logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bûyera Ferhat Sangewî û em nizanin referandûmê jî çêbikin

  • Dîrok: 17/08/2017
Gotin bi min nakeve (Çimaya wê li jêr e) lê dîsa jî ezê di vê nivîsê de li ser referandûma Başûr çend gotinan bibêjim.

Referandûm û demokrasî ji hev nayên veqetandin
- Referandûm demokrasî ye, rêyên din qebûl nake. Ji ber ku her kes bi awayekî azad dikare bibêje erê, yan na, loma demokrasî ye. Ger kes bi awayekî azad deng nedin çima referandûm çêdibe?
Heta niha li gelek welatan li ser gelek mijaran referandûm çêbûne. Di hinan de erê, hinan de na derketiye. Lê çi deng dabin jî hev "xayîn, xwefiroş" îlan nekirine.

- Bûyera Ferhad Sangewî û Skoçya
Ferhad Sengawî ji YNK'ê derket got "Na". YNK'ê dest danî ser mal û milkê wî (îdîaya “li nav kuçeyan hinan li wî xist” jî hat gotin, min nikarî piştrast bikim). Gelo mafê Sengawî nîn e ku bibêje na? Hin mînak:
Skoçya ji bo ji Brîtanyayê veqete yan na çû referandûmê (18.09.2014). Di dawiyê de NA derket, Skoçya veneqetiya. Lê di referandûmê de kesî derb nexwarin, yên ku ji bo erê jî yên ku ji bo na jî xebitîn bi awayekî azad xebitîn. Jixwe mesele ne wisa be, hema biryarê bidin bila here, çima referandûmê lidar dixin.
Mînaka duyem Îngilistan e: Îngilistan ji bo ji Yekîtiya Ewropayê veqete yan na referandûma bi navê "Brexit" lidar xist (23.06.2016). Hikumeta Cameron ev biryar girtibû; ji nav hikumetê wezîrên ku bi awayekî eşkere ji bo ERÊ xebitîn, yên ku bi awayekî eşkere ji bo NA xebitîn jî hebûn û ev yek eşkere kirin jî. Lê partiya hikumetê dest dananî ser mal û milkê wan, ew ne ji wezîrî, ne ji mebûsê avêtin.
Mînak pir in lê bes in. Dema hûn rabidin dest deynin ser mal û milkê mebûsekî dê dinya bibêje "Hûn hê li nava xwe ne demokrat in, hûn çawa demokrasiyê dixwazin?"
Ha, ger "Na" sûc e, çima di dengdanê de "Na" heye. Ger ne sûc e çima dest datînin ser mal û milkê wî?

- Meseleya meclisê
Hin nivîskarên kurd radibin dibêjin "Girtimayîna meclisê ne asteng e ji bo referandûmê, ma li dinyayê kîjan welat bi meclisê hatiye avakirin..."
A rast meseleyê şêlo dikin. Ger li herêmek tevgerek hebe, xurt be, meclisa wê tune be lê hêza wê ya şoreşê hebe bêyî meclisê jî dikare serxwebûna xwe ragihîne. Lê ger li herêmekê jixwe meclis hebe û tu rabî serokê meclsê biqewirînî, meclisê bigirî ew der demokrasî çênabe (Ew meclis çawa hatibe avakirin, serok çawa hatibe hilbijartin jî ev meseleyên din in ji ber ku niha bi awayekî fermî û bi awayekî meşrû ew serok e û tu nikarî ji paytextê wî biqewirînî, meclisê bigirî)... Ger tu meclisê venekî, dinya dê nebêje meclisa te heye, te li nav xwe hilbjartin kiriye, tu hê kesên hatine hilbijartin qebûl nakî, tu çawa daxwaza hilbijartinek din (yanî referandûm) dikî?
Û li herêmek meclisa mirov hebe ma ne tiştek baş e ku biryara serxwebûna wê herêmê bi hatine cem hev a hemû partiyan û bi biryara meclisê bê dayîn?

