Wekî ku tê zanîn, Mîr Celadet Bedirxanê mişextî, mişextiyê mîrekiya Botan, bi hewldan û kirinên xwe yê neteweyî, kirûyeke pîrozwer e. Ew bi ked û zanîna xwe, bû pêşengê zimanê neteweya xwe. Bingeha rêzimana kurdî danî û her wiha bi vê hewldana xwe bû sedema pêşketina wêjeya kurdî jî ku bi navê “Ekola Hawarê” kete nav rûpelên zêrîn yê dîroka gelê xwe. Bêşik, birêz Bedîrxan di nav şert û mercên dem û rewşa mişextiyê de, navgîneke karîger hilbijartibû ku karîbû bibe mîrateya wêjeya kurdî û rehên xwe bigihîne nifşên piştî bi sedan sal.
Ji ber vê hindê ye ku îro, rewşenbîrên kurd û her wiha pêşengên kurd bi wê hişmendî û zîziyê tevdigerin û roja ku kovara Hawarê dest bi weşanê kiriye kirine Roşana Zimanê Kurdî. (Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de, li Şamê dest bi weşanê kiriye.) Bi vê mebestê, her sal li gelek deverên welêt, çalakî û xebatên zimên li dar dixin. Balê dikşînin ser girîngî û pêwîstiya zimanê dayikê. Li ser bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê nîqaş û pêşniyaran dikin.
Kurd di vî warî de, ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê xwe têkevin nav çi hewldanên rewa, mafê wan heye. Û heya roja mafê xwe bi dest bixin, çi jî bikin kêm e, hindik e. Jixwe ev tiştekî teqez e. Lê li vir ez dixwazim balê bikşînim ser hin tiştan ku wisa bi min tê ku em hinekî rûmetê didin xweşanîdanê. Em ji dil û rast tevnagerin. Em li dora kêvir digerin, em milê xwe nadin ber. Em dibêjin lê em nakin. Em dest pê dikin, em nabin sêrî. Em xwe dixapînin, em henekê xwe bi xwe dikin. Em li awêneya ku rewşa me beloq dike nanêrin…
Ku mirov li rewş û tevgera kurdan a berbiçav binêre; nakokî û îroniya ku dijîn pir bi hêsanî xuya ye. Em roja destpêkirina weşana kovarekê ji xwe re dikin “Roja Roşana Zimên” (helbet ev biryareke zehf rast e) lê em rojname û kovarên ku di roja îroyîn de ligel sed zehmetkêşiyê weşana xwe dom dikin nakirin, em bikirin jî em naxwînin. Li riwê berhemên wêjeya kurdî, çi kevin çi yên nûjen nanêrin lê bikêf û coş em roşana zimên pîroz dikin.
Ji bo rewşa zimanê kurdî ya ku îro tê de ye, ne hewceye gelek nirxandin û lêkolîn û têgeh û axaftinên giregir. Bi mînakekî pir piçûçik ez ê fotografa rewşê raxînim ber çavan.
Berî bi çend rojan hevalekî ji rêvebiriya Egitim- Sen Şaxa Amedê, nirxandinekê derheqê bişaftinê de ji min xwest. Li dibistana ku ez tê de dixebitim (di zikê Bajarê Amedê de ye) min ji 60 mamosteyê kurd pirsî:
Ji 60’î dê û bavê 4 kesan bi kurdî nizanîbûn,
Ji 60’î 10 kes bi kurdî nizanîbûn,
100 zarokên 60 mamsteyên navborî hebûn,
Ji van 100 zarokan, tenê û bi tikîtenê 4 zarok bi kurdî dizanîn…
MIXABINMIXABINMIXABINMIXABINMIXABINMIXABINMIXABIN
Bêşik, ziman pîroz e. Divê bê pîrozkirin. Pîrozkirina herî mezin û xweş; jiyandina zimên e.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar Îsmaîl Dîndar ku heta niha carinan ji me re nivîs dişand ji niha û pêde êdî wê wekî qunciknivîskarê Diyarnameyê bi me re be.
Dîndar di quncikê xwe yê bi navê ZELAL de wê bi nivîsên xwe bi we re be.
Îsmaîl Dîndar kî ye?
Nivîskar Îsmaîl Dîndar di sala 1965'an de, li gundekî Midyadê (Qertmîn) ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye û di navbera salên 1975 û 1981'ê de li Erxeniyê 6 salan dibistana Dicle Ogretmen Lisesi, leylî xwendiye. Wî, di navbera salên 1981 û 1983'yan de li bajarê Çanakkale Dibistana Bilind a Mamostetiyê kuta kiriye.
Dîndar di meha reşemiya 1984'an de li bajarê Mereşê dest bi mamostetiya dibistana seretayî kiriye û niha li Amedê karê xwe yê mamostetiyê didomîne.
Dîndar ji sala 2001'ê ve bi kurdî re eleqedar e û heta niha di gelek rojname, kovaran nivîsên wî hatine weşandin.
Heta niha bi navê "Hemû Demsal Payîz in" (Belkî, 2007) û "Kewên Birçî" (Avesta, 2010) du pirtûkên wî derketine.
Em ji hevalê xwe Îsmaîl Dîndar re dibêjin tu bi xêr hatî nav malbata Diyarnameyê.


