carê kîjan nûçeya me dizîne" li malperên kurdan dinêrim.

Bi rastî wextê min nîn e ez bikevim nav polemîkan, wexkê min nîn e ez li dû malperan bigerim ku ka çi nûçeyên me dizîne...

Ez dixwazim bi fikra "ka çi nûçeyên ku me nikariye xwe bigihînin weşandine" li malperên me kurdan binêrim.
Ez dixwazim temeke wisa bidin min û xwendevanên xwe.
Ez naxwazim bi fikra "Ka vê carê kîjan nûçeya me dizîne" li malperên me binêrim.

Û gotina dawî: Diyarname di rêjeyeke bilind de nûçeyên xwe bi xwe çêdike, xwe digihîne çavkaniya wan... Bêşik xwendevan vê yekê dibe ku ferq neke, lê rojnamegerên ku vî karî baş dizanin, pê dizanin ku kîjan malper nûçeyê ji vir û wir didize û wekî ya xwe pêşkêş dike...

Ji ber ku derfeteke min a din nema min navê malperên me li vir da. Ez dubare bikim: Ez naxwazim bikevim nav polemîkan û ew qas wextê min jî nîn e. Lê ger tiştên ku min li gor gotin ne rast bin, bila bersiv bişînin, ezê di quncikê xwe de cih bidimê...

Û wekî gotina dawî ez hêvî û rica dikim bila tu malperên me nûçeyên min bêyî bikaranîna nav di malperên xwe de bi cih nekin.

Bi hêviya ku dê careke din tiştek wisa pêk neyê.
 
 07.05.2006

 

***

Malperên kurdan û yên tirkan
Cemil Oguz

 
Berê ku Diyarname vebe û piştî vebûnê jî her bala min li ser malperan bû. Min hem li yên kurdan, hem jî li yên tirkan temaşe dikir. Di dawiyê de îstatîstîkên balkêş min bi dest xistin. A rast ji bo xwe min ev berhev kiribûn, lê ji ber balkêşiya îstatîstîkan min xwest ez bi we re jî parve bikim.

Em ji serî dest pê bikin: Di asta ku teknolojî gihîştiye, her miletek, her netewe û welatek pêdivî bi malperan dibîne. Ev ji bo me kurdan jî derbas dibe. Îro di nav kurdan de ji ber nebûna kompîtur, înternet û îmkanan, xwendevanên malperan kêm in, lê di heman demê de malperên ku hene kurdî bi wan dide xwendin, hindik be jî kurdî pêş dixe. Ji ber vê û ji ber gelek aliyên din bi ya min malper divê bijîn.

Dema ez li ser malperên kurdan û tirkan kûr bûn, ez li kîteyan geriyam, kîteyên balkêş min bi dest xistin.

Fermo:

1- Di malperên tirkan de nerî hindik 4 kes dixebitin, di hinan de ev hejmar digihîje 10'î û di hinan de derbas jî dibe; lê yê me kurdan de bi giştî li ser kesekî dimeşe (Kêm ji wan bi ser çend kesan re dimeşin).

2- Malperên tirkan, komeleya wan heye, ew bi rêxistin in, yê me kurdan ne komele heye, ne jî em bi xwe di nava hev de li hev dikin. Pirsa: Çend berpirsên malperan silavê didin hev û ji hev hez dikin jî jixwe ez qet napirsim...

3- Xebatkarên malperên tirkan debara xwe ji malperên xwe dikin, ji jêhatina malperê meaşê (mehmizê) distînin, yê me kurdan em nikarin ji malperan debara xwe bikin. Yê her berpirsekî/e malperên me kareke wan ê din heye, malpervaniyê bi ber re dikin.

4- Di nav lîteratura tirkan de ji malpervanên xwe re "Pîjamali Gazetecî (rojnamegerên bi pîjema)" dibêjin, ême hê navek li wan nehatiye kirin.

5- Malperên tirkan piştî salên 1990'î dest bi weşanê kirin, ên me piştî salên 2000'î ve ev pêvajo dest pê kiriye.

6- Malperên tirkan rojê li dora 200-250 nûçeyî çêdikin û diweşînin, yê me li ber vê, hema bêje em qal nekin baştir e.

7- Malperên tirkan agahiyê pêşkêşî xwendevanên xwe dikin, ji bo vê yekê kar dikin, ême em ji bo rêxistinek, partiyek an derdoreke  xirab nîşan bidin em agahiyan, dîtinan pêşkêş dikin.

8- Malperên tirkan hemû nûçe ne yê wan in, lê nûçeyên ku bikar bînin çavkanî diyar dikin, yê me hin jê çavkanî sedî sed diyar dikin, lê hin jê nûçeyê digirin, kurt dikin û wekî ya wan be diweşînin.

9- Hin malper tirkan aboneyê 2, hin ji wan aboneyê 4 ajansan in, lê yê me kurdan em ne aboneyên ajansan in.

10- Malperên tirkan ên li ser beşên cur bi cur hene, wekî mînak  ji malperên kulîlkfiroşan û diransazan, ji kincfiroşan bigire, hema heta yê hunermendan, yê şaredarî, yên li ser temaya xwezayê, aboriyê hene, yê me kurdan ev merhaleya berfireh hê pêk nehatiye.

Bi hêviya ku wê di her warî de malperên me vebin, bi hêviya ku emê malperên xwe ji bo êrîşên partî, rêxistin û derdoran bikar neynin...

Not: Ji ber kêm îngiliza min, min tenê dikarî li sernavên malperên bi zimanên îngilîzî binêrim. Der barê malperên îngilîz, alman, fransiz û gelên din de agahiyên min ên berfireh nîn in, lê li gor agahiyên kesên ku bi van zimanan dizanin dan min, yê wan pêşketîtir in.

26.03.2006

Hin Nivîsen Nivîskar

Meseleya kurmancî, soranî û Xalê Îbo

  • 18 Sibat 2008

Cemil OguzPiştî ku hevpeyvîna Wezîrê Perwerdehiyê Dilşad Ebdurehman di rojnameya "Kurdistanî Nwê" de hat weşandin û li malperên kurdan de belav bû...

Kurdên AKP'ê, Kurdên HDP'ê

  • 20 Pûşper 2023

Li ser rûyê dinê çend heb rêgez/bîrdozî/bawerî hene. Em ji van çend tiştan bibîr bixin:- Sosyalîzma rastîn "Mafê diyarkirina...

Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin?

  • 11 Sermawez 2006

Belê pirs ev e: Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin? Ji bo firotin û avakirina bazara pirtûkên kurdî di nava kîjan hewldanê de ne? Ji Avesta...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Serketiyên Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn

ad

DTSO'yê li 'Elizabeth' temaşe kir û piştgirî da Şanoya Bajêr a Amedê

ad

BDP'ê ji bo Tatlises daxuyanî weşand

ad

'Zer'...

ad

Serokê Amedsporî şî serdaney Hemşaredarê Amedî

ad

Pêşkêşvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname