Piştî bûyera trajîk a li Kopê, medyayê û hemî kesan, “ji bo giya” heft mêr hatin kuştin, gotin û bi vî awayî, bûyer şermezar kirin. Li vî welatî, di derûniya kurdan de lekeyek din cih da xwe, bi awayek bê deng, gelek kurdan, ‘em ev in’, gotin xwe, serê xwe berjêr kirin!
Nