logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?!

  • Dîrok: 06/03/2017
Li Başûr jî gelek hevalên min hene. Ji wan didu; yek jê bi eslê xwe ji Silêmanî, yek jî ji Duhokê, her du hevalên min ev çend sal in dibêjin, "Tu çima nayê?" Her carê ez çûyînê bi paş ve dixim. Vê carê em her sê ji Stenbolê emê bi hev re herin, ji ser Cizîrê re...
Ji rojan 20.01.2017. Ez bi heyecan im. Ez gotina dawî pêşî bibêjim, "Welatek hêkê jî ji welatên cîran bikire dê bikaribe bibe welat?" Piştî vegerê vê pirsê serê min mijûl kir. 
Em ji serî dest pê bikin, vane notên min:

Ji Cizîrê heta Xabûrê 
- Em li Balafirxaneya Şerafettin Elçî ya li Şirnexê peya dibin. Ji wir erebe (teqsî, mînîbus) rêwiyan bi 80 dolarî heta wî aliyê sînor, heta Zaxoyê dibin. Tu kesek jî siwar bî, 3-4 kes jî siwar bî ajokar 80 dolarê digire. 4 kes bin, serê kesî 20 dolar dike. Em sisê ne û em naxwazin kesek din ligel me bê. Em ligel ajokar li hev dikin û dikevin rê lê dibêje, "Ezê zarokek xwe ji Cizîrê ligel xwe bînim". Em deng dernaxin. Lê ne zarok, xaloyek tê...
- Ajokar paseportan digire, li kaxizê di destê wî de qeyd dike û di Lêgerîna pêşî de dide polîsan. Rêbaz wisa ye. Ji Cizîrê heta Xabûrê li gelek cihan lêgerîna polîsên dewleta Tirkiyeyê heye. Li her cihê lêgerînê beton danîne, erebe wekî "S"ye xêz bike ji nav wan re derbas dibe. Dilê wan bixwaze li nasnameyan dinêre, li hundirê erebeyê, nexwaze dibêje "Derbas bin." 
- Em digihîjin sînor, xaloyê ligel me hema kêleka rê caketê xwe radixe û nimêjê dike. Em sînor derbas dikin, li aliyê Başûr jî dîsa ew xalo caketê diavêje erdê û nimêjê dike. Ez ji hevalên ligel xwe dipirsim ev çi ye? Yek ji wan bi ken dibêje, "Herhal li her du aliyan jî nimêjê dike ku karê wî yê qaçaxiyê bi rehetî derbas bibe."

Tunela li Geliyê Zaxoyê
Li Zaxoyê geliyek heye, rêyek dijwar e ji bo erebeyan. Dibêjin li vî geliyî gelek qeza çêbûne. Ji bo ew gelî hêsantir bê derbaskirin tunelek nêzî 2 kîlometreyî çêdikin. Lê ev sê sal in hê temam nekirine; ji xwe ji par de ye xebat rawestiyane jî. Ez pirsê dikim, ew bersivek wisa didin: "Hela bise, rêyên din jî bibîne, paşê." Û çend roj paşê dema em diçin Hewlêrê ez bersiva xwe digirim: Li cihek (Li herema Çirê) bi qasî sed metreyî rê kolandine, ez dibêjim, "Waye xebat dikin, rê dê baş bikin?" Ajokar dibêje, "Bira ev salek e ev der hatiye kolan, hê jî çênekirine." Erê sed metre, bila 150-200 metre be... Salek e... Wisa ye... Li wir ez hînê vê zagonê dibim: "Ger kar di destê yên jor (nav nemuhîm e, rutbe muhîm e) de be kes newêre bibêje ev çima baş nameşe."
Em li Zaxoyê ne
- Mînîbusa me bi selametî me digihîne Zaxoyê. Li garajê disekine û em peya dibin. Ji wir heta Duhokê teqsî hene, tu pere didî, te dibe. Em yek ji wan kirê dikin. Emê raste rast herin Duhokê lê ez ji ajokar dixwazim em pêşî herin Pira Delal bibînin û ji wir vegerin. Ligel ku em dereng mane jî bi kêfxweşî qebûl dike. Li ber pir em disekinin, heta ser pir ez dimeşim û vedigerim û paşê em berê xwe didin Duhokê.

