Cannes a sînemayê
Ali Güler / SîneJîn
Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Cannesê, îsal 70’ê saliya xwe pîroz dike. Ev festîval 69 salan bê navber didome û heta niha vê festîvalê gelek caran mora xwe li bûyerên nû xistiye. Rejîmên faþîst yên Îtalya û Elmanyayê mudaxeleyî hilbijartina fîlman dikirin. fîlm li Mostra de Veniseyê dihatin hilbijartin ku ev yek ji bo festîvalê dibû çoþeke mezin. Cannes roja me ya îro jî yek ji sê festîvalên fîlman ên herî mezin ên cîhanê ye. Dibe ku ya herî berbiçav û xwedî prestîj be jî. Bi kurtî navenda cîhana sînemayê ye. Bêguman li hemû cîhanê her kes derheqê vê yekê de tiþtinan dizane. Ev bajarokê piçûk û þîrîn beriya ku festîval biçe wir bajarekî di halê xwe de bû. Berî bi 200 salan belkî di nexþeyê de jî cihê vê deverê tine bû. Ev cihê piçûk ê li ber perê Derya Spî cih û warê masîvanan bû. Wek bajarokên mina St. Rapael, Antibes, St. Maxime û bi dehan bajarokên din ên li ber devê Deryaya Spî. Lê çarenûsa vî bajarokî sala 1938’an guherî. Ji bo Ewrûpayê dema salên dijwar e. Ewrûpa mîna dojehê ye. Di vê demê de mîna gelek tiþtan qedera Cannesê jî tê guhertin.
Di dawiya sala 1938’an de reveberên faþîst ên Elman û Îtalyanî li Mostra de Venisê destê xwe dirêjî hilbijartina fîlman dikirin.
Serboriya bûyîna festîvalê
Piþtre ev dever dibe navend û wargehê hezkirina sînemayê. Wezîrê Perwerdeyê yê Fransa Jean Zay li Cannesê pêþniyaza festîvala fîlman a navneteweyî dike û piþtre jî biryareke bi vî awayê tê girtin. Ji bo vekirina festîvalê jî destpêka roja festîvala Venedikê ango 1’ê Îlona 1939’an tê hilbijartin û amedekarî li gorî vê tên kirin. Ji bo serokê festîvalê jî, yek ji afirînerên sînemayê Louis Lumiere tê hilbijartin.
Lê belê planên ku tên çêkirin pêk nayên. Ji ber ku di heman demê de Elmanya êriþî Polonyayê dike û di 3’ê Îlonê de jî Britanya û Fransa li hemberî Elmanyayê biryara þer didin. Ji ber van bûyeran festîval heta 1946’an pêk nayê. Lê wê salê 1’emîn Festivala Navneteweyî ya Cannesê di navbera 20 Îlonê û 5’ê Cotmehê de, tê lidarxistin. Yekemîn xelata festîvalê ya “Palmiya Zêrîn” derhêner Jacques Becker, bi fîlmê “Antoine et Antoinette” werdigire. Lê belê 2 salên din festival dîsa nayê lidarxistin. Vê carê pirsgirekên aborî hene. Festîval sala 1949’an dîsa tê lidarxistin. Îcar çoþ û kelecaneke mezin heye. Ev hêvî hêzê dide sînemevanan jî. Lê sala 1950’î dîsa ji ber pirsgirêkên aboriyê festîval nayê lidarxistin.
Piþtî sala 1950’î mihrîcana fîlman bê navber û bê pirsgirêk heta sala 1968’an didome. Lê wê salê, 19’ê Gulanê li tevahî Fransayê greveke mezin tê kirin. Serokê juriyê yê festîvalê Louis Malle û derhênerên mîna François Truffaut, Claude Berri, Jean-Gabriel Albicocco, Claude Lelouch, Roman Polanski û Jean-Luc Godard, di salona Palaisê de piþtgiriyê didin karkeran. Ji bo piþtgiriyê jî nîþandana fîlman tê rawestandin. Ev bûyer di dîroka festîvalê de cihekî gelek girîng digire û mora xwe li dîrokê dixe. Piþti vê bûyerê 3 salan, sala 1971’ê, 25’emîn festîvala Cannesê Wezerata Çandê ya Fransayê xelata “Legion d’Honneur” dide lehengê sînemaya bêdeng Charlie Chaplin.