- Kurdan Meclis xirab bikar anî
Li vir li ser meclisê tiştên din jî bibêjim: Kurdan meclis baş bikarneanî. Mesela li gor Zagona Iraqê xala 140’î dikaribûn li Kerkûkê û herêmên din referandûm çêbikin û bi rêveberiya kurdî ve girê bidin lê nekirin. Û niha ev meclis bêyî biryara referandûma giştî bide, referandûm çêdibe... Erê kurdan meclis baş bikar neanî ji ber ku her li ser parvekirinanê meclis meşandin, ne ji bo rêveberiyeke yekgirtî, rêveberiyeke gelek serketî û ji bo gel. Mînakek din, mesela meclis, endamên meclisê nizanin petrol bi çi buhayî tê firotin, ew pere diçe ku? Ev îdîa her hin derdoran anîn ziman...

- Artêş, aborî, yekîtî...
Li Başûr jî, Bakur jî gelek kes ji Îsmaîl Beşîkçî hez dikin. Di van demên dawî de bi taybetî başûrî zêdetir jê hez dikin. Û gelek kesên ji xwe re dibêjin "serxwebûnwaz" jî... Beşîkçî dibêje, "Ji bo ragihandina serxwebûnê Artêşa Kurdistanê lazim e, çekên giran lazim in." Lê em hemû dizanin niha artêşek Başûr nîn e, pêşmergeyên du partiyan hene. Di warê aborî de jî du parçeyîbûn heye. Û yekîtî ji xwe nîn e. Ka wê çawa be?

- Mafê kurdên Stenbolê, kurdên Ewropayê
Li nav tora civakî em dibînin ji başûriyan zêdetir kurdên Stenbolê, bi gotinek din kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, kurdên li Ewropayê bi heyecan in, heta dawî "erê"ya referandûmê diparêzin. Lê gotina min ev e: Ne mafê van kurdan e ew qas bi heyecan bin, hinan xayîn nîşan bidin, hinan tûj bikin. Dema NA derkeve tiştek di jiyana van kurdan de naguhere. Dema ERÊ derkeve û ger li Başûr rewş xirabtir bibe dîsa dê tiştek ji jiyana van kurdan neguhere. Ew dê dîsa herin herêmên Ege û Akdenîzê betlaneyê... Ez jî têde, ne mafê me ye em li ser navê başûriyan biryarê bidin, hinan xayîn, hinan neteweperwer îlan bikin. Wekî mînak me di sala 2003'yan de dît çiqas kurdên me qala Kurdistanek azad kirin, çûn Başûr û nekarîn çend meh bijîn vegeriyan cihê xwe. Dema li Başûr qeyran çêbe, zor û zehmetî dest pê bikin jî em dizanin em kurdên vê derê emê neçin wir. Wê çaxê bihêlin bila ew biryara xwe bidin. Û dema erê yan jî na derket em bibêjin "ser çavan", ne ku hinan xayîn îlan bikin.

- Başûr dereng maye
Li ser hin dibêjin “ne dem e” û hin tiştên din dibêjin, ez dibêjin rêveberiya Başûr dereng maye. Ew ji sala 1992'yan ve xweser e. Ji wê demê ve ji bo vê xweseriyê bibe gavên jortir bi têra xwe nexebitî. Tiştên li gor me qal kirin ji wê demê ve ji holê rakirina îro pêdivî bi referandûmê nemabû.
Mînak Kosova ye. Kosova di 10.06.1999'an de pişta xwe dide Neteweyên Yekbûyî (NY). NY'yê ji bo wan, "Mîsyona Rêveberiya Demkî ya Kosova" ragihand. Bi vê yekê Kosovayê gav bi gav serxwebûna xwe honand. Di sala 2008'an de Kosovayê serxwebûna xwe ragihand. Û ji wê rojê heta 2012'yan NY'ê ev serxwebûn şopand, piştî şopandina 4 salan ku qanî bûn ku dem temam e, roja 12.09.2012'yan NY'ê serxwebûna wê erê kir. Û pêre zedîyî 100 welatan Kosova qebûl kir.
Em ji sala 92'yan heta 2003'yan jî deynin aliyek,  em ji sala 2003'yan ve bihesibînin jî tam 14 sal dikin, di van 14 salan de bi têra xwe tişt ji bo serxwebûnê nehatin kirin. Loma bi ya min Başûr dereng jî maye.
Û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yekem car di tîrmeha 2014'an de ragihand ku dê di nav 3-6 mehan de referandûmê çêbikin (01.07.2014, BBC), lê 3 sal ser re derbas bûn ji bo vê gavên xurt nehatin çêkirin, yekîtî, anîna cem hev a partiyan nehat çêkirin. Ji wê rojê de ji bo referandûma îro xebat bihata kirin îro ev nîqaşên ku têne kirin yek jî dê nehata kirin...