Li Duhokê alên PDK'ê, çima ne yên Goran û YNK'ê
- Di çend rojên ez li Duhokê mam de wan hevalan her dixwest min bigerînin, lê gelek caran min got, "Hûn herin, ezê bi xwe bigerim". Gotin, "Tu winda nebî?, Tuyê bizanibî vegerî?" Min digot, "Xeman nexwin."
Di vê gera bi serê xwe de ez çûm dikanê cd/kaset firot jî, ez çûm cem fotokêş jî, çûm cem rojnamefiroş, çûm cem dovîzciyan jî... Hema min silav dida û ez diketim hundir, sohbet, sohbet û ez derdiketim.
Li gelek dikanan li ser maseyên wan du al hebûn, yek jê yê Herêma Kurdistana Federe, ya din a PDK'ê. Ji ber li gelek dikanan hebû, min xwe negirt li dikanek pirsî, "Mesela ji dêvla ala PDK'ê kesek dikare ala Goran li ser maseyê deyne?" Bi dengek hinek bilind dibersivîne, "Ma kîjan dilpola dikare?"
Ez dibêjim, "Lê yê YNK'ê?" Vê carê deng hinek nizm dibe, "Na, bira, kes newêre."
Û li gelek dikanan wêneyên Mele Mistefa Barzanî, li kêm dikanan jî yê Mesûd Barzanî hene.

Hêkan ji Tirkiyeyê dikirin!
- Ger hûn li Tirkiyeyê çûbin dikanek û li Duhokê jî çûbûn hûn li her du aliyan heman tiştî dikarin bibînin. Ji ber ku hema her tiştî ji Tirkiyeyê yan jî ji Îranê dikirin. Min ferq kir ku li Duhokê zêdetir malên tirkî, kêm ên Îranê, Lê em bibêjin li Şeqlawa (ezê bêm ser wir jî) zêdetir ên Îranê dikarin bêne dîtin.
Û tiştê ez gelek ecêb mam meseleya hêkan bû. Biraderekî got; "Bira, em hêkan jî ji derve dikirin. Dema DAIŞ'ê êrîş kir (qala êrîşa sala 2014'an dike) yeka hêk nizanim bûbû çend dolar..." 
Ez dibêjim, "Ma nikarin çiftlikek çêbikin û meseleya hêkan çareser bikin? Ma ne eyb e li cihek wekî Kurdistanê mirov hêkan jî ji derve bikire?", biraderê min dikene... Ez dibêjim, "Ma welatek hêkan jî ji derve bikire dê çawa bikaribe serxwebûna xwe ragihîne? Ma gotina 'welatên xwe bi xwe dikarin debara xwe bikin' bêsebeb aqilmendan gotine?" Ew dibêje, "Serxwebûna çi bira?! Ew tenê propaganda ye."
Klîbên beredayî
- Ji cd/kaset firoş ez bi xemgînî derketim ji ber ku muzîkek ji rêzê serdest e; ez wê di televîzyonên di restorantê de vekirîne de jî dibînim. Kanalek wekî Kral TV'ya Tirkiyeyê vekirî, lê klîb wisa ji rêzê, wisa bêqelîte, ew klîb li Tirkiyeyê di kanalên herî ji rêzê de nayên weşandin. Ez mînakek wisa bidim: Stran ji destpêkê heta dawî bi dîmenek stranbêj, yek ji keçikek di studyoyê de dilîze... Heta dawî wisa. Û hew. Deng tu bibêjî ne deng, muzîkê bibêjî ne muzîk...
Baweriya min ew e ku muzîk, eleqeya ji bo muzîkê asta civakê, asta kesên lê temaşe/guhdarî dikin nîşan dide. Gotinek din jî, min ferq kir ku li Bakur çawa bakurî zêdetir li kanalên tirkan temaşe dikin, li Başûr jî başûrî zêdetir kanalên erebî temaşe dikin.
Peykerên Duhokê
- Li Duhokê yek ji tiştê min jê hez kir hebûna peykeran bû. Peykerek gelek mezin ê Mele Mistefa Barzanî, peykerê Mem û Zînê, yê Ehmedê Xanî, yê jinek û zarokek di dest de... Ez meraq dikim ev peykerê ê kê ye? Yek dibêje, "Ne kesek e, qereçek e, ev der jî Mehla Qereçan e". Ez dibêjim, "Yanê Qereçî? Ma qereçî hene li vir?" Dibêje "Erê bi gotina te Mehla Qereçiyan. Lê niha êdî qereç li vê taxê nîn in. Berê li vê taxê bûn, loma dibêjin Mehla Qereçan, niha ew hemû birinek cihek din."