Li dijî Oscarê platforma sinamayê ye!
Ji bilî bûyerên siyasî û aborî her çendî carinan navber bikeviyê lidarxistina wê jî Cannes ev 69 sal in bê navbêr bi elaqeyeke mezin didome. Her çiqas aliyê wê yê populîst û rengê Hollywoodî hebe jî Cannes bi yelpazeya xwe li diji Oscarê platforma sînemayayê ye. Her sal bi sedan sinemavan, hezkirên sinemayê tên Cannesê. Dîsa bi sedan navên derhêneran bi saya vê yekê li cîhanê belav bû. Bêguman Cannes xwe bi xwe nebû Cannes. Heya niha berdêleke mezin, kedeke bêhemba hat dayîn. Ji bo vê îro ev festîval di nava cîhanê de xwedî cihekî teybet e û wekî paytexta sînemeya cîhanê tê binavkirin.
Bajarokê bêhna sînemayayê jê tê: Cannes
Festîvala Cannesê sala 1983’an êdî li cihekî din tê lidarxistin. Di vî cîhî de salonên bi navê sînemavanên navdar Luis Bunuel, Andre Bazin û gelekê din ta nêzî 30 salonan hene. Di van salonan de di nava 10 rojan de bi dehan fîlm bi sedan caran tên nîþandan. Gelek beþên festîvalê hene. Ji bilî “Competition- Peþbirk”, beþên din jî ev in: “Ji derveyî pêþbirkê”, “Un Certain Regard-çalakî” Cinefondation- Ji sinemaya cihanê mînaken fîlmên kurt”, Hilbijartiyên rexnegiran” û “15 rojên derhêneran”
“Un Cartain Regard” penceraya festîvalê ye. Bi kurtî mirov dikare bibêje fîlmên li vir tên nîþandan, temsîla nasnameya festîvalê dikin. Beþa “15 rojên Derhêneran” jî piþtî greva 1968’an hat damezerandin û beþa herî radîkal a festîvalê ye.
Ji bilî van beþan “Marché du fîlm – Bazara fîlman” jî heye. Bazirganên fîlman ên cîhanê di nava van 10 rojan de li vir kom dibin. Fîlm tên kirîn-firotin û ji bo projeyên nû hevdîtin pêk tên. Ji bilî nîþandana fîlman çêkirina partiyan, amedekarina civînên çapameniyê, firotina fîlman, plaketên fîlman di nava kolanan de hewayeke cuda didin vî bajarokî. Zilamên bi smokîn, jinên di nava cilên rengo rengo, morî û mircanan de, xalîçeya sor, posterên stêrkên sînemayê, afîþên reþ û spî. Bi rastî jî ji Cannesê bi her awayî bêhna sînemayê tê.
Cannes ne tenê navenda sînemayê ye. Ev bajarok xwedî 68 hezar û 200 þênî ye. Salê mazûvaniya 150 kongre, fuar û çalakiyên cihê dike. Ji bilî jiyana luks ya 5 sterkî mirov dikare jiyanek mutevazî jî bijî. Li gel dewlemendên Fransî, Britanî, Elman û Rûs kesên ji Tunus, Cazeyir koçî vir kirine jî hene. Her wiha di van salên dawî de Kurd jî tên li vî bajarokî bi cih dibin ku pirraniya wan ciwan in û di karên înþaatê de dixebitin.
Her sal 40 hezer sînemavan tevlî festîvalê dibin
Di van salên dawî de ji hemû cîhanê 1000 rojname, 300 televizyon, 200 ajans, 150 radyo bi tevayî 4,500 rojnamevan û rexnegirên sînemaya yê tevlî festîvalê dibin. 1200 derhêner, 10 hezar amadekar, belavkar û xebatkarê sînemayê û 400 kes ji bo festîvalê akredîtasyonê çêdikin. Festîval bi sponsoriya þaredariya Cannes û Wezereta Çandê ya Fransayê tê organîzekirin. Budceya festîvalê digihîje heta 20 milyon Euroyî. Lê li aliyê din di 10 rojan de 40 hezar sinemavan 250 milyon Euro li vî bajarokî qercdikin. Esnafên Cannesê budceya xwe ya salê sedî 15 di nava van 10 rojan de digirin.