‘Referandûm’ an ‘Giştîpirsî’
Çapemeniya nêzî PDK’ê gelek caran ji referandûmê wêdetir peyva “Giştpirsî” bikar tîne. Ev yek pirsa “gelo ev ne referandûm e” tîne bîra mirov. Lê ev heye: Wisa diyar e ev xebat zêdetir ji bo “binêrin gelê me vê yekê dixwaze” tê kirin. Piştî referandûmê serxwebûn bê ragihandin yan na jî dê dem û bi hewla derdoran şikil bigire. Helbet piraniya kurdan dixwazin erê derkeve lê bi ya min erê jî derkeve, na jî derkeve zêde ne pirsgirêk e. Jixwe di sala 2005’an de jî xebatek wisa hatibû kirin. Niha ji referandûmê jî wêdetir tiştê girîng ji destpêka meha 10’an partiyên kurdan ên li Başûr dê tevgerek çawa nîşan bidin? Meseleya yekîtî, aborî, dan û standin, artêş, daxwaza gel... Di van waran de serketin çênebe deh referandûm çêbin jî dê fêde nede. Ev yek referandûman dikin referandûm…

- Kî dixwaze kî naxwaze...
Wekî gotina dawî: Divê hemû alî ji gotina "kî dixwaze kî naxwaze"yê bi paş ve gav biavêjin. Her parçeyek kurdan ne ê kesek tenê ye û bi gotina kesek tenê jî nabe. Rê û rêbazên dinyayê diyar in, li gor van rê û rêbazan yên li Başûr jî, ger ji destê wan tê yên li Ewropa jî, bêyî sloganan bikaribin kar bikin, dîplomasiyê bikin... Rêyek din nîn e... Piştî referandûmê erê jî derkeve, na ji derkeve emê dîsa li rûyê hev binêrin, emê dîsa li kêleka hev bin. Niha de em ji gotinên tûj xwe bi paş ve bidin, heta bikaribin hev qanî bikin dê baştir be...
De a bixêr...

Hin Nivîsen Nivîskar

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • 01 Pûşper 2023

Ez nizanim çi bêjim, lê ez vê dizanim: Ez ne teorîsyen im. Û tiştên li vir ez binivîsim dê hinek not bin. De a bi xer.Hilbijartineke derbas bû û me gelek tişt...

Dê malpera TRT'ê jî biguhere?

  • 13 Rêbendan 2009

 Me pêşî di "Diyarê Me"* de li ser TRT 6'ê hin gotinên xwe gotin. Vê carê emê ji aliyên din ve li meseleyê binêrin.Helbet emê qala ev...

Têkçûna îstîxbarata Îhsan Bozkurt

  • 13 Rezber 2022

Îhsan Bozkurt dibêje, “Îstîxbarata Îhsan Bozkurt tu demê ew qas têk neçûbû.”Bifikirin ku îstîxbarata welatekî têk diçe,...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestên Berken Bereh kirin soranî

ad

Înce Memed Mir..!

ad

'Qirix' û 'Dawiya Dawî' diçin Îzmîrê

ad

Ahmet Turk: Barzanî bivir li lingên xwe dixe

ad

Li Mêrdînê Muzeya Sabanci vêbû

ad

Şaredarên partiyên din beşdarî DTP'ê bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname