MÛŞ
Festîvala Parastina Şînayî û Xweşikirina Xwezayê ya Kanîrokê ya ji aliyê Rêxistina DBP’ê ya Milezgîrê ve tê organizekirin roja 25'ê mehê li dar dikeve. Amadekarên festîvalê banga tevlîbûnê kirin.
Ji bo festîvalê li avahiya BDP'ê ya navçeyê daxuyanî hate dayîn û Hevseroka DBP’ê ya Milazgirê Melek Bogan diyar kir ku bi hezaran kes dê tevî festîvalê bibin û xwest her kes bi rengên xwe beşdarî festîvalê bibe.
Festîval dê roja 25'ê mehê sibehê saet 10.00’an de dest pê bike û hunermend Erol Berxwedan, Rojda û hunermendên herêmî dê beşdar bibin.


