Di wan salên ku amûrên xwendinê yên bi kurdî li ber destê me tenê rojnameya Welat hebû û me bi xwendina vê rojnameyê xwe wekî hostayê kurmanciyê didît û li gorî herêm û bajaran em diketin nav nîqaşa li ser devok û rastiya peyvan de, hevalekî me yê culemêrgî yê ji navçeya Çelê hebû. Wekî piraniya culemêrgiyan, vî hevalî jî ji bilî ya xwe kurmanciya yekî ji me nedieciband û bi gotineke ji xwe bawer, her tim digot:
“Di demeke pi kurt de - wî digot 1997- dê Kurdistan azad bibe. Û em ê we tevan - qesta wî em ên ji derveyî Culemêrgê bûn- li Culemêrgê kom bikin, em ê we fêrî kurmancî bikin.” Helbet bila hêla henekî li dera hanê bimîne, lê roja ku min nivîskarê culemergî, birêz omer Dilsoz xwendiye, angaşteke min jî çêbû ku ez jî dibêjim:
1.Kesên ku dixwazin fêrî kurdî bibin, divê tekstên vî camerî bixwînin.
2.Kesên ku dixwazin çêjeke xweş ji xwendina kurmancî werbigirin, dîsa divê heman tiştî bikin.
Dilsoz, di berhema xwe ya dawî, ya bi navê Hevrazên Çiyan dîsa dipeyitîne ku ew pênûsa xwe bi hosteyî di zeviya kurmancî nivîsê de mîna hespê kihêl dibezîne. Bi vegotineke herikbar , nerm û rehwanî wisa hevokan li dû hev rêz dike ku ji ber taybetmendî û xweseriya devoka Culemêrgê ku mirov bêyî alîkariya ferhengê nikare gelek peyvikan têbigihêje jî, bi raza herikbariya xwe û bi hêza hunandina metnê mirovî dixe bin bandora vegotina xwe.
Ew bi vegotina rewş û bûyeran, bi şayesandina dîmen û heyberan seqayeke wêjeyî ava dike, şane bi şane hiş û derûniya mirovî radest dike û di nav vê seqayê de, bi van hest û ramanan xwîner li ewrên çêjê siwar dike û di nava cîhana ku bi hevok û deqên xwe hunandiye digerîne, dibe vî alî û wî aliyê vê cîhanê.
Dilsoz, di “Hevrazên çiyan” de, bi tevna ku di berhemê de saz kiriye, di dem û dewranên ji hev zehf dûr de, me dibe nik lehengên cuda cuda. Lê bi behreyeke hostane dîsa ji nav seqaya ku afirandiye me tîne gastîna rastiyê ku em têdigihêjin ku lehengên ji hev cuda, heman leheng in û derdê me li her dever û li her malê heman derd e.
Wekî mînak di hevnasîna Azad û Hêlîn de, ku hunandin piçekî pirole û hinekî ji rastiyê dûr bûbe jî, mirov dikare di vê berhemê de, “raz”ên nivîs û vegotina kurdî û her wiha “raz”ên têkoşîna miletekî jî bi her awayî bibîne.
Heke ji nivîs û wêjeyê mebest, dîrokpêkanîna rabirdûya dewranek an miletekî û her wiha firehkirina asoya dahatûya wê be, bawer dikim ku Dilsoz di vê de têra xwe bi ser ketiye û ev yek mizgîniya wê xeberê ye ku dê Dilsoz gelek berhemên çêjdar diyarî wêjeya kurdî bike.