Elektrîk nîn e
- Serê sibê ez diçim dikanek. Dikan tarîye. Ez dipirsim "Elektrîk nîn e" ji bo min qal dikin: "Li vir her roj wisa ye. Em beşek ji rojê elektrîk ji hikumetê dikirin, beşek ji rojê (her yekê qala 6-7 saetan dike) ji arizî dikirin û saetên din em bê elektrîk in." Yanê li Duhokê her roj belkî 4-5 saet, belkî zêdetir xelk bê elektrîk e. Li her derê jenerator hene. Li malan hem sobeyên elekrîkê hene, hem jî yên bi gazê hundir germ dikin hene. 
Bifikirin ku li welatek elektrîk nîn e? Li ew welatê ku dikarin ji petrolê jî elektrîk çêbikin, dikarin li ser çiyan panelan deynin û ji bayê jî çêbikin...

Seyarfiroş saet 12'yan de dezgehê vedike!
- Saet tê 12'yên nîvro. Ji kuçeyê derbas dibim, seyarfiroşek ku kincên hundirîn (fanilî/atlet), gore û tiştên wisa difroşe nû vedike. 5 merte wî alî wî yekî din jî bi heman awayî. Ez digihîjim ber yê duyem dipirsim, "Bira xêr e, te îro dereng vekiriye?", dibê, "Erê karek min hebû, ez dereng hatim." Ez dibêjim, "Lê ew ê kêleka te jî hê nû vedike?" Dikene... Ez dinêrim yê sêyem jî hinek wî alî hê nû vedike. Ez dibêjim, "Li Stenbolê saet 12 navbera nîvroj e." Dibişire... Ez dinêrim çend gav wî alî ciwanekî li ser peyarê destmalkên kaxizîn danîne, difroşe, ez diçim cem, jê dipirsim; "Asayîş, yan zabite tiştek nabêjin? Nabêjin rake, here ji vir?" Dibêje, "Carinan dibêjin lê îdare dikin." Li Stenbolê piraniya kesên li Stenbolê dijîn ne ji vir in. Herhal ev tê bîra min, ez dipirsim, "Tu ji ku yî?" Dibêje, "Ji Şengalê me." Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ji wir hatiye, niha bi firotina van destmalkan dike ku debara xwe bike...

- Roja yekşem e, ez diçim cem rojnamefiroş. Rojname piranî bi tîpên erebîne, hinên bi tîpên latînî (ew jî bi îngilîzî) hene. Ji yên latînî ez fêm dikim ku hefteyî ne, ez rojnameyên rojame dipirsim, dibêje, "Rojnameya Xebat heye, her roj tê lê îro nîn e, yekşeman dernakeve." Tîpê rojnamefiroş li xweşa min naçe, ez sohbetê nadomînim û derdikevim derve. Yanê, ji dikanên ku ez herî zû jê derketim derve ev der bû.

Meaşê karkeran
Heta navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê baş bû pere ji navendê gelek dihat. Li her malî kes wekî "Pêşmerge" yan jî "karmend" qeyd kiribûn û bi hezar dolaran meaş didanê. Ev yek bûye sedem ku kes karek neke, kes hilberînê neke, bi wê meaşê debara xwe bikin. Jixwe ji ber vê yekê karên ber destan hemû yên biyanî dikin. Mînak li hotelê ji Gurcistanê hatine dixebitin. Gurcistan ku Kurdistan ku? Li taxek ku ez têre derbas dibûm de jinek reşik, jê diyar bû berdestiyê ji bo malê dike hewş dişûşt.
Û piştî ku navbera Erbîlê û Bexdayê xira bû, piştî ku ew pere qut bû, meaş hatin birîn, hin ji kar hatin derxistin, yên li kar man jî meaşên wan yan dereng dan, yan gelek, gelek daxistin. Yek ji karkerên daîreya dewletê dixebite (nav û cihê lê dixebite ez nabêjim, naxwazim pirsgirêk jêre derê) piştî vê meseleyê heta nîvro dixebite, mehê 200 dolarî (ew bi dinar meaşê digirin, min wergerand dolar) digire, helbet têrê nake û piştî ji daîreyê derdikeve ajokariya texsiya ticarî dike. Ev meseleya debarê kiriye ku gelek kes ji hikumetê bi gazin bin lê newêrin dengê xwe derxin.

Tirk û Bakurî dê wir jî xira bikin!
Li Duhokê mal piranî du qatî ne, di van salên dawî de hin çendqatî saz kirine. Lê ber êvarkî em çûn taxek min dît ku apartmanên 10-15 qatî çêdikin. Hê temam nebûbûn. Apartman nêzî hev, ne cihê keskahî (park) ne jî ji bo erebeyan otopark li nav, li dorê hebû. Diyar bû ew kopîkî Stenbolê bû. Ez nizanim mitehîtên tirk an kurdên Bakur wan çêdikin, lê kî çêbike jî ew mînakek gelek xirab bû. Ez ji bo hevalê li kêleka xwe qala vê meseleyê dikim, dibêje "Nizanim."

Tîma fûtbolê ya Duhokê
Li Duhokê Stada Fûtbolê heye, ji dûr ve dixuye. Cihê 20 hezar kesî lê heye. Ez meraqa tîman dikim: Ciwanekî dibêje "Ez nizanim" lê li ser pirsa min ew jî meraq dike. Em bi hev re li înternetê dinêrin. Erê tîma fûtbolê ya Duhokê jî, ya Zaxoyê jî heye. Nizanim ji ku tê bîra wî, dibêje, "Lê ev her du tîm qet li hev nakin. Her ku maça wan çêdibe temaşevanên wan bi hev re şer dikin."
Tîma Duhokê rengên wê zer û hêşîn e. Di sala 1970'ê de hatiye avakirin. Niha di Lîga Premier a Iraqê de dilîze.

Ber bi Amediyê ve
- Ez fotoyek ji Duhokê davêjim hewza Twitterê, Zekî (Ozmen) peyamê dişîne, "Kî li cem te heye ez nizanim, lê kî hebe jî ji wan re bibêje 'Heta hûn min nebin Amediyê ez ji vir naçim'. Ez gotina Zekî ji wan re dibêjim, yek ji hevalên min dibêje, "Temam sibê serê sibê emê herin."
Em piştî taştê dikevin rê. Em rastî gelek qesran tên, her dibêje, "Ev qesra Sedam Huseyîn e. Sedam hatiye ku qesrek li wir çêkiriye. Xwestiye hêza xwe nîşan bide."
Em ji "Sîlav"ê re derbas dibin. Sîlav cihê tatîlê ye. Bi taybetî havînê li vir pir xweş e. Berî şer gelek ereb havînan dihatin vir. Çawa dibînim yek li ser agir çayê çêdike, ez dibêjim "Qedekî em bisekinin." Em dadikevin çayek Sîlavê vedixwin (helbet çayek gelek xweş bû) û dikevin rê. Li girê pêşberî Amediye em li ber peykerê Tehsîn Taha disekinin. Apê min Tehsîn Taha. Tehsîn Tahayê min gelek jê hez dikir (û hê jî jê hez dikim) ku ew jî ji Amediyeyê ye. Gelek kêfa min tê ku peykerê wî hatiye çêkirin.Û Amediye bi hemû heybeta xwe wekî hêlinek li ser çiya li hemberî me ye.

Geliyê Zawîte
- Berî em herin Amediyê li Geliyê Zawîte em ji masîpêj re dibêjin ji bo me masî çêbike, saet 2'yan de emê bên. Li vir masî dixin nava şîşan û datînin ber agir. Ew 35 deqîqeyî wisa li hewa li ber agir dimîne û dipije. Loma yên diçin wir masiyan dixwin, berê wê derê agahdar dikin, paşê diçin. Yê me jî wisa. Di vegera Amediyê de em li Geliyê Zawîte, li ber germa sobeyê êzingan masiyê xwe dixwin. Dibêjin havînan ew der xweştir e; jixwe wisa dixuye jî. 

