Di heyama zarokatiya me de, keçkên xama bêhtirîn li gundan, rihel (cihêz) amade dikirin. Girêk bi girêk, ta bi ta; dahatûya xwe nîgar dikirin. Li ser cawa spî, bi tayên rengîn, hestên xwe vedigotin. Her reng, her teşe, vederîna hestekê bû. Lê belê, her kesê nizanibû her nîgarê, nîgar bike. Loma, xama nîgara ku dixwestin çêkin, datanîne ber xwe, lê dinihêrîn û bi vî awayî dikaribûn nîgarên xwe çêbikin. Ew nîgara ku lê dinihêrîn, mastereya wan bû. Êdî li gorî bikêriya kesa ku li mastereyê dinihêrî berhema nû dirûvê xwe digirt. Hin jê yek bi yek mastereya xwe dubare dikirin, hin jê ji mastereya ku lê dinihêrîn xweşiktir û hin jê jî bi zorê berhema xwe dişibandine mastereyê.
Serdema hevpar a seretayî ne tê de, di hemû serdeman de, di hemû civakan de, her tim serdest û bindestên van serdastan hebûn/hene. Lê ji serê pêşî û heta bi roja îroyîn – bawerim ku dê her tim jî- bindest li hemberî vê yekê derketine. Hewl dane ku ji bindestiyê rizgar bibin. Serbixwe û azad bijîn.
Bindestd di vê têkoşîna herî pîroz de, ne tenê li hember pergala heyî şer kirine. Di heman katê de, ketine nav gera pergaleke vebijark (alternatîf) jî. Pergaleke ku kes keda kesî nexwe. Pergaleke dadyane. Mixabin tu carê, bi ser neketine ku derfetên pergala xwe saz bikin. Lê bêyî ku rêvebirina civakê bi dest bixin jî, çîn an jî gelê bindest dikarin feraseta bîrdozî û hêvî û xeyalên dahatûya xwe di jiyanê de pêk bînin. Ji bo vê yekê, serhilatdarî ne pêdivî ye ne navgîneke jêneger e.
Mirov/civak dikare di her warî de, di nav xwe de, bi hev re, ji hev re bibe wekhev. Bibe demokrat. Bi dadî ango bi helwestên mirovane tevbigere. Ev yek ji malbatê bigre û heta bi desthilatdariya rêvebiriyên herêmî ango di desthilatdariya şaredariyan de pêkan e. Ma tenê pêkan e? Şert e, pêdivî ye, teqez e. Bi kurtasî, jêneger e. Jixwe berî van hemûyan, pîroz e, pîroooozzzz!!!!
De îcar ku em li civake xwe dinihêrin; hinekî ji nêzîk ve, hinekî ji kûr ve, em çi dibînin û em çi nabînin. Waweylê û sed carî waweylê. Kesên ku rayaderî, rêvebirî ango di saziyekê yan di meqamekî karîger de bi dest xistibin çi dikin?
Mîna wan xamayên ku cihêzên xwe li ber mastereyên kesên dî de çêdikirin, yek bi yek, rasterast, miwekê jî ji mastereya xwe bernadin. Dibine wekî serhilatdarên xwe. Dibine wekî zalimên xwe. Dibine mîna xwînmijên xwe.
Ji wan rantxwiran bêhtir dixwin, ji wan dizên fermî/rewa bêhtir didizin. Him didizin, him tiştekî ji kariyera xwe jî winda nakin. Bi rûpoşeke rengîn, riwê xwe nûxûmandine, riwê rastîn qet naxuye. Sêva kurmî bi şekirekî derewîn sîwax kirine, bêhn û pixara wan qet nagihe ber pozan.
Ku mirov, binê desthilatdariyên ku bêdadî hatine bidestxistin bikole ango serhilatdariyên ku bi hêza xal û apan, bi bikêriya met û xaltiyan, kurxalan, kurmetan, mixaletî û pismam û dotmam û jehr û ziquman.... carekê tenê bikole...
Bêlome be ... bêlome be... bêlome be....
Ew keda pak û pîroz çawa dibe parî û di gewriya wan de derbas dibe?
Bêlome be...
Lê, bêlomeya mezintirîn ew e ku ev aş bi vî awayî bigere. Ev sinc û rewişt bibe xwîna ku di rehên civakê de digere...
Ligel ez dizanim zor zehmet e ku kesê/a diperçiqe neperçiqîne. Yên bindest, nebin serdest. Lê baweriya min bi kedê û bi xwediyê/a wê keda pîroz jî heye; ku dê rojek bê û ew pariya ji ked û xwînê afirandî di wan gewriyên heram de bimîne û hew tiştek..


