Li her dera cîhanê, desthilatdar /dagirker, derûvan in, zalim in, hîlebaz in, bê wijdan in... Lê ne bi qasî rayedarên Tirkiyeyê ku bi salan e ev welat ji xwe re jî, ji gelê kurd re jî kirine dojeh. Bi rayaderiya xwe, bi rêveberiya xwe, bi şekl û rengê xwe, naşibine tu desthilatdarên cîhanê.
Di panelekê de, nivîskar Varlik Ozmenek, vegotibû. Dostekî wî yê biyanî ku li ser cureyên komarên cîhanê lêkolîn û nirxandin dikirin, li Tirkiyeyê bûbû mêvanê wî. Wî camêrî, hemû komarên cîhanê; wekî Komarên Latîn, wekî Komarên Îskandînav, wekî Komarên Îslamî, Komarên Rojavaya Ewropayê û hwd senifandibûn. Birêz Ozmenek jê pirsîbû, gotibû saeta te xweş, te xebateke xweşik kiriye. Ez jî meraq dikim, gelo komara me dikeve nav kîjan koma komaran? Wî camêrî jî bersiv dabû û gotibû ku, ez gelekî li ser vê pirsê xebitîm û ramiyam. Lê mixabin, min kir û nekir, Komara Tirkiyeyê nakeve nav tu komê. Bi rastî jî ji kirin û firezeya vê komara kambax, xuya ye ku wî camêrî rast gotiye.
Desthilatdarên Tirkiyeyê, ji hişkûmandeleyê, hatin pejirandin û nasîna kurdan. Lê pejirandineke bêmaf. Gelekî bê ziman. Hebûneke bi erê-nayê. Ev e, feraseta derûvan û xapînok ku ji bo hêz û vîn û têkoşîna gelekî têk bibe, her roj lîstikeke qerêjî derdixe ser dika jiyanê. Her roj, bendavekê li ber têkoşînê datîne lê ew çi bike bê fêde ye. Lehiya azadiyê, bi hêz, bi rik û navber diherike. Loma tu bendav û astengan li ber xwe nahêle.
Gelê kurd, bi her awayî û bi hemû hêza xwe, bi keda gelekî bindest û bêderfet, hewl dide ku mafên xwe yên sirûştî û mirovane bi dest bixe lê ew di her gavê de bi pêngaveke xapînok, durû derdikevine pêşber. Erê gelê kurd êdî bi hêsanî û zû bi zû naxape lê desthilatdariya faşîst dev ji xefk û xapînokên xwe bernade.
Niha jî bi gava “Di dibistanan de, dersên bijartî” derketiye ser dikê û zotikan dide. Piştî ku zarokên kurdan hatin temenekî ku êdî di destên bişaftinê de, hatin stirîn, dê di hefteyekê de bi du saetên dersa kurdiya bijartî, zimanê dê û bavê xwe fêr bibin. Ew zimanê ku êdî gelek dê û bav jî pê nizanin. Ew zimanê ku bi wî awayî di tu pêvajoya perwerdehî û dûre pêvajoya jiyanê de, di bidestxistina gezek nanî de, bi kêrî tu tiştî nayê, fêr bibin. Ne tenê ev, bi heman gavê, dê propagandayê bike û bibêje ku, wa ye min mafê zimanê dayikê jî daye, êdî hûn çi dixwazin?
Tew tew lo lo. Wey wey lê lê...
Dibe ku li hemberî vê lîstika durû, hin kes bibêjin, qurban niha ev qas, sibê dê hin bi hin zêde kin. Em a niha vê qebûl bikin, piştî demekê em ê mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî jî bi dest bixin. Lê mixabin rastî ne wisa ye. Hem di niyeta vê desthilatdariyê de, hem di pratîka jiyanê de tu rastiya wê nîn e. Piştî ku zarokên kurdan di nav deryaya bişaftinê de, her roj hatin şûştin û guvaştin, piştî temenê zîz ê fêrbûnê, hê ji nû ve û di hefteyê de, bi du saetên ku desthilatdarên xapînok bexişandine, dê zimanê xwe fêr bibin.
Ligel ku ji hêla bişaftinê ve zimanê kurdî, di nav pêvajoyeke xeternak de ye, her kes bi vê durûtî û vê hîlebaziya dawîn serwext e. Bi du saetan zimanek nayê fêrbûn. Zimanê gelekî, ji bo wî gelî çima dibe bijartî, çima ne her roj û her gav, lê di hefteyê de tenê du saet.
Tenê di vê mijarê de, diyar e ku helwesta vê hikumetê li hember gelê kurd û rastiyê çi ye. Tenê ev nêt û hewldana xapînok, rastî, sinc û rewişta vê ferasetê, li ber çavan radixe. Ku mafên gelekî, mafên zimanekî kevnare ya vê xaka qedîm dike bazara siyaseta qerêjî.
Ji ber vê yekê jî, daxwaz û çareseriya tekane, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Divê ji her rojê û ji her carê bêtir têkoşîna ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bidome û xurt bibe. Divê ji hêlekê ve ev têkoşîn geş bibe, ji hêla dî ve jî, dara kurdiyê bi her cure xebatê bê avdan.
Azadî jî, serkeftin jî, bi kedê pêkan e.