Zindana Sedam
- Li Duhokê li taxa Nizêriyê Zindana Sedam heye. Dîktatorê Sedam bi hezaran kes avêtine wê zindanê û ji wir jî birine kuştine. Ez texsiyek didim rawestandin, pirsa zindanê dikim ku dizane yan na, ajokar nizane. Ew diçe. Ez yeka din didim sekinandin. Ajokar dibêje "Ez nizanim." Ez tarîf dikim, "Dema ji vî alî ve mirov ji Duhokê derdikeve li aliyê rastê, li bin rê dimîne." Tê bîra wî. Ez pirsa heqê çûyînê dikim dibêje "Bi 3 hezar dînarî ezê te bibim." Ez dibêjim "Emê vegerin jî, dibêje, "7 hezar dînar." Ez dibêjim, "Bira, ma tu bi 3'yan dibî, 3 jî veger be dike 6 hezar çawa dibe 7?" Dikene. Ez dibêjim, "Ezê 5 hezar dînar bidim te..."  Ez siwar dibim, em diçin. Dema em li ber derî disekinin sê polîsên li ber derî nahêlin em bikevin hundir, dibêjin "qedexe ye." Ez wan îqna dikim, paşê dibêje, "Here binêre lê foto nekişîne". Dîsa ez dest bi sohbetê dikim û qanî dikim ku dê fotoyê jî bikişînim. Ajokarê ku ji heman taxêye lê qet meraq nekiriye, bi ser de hay jî jê nîn bûye cihek wisa, meraq dike, ew jî bi min re tê hundir. Em digerin. Lê mixabin zindan dîwar hene, hundir kavil e. Helbet pêdivî pê heye ew der bibe muze...
Di vegerê de ajokar dibêje, "Bira sipas, bi xêra te min jî ew der dît. Ez pere ji te negirim." Li ser vê gotinê ne 5 hezar dînar, ez 6 hezar dînarî didim û xatir jê dixwazim.

Çiyayên Spîrêzê
- Em diçin dor Bendava Duhokê ku di dema Sedam de ji bo avê hatiye çêkirin. Ji wir jî em ber bi gundên Duhokê ve dikevin rê. Biraderek çiyayan nîşan dide, dibêje "Ev Çiyayê Spîrêz in, berê baregehên pêşmergeyan li van deran hebûn. Gelek caran ji wir dihatin li vê texmê êrîşê qereqolên Sedam kirin."

Bazara pereyan
Li Duhokê bi gotinek din li Başûr zêde banke nîn in. Yên hene jî zêde kar nakin. Hebin jî xelk pereyên xwe navêjin bankeyan. Tirsa destdanînê heye. Loma jî meseleya pereyan li bazara pereyan çareser dibe. Mînak li Duhokê çarşiya pereyan heye, her kes pereyên xwe dibe wir teslîmê wan dikanan dike, wekî ku bavêjin bankeyê. Li dor sed dikanî hene li wir. Li ser maseyan wekî lod pere hene... Mînak tuyê pere bişînî Tirkiyeyê, tu diçî wir, didî wan, ew telefonê dovîzkarek li Tirkiyeyê dike, mesele xilas...

Meseleya xwarinê
- Pir xwarinê dixwin. Nîvê xwarina ku tê ser maseyê bi paş ve dibin diavêjin. Dibêjin ji ereban ev çand hatiye cem me. Îsrafek gelek mezin di vî warî de heye. Em li Hewlêrê li restorantek navdar in. Garson tê, ez ji hevalê xwe re dibêjim "Tu min dizanî, hema tiştek bixwaze." Ji garson re dibêje "Jêre kebab bîne lê bila du şîş bin." Garson diçe, ez dipirsim "Çima?" Dibêje, "Li vir kebab sê şîş in, ez dizanim sisê bên tuyê nexwî dê here çopê, loma min got bila 2 şîş bin."