Ji destpêke heya îro xwediyê xelatên ‘Palmeya Zêrin’
Xelata yekemîn di sala 1946 hat dayîn. Heta niha 69 helat hatine dayin. Xelata sala 1946’an bi fîlmê “Antonie et Antoinette” Jacques Becker wer girt. Piþtî vê yekê xelatên festivale derheneren wek Federico Fellini, Henri Colpe, Francesco Rosi, Francis Ford Coppola, Martin Scorsese, birayên Taviani, Emir Kostarika, Yýlmaz Güney, Costa-Gavras, Wim Wenders, Steven Soderbergh, Joel Coen, Abbas Kiarostami, Theo Angelopoulos, birayên Luc û Pierre Dardenne, Lars von Trier, Roman Polanski, Michael Moore, birayên Dardenne û Michael Haneke xelatên “Palmiya Zêrin” wer girtin. Derhênerên ji carekê zêdetir xelat girtine jî ev in: ‘Alf Sjöberg (1946, 1951), Francis Ford Coppola (1974, 1979), Shohei Imamura (1983, 1997), Emir Kusturica (1985, 1995), Bille August (1988, 1992), Luc û Jean-Pierre Dardenne (1999, 2005) û Michael Haneke (2009, 2012)’
Îsal 19 fîlm di pêþbirkê de ne
Festivala Cannesê îsal 70 salan li pey xwe dihêle. Festîval di navbera rojên 17-28 ê Gulanê de tê lidarxistin. Îsal jî wek her sal ji bo xelata “Palmiyeya zêrîn” 19 fîlm di pêþbirkê de ne. Derhêner û fîlmên wan ên ji bo xelata “Palmiyeya Zêrîn” di piþbirkê de cih digirin, ev in:
Ismael’s Ghosts, Arnaud Desplechin
Wonderstruck, Todd Haynes
Le Redoutable, Michel Hazanavicius
The Day After, Hong Sang Soo
Radiance, Naomi Kawase
The Killing Of A Sacred Deer, Yorgos Lanthimos
A Gentle Creature, Sergei Loznitsa
Jupiter’s Moon, Kornél Mundruczó
L’amant Double, François Ozon
You Were Never Really Here, Lynne Ramsay
Good Time, Benny Safdie & Josh Sadie
Loveless, Andrey Zvyagintsev
The Meyerowitz Stories, Noah Baumbach
In The Fade, Fatih Akin
Okja, Bong Joon-Ho
120 Battements Par Minute, Robin Campillo
The Beguiled, Sofia Coppola
Rodin, Jacques Doillon
Happy End, Michael Haneke
Di Cannesê re Kurd jî derbas bûn
Festivala Cannesê cara yekem navê Kurdan bi fîlme “Rê” yê Yilmaz Guney bîhist. Yýlmaz Guney sala 1982’yan bi fîlma ‘Rê’ “Palmiyeya Zêrîn” wergirt. Piþtî Yilmaz Guney sala 2000’î de Behmen Qûbadî, xelata “Kameraya Zêrîn” û xelata” Rexnegirên navneteweyî” wergirt. Hiner Salim jî bi fîlma xwe ya “0 kilometre” ji bo xelata palmiyeya zêrîn ket pêþbirkê. Salem heman salê ji bo xizmeta çanda festîvalê ji aliyê wezîrê çandê yê Fransa Renaud Donnedieu de Vabres ve bi xelata “Nîþaneya Þovalye” hat xelatkirin. Dîsa fîlmên Yuksel Yavuz, Kazým Oz, Rêzan Yeþilbaþ, Schram Alidi, Kudret Güneþ û gelek derhênêren Kurd hatin nîþandan.
Piþtî 35 salan careke din Yilmaz Guney
Fîlma Yilmaz Guney YOL / RÊ piþtî 35 salan dîsa li Cannesê tê nîþandan. Fîlm di beþa “Klasîkên Cannesê” de tê nîþandan. Di vê beþê de ji dîroka sînemayê 24 fîlmên derketine pêþ têne nîþandan. Di nava van de fîlma Yýlmaz Guney jî heye. Her sal fîlma mora xwe li dîroka sînemaya cîhanê xistî ji bo vê beþê tên hilbijartin.