Ev demeke ez li ser vê pirsê difikirim. Berê bersiva erê-naya pirsê em hin agahiyan pêşkêş bikin.
Di salên 90'î de li bakur zêdetir nav û dengê Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê hebû. Ji bilî wê hema bibêje kom nîn bû. Lê piştî salên 2000'î her ku çû komên şanoyê zêde bûn. Lê ji aliyê naverokê ve çiqas xurtir bû mijara nîqaşê ye.
Ji sala 2000'î ve zêdetir şanoyên kurd lîstikên ji zimanên din hatine wergerandin derxistin ser dikê.
Berî nirxandinên vê, vane di 10 salên dawî de hin lîstikên ku ji zimanên biyanî hatine wergerandin û şanoyên kurd ew dexistine ser dikê:
Teatra Jiyana Nû:
- "Promethusê Zincîrkirî" / Werger: Mazlum Dogan
- "Em û ew" / David Campton
- "Mirin û Keçik" / Ariel Dorfman / Werger: Cemil Oguz
- "Girav" Athol Fugart
- "Sînor" / Muzaffer Îzgu /Werger: Cewad Pale
- "Dîwar" / Muzaffer Îzgu / Werger: Cemil Oguz
- "Mirina Anarşîstekî" / Dario Fo / Werger: Kemal Orgun
- "Em Hene" / Dario Fo û Franca Rama / Werger: Cemil Oguz û Hemîd Dilbahar
Teatra Avesta
- "Rojnivîska Dînekî" / Gogol / Werger: Aydin Orak
- "Tu ne Gara yî" / Aziz Nesin / Werger: Mehmet Dicle
- "Mirina Zimanekî" (Ji "Zimanê Çiya" ya Harold Pinter û "Mirina Egîdekî" ya Mehmed Uzun)
Şanoya Demsal
- "Sergo" / Turgay Nar / Werger: Îsmaîl Yildiz
Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
- "Çîroka Zivistanê" / Haldun Dormen û Kemal Uzun (Ji çîroka Cevat Fehmi Başkut) / Werger
- "Zimanê Çiyê" / Harold Pînterî
Dibe hin min ji bîr kiribin. Lê ev tenê jî fikreke didin me. Evên ku min nivîsin 14 lîstik in. Û hejmara lîstikên ne werger, lê yên bi kurdî hatine nivîsandin di van 10 salên dawî de herhal deh heb nîn in.
Li ser vê em dikarin vê nirxandinê bikin:
- Haya şanogerên kurd ji metnên kurdî, ji çîrokên kurdî, romanên kurdî, bi giştî ji wêjeya kurdî nîn e.
- Têkiliya şanogerên kurd bi nivîskarên kurd re nîn e, yan jî pir kêm e.
Encama derxistina lîstikan piranî ji zimanên din tiştên din jî derdixe holê:
- Temaşevan wê lîstikê ji xwe nabînin, biyanî dihesibînin. Çawa navê werger dibînin dûr disekinin. Rewşa wergereke ne serketî ya di lîstikan de, bikarenanîna zimanekî ne serketî jî bûye sedem ku lîstik gelek hindik bêne temaşekirin.
- Dîsa lîstikên ku hatien wergerandin û lîstin bi wergerê hatine lîstin, lê bi lêanînê bihata lîstin dibe ku serketîtir bana. Ev jî mijareke din e.
Berevajî wergerê, ger lîstik ji wêjeya kurdî bihata hilbijartin/neqandin bi ya min wê zêdetir bihata temaşekirin. Ezê vê îdîaya xwe bi mînakek bidim çespandin. Lê di nivîsa bê de.
Helbet ez nabêjim bila qet werger çênebe, bila lîstikên dinyayê ji bo kurdî neyên wergerandin, lê ez dibêjim divê hevkêşeyeke hebe. Divê haya şanogerên kurd ji wêjeya kurdî hebe.
Û ez pirsên wisa dikim:
Gelo şanoya kurd ji wêje û nivîskarê kurd dûr e loma temaşevanên wê kêm in?
Gelo heye mînakek, ku şanoya kurd ji wêjeya kurd girtibe û gelek hatibe temaşekirin?
Gelo di nav wêjeya kurdî de çîrok û romanên kurdî ku li lîstikan bêne anîn û bêne lîstin nîn in?
Emê di Diyarê Me de hefteya bê vê meseleyê bidomînin.
Not: Hin lîstikên ku min navên wan nivîsîn nehat bîra min ku wergerê/a wan kî/ê bû. Yên bizanibin hebin, min agahdar bikin ezê biweşînim.