Û Hewlêr
- Piştî çend rojan ez berê xwe didim Hewlêrê. Li Keleha Hewlêrê digerim. Qaşo restore kirine, lê çi restore çi hal. Mînak li nav kelehê cihek restore kirine, lê deriyê wir wisa bi textikên xirab çêkirine tu dibêjî restore nekira baştir bû. Li ber kelehê peykerê xaloyek hebû pirtûk di dest de, niha ew peyker rakirine. Xwezî ev meseleya restorekirinê bi awayekî cidî bihata çareserkirin. 
Hewlêr wekî Stenbolê gelek qelebalix bû, vîze vîza erebeyan bû wekî Stenbolê. Lê beramberî wê Duhok hê bêdeng bû. Min ji Duhokê ji Hewlêrê zêdetir hez kir.
- Li Hewlêrê cihê herî navdar Keleha wê, ew qada li ber kelehê, çarşiya wir e. Her wiha qehwexaneya li bin kelehê ji sala 1940'î ve heye û cihê navdar ew der e. Hunermend jî diçin wir, xwende jî.
- Em li Hewlêrê bi erebeyek di rê de diçin, li aliyê çepê dîwarek dixuye, ajokar dibêje, "Li vî dîwarî binêre." Ez dinêrim, em diçin naçin xilas nabe, ez meraq dikim, dibê "Bise." Dema dîwar xilas dibe dibêje, "Ev der cihê Nêçîrvan Barzanî ye." Mala wî li pişt vir e.
Ji Hewlêrê em diçin Ainkawa ku parinî cihê mesihiyan e. Em digerin. Ew der hê zêdetir dişibe Stenbolê. Li Duhok gelek kêm jin li nav jiyanê ne, li Hewlêrê hinek din zêdetir in, li Ainkawa zêdetirin ku loma ez dibêjim ev der dişibe Stenbolê. Ainkawa ku berê navçeyek serbixwe bûye, niha ji ber ku Hewlêr mezin bûye gihîştiye wê navçeyê û êdî ew der jî wekî navçeyek navendî ya Hewlêrê ye.
Dûre em diçin Selahedînê, helbet em nikarin herin "Serê Bilind", em nikarin nêzî qesra Barzanî bibin.Dûre em berê xwe didin Şeqlawa ku ew der havîngeha wê derê ye.
- Li nava Keleha Hewlêrê em rastî çend ciwanan tên. Ez bi wan re jî sohbetê dikim, bala wan dikişîne. Piştî fêm dikin ez ji Stenbolê çûme, gelek hezkirina Stenbolê û daxwaza çûna Stenbolê dikin. Ez vê hestê ligel gelek ciwana dibînim. Çavên wan li Ewropayê ne. Paşê xaloyek wisa dibêje, "Tiştê min li Stenbolê dît, yê we hûn çav li Ewropane, ka Ewropa çi kiriye, çi dike, yê me çav li Tirkiye ye, em wir ji xwe re mînak digirin."

Ez êşiyam û ez kêfxweş bûm!
Bi kurt û kurmancî nebûna çandiniyê, nebûna pergalek baştir min êşand. Hollanda bi axa xwe bi qasî Başûr nîn e. Erdên ji bo çandiyên yên mirov dikarin berhemek baş jê bigire ji erdên Hollandayê zêdetir in. Hollanda genim difroşe derveyî welat, Başûr ji derve dikire. Bi taybetî kirîna hêkan ji derve gelek min êşand. Tirkiye herî zêde hêkan difroşe Iraq, Sûriye û Îsraîlê.
Aliyê kêfxweşiyê jî ev e; axek serbixwe heye, ger pergalek baş li ser vê axê bê danîn dikare ew der bifire. Her tişt di dest mirovan û rêveberî de ye.

Hin Nivîsen Nivîskar

10 deqe paşê dê Parîs têk here!

  • 10 Avrêl 2014

Wisa bifikirin: 10 deqe paşê bajarê ku hûn lê dijîn, em bibêjin Amed, bajarê dîrokî, yê ku hûn gelek jê hez dikin dê bi bombeyan bi hewa bikeve;...

Balikçilarbaşi, Minare û Elçî...

  • 28 Sermawez 2015

Li Amedê Balikçilarbaşi yek ji cihên herî zêde tê zanîn e. Ji dîrokê ve heta niha ji hedadan heta zêrkaran, ji esnafên din, li wê derê gelek kar...

Na! Tu nikarî bi kurdî avê bixwazî!

  • 10 Adar 2008

Li qadeke bifikirin. Bila ew qad, qada propagandayê ya ji bo hilbijartinê be. Hûn di wê qadê de li bajarê xwe ne, li pêşberî we bi hezaran kurd hene, di serî de dê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo maça Amed Spor û Kastamonu îstatîstîk çi dibêjin?

ad

Blok: Heta gavên berbiçav neyên avêtin em naçin meclisê

ad

Vê sibê: Polîsan êrîşî konên nobedê kir (Hat nûkirin)

ad

TRT Muzîkê strana Agirê Jiyan neweşand!

ad

Kampanyaya ‘Bila Nasnameya Kurd Bê Nasîn’ dest pê kir

ad

Di vê fotoyê de HDP'yî li ku ne?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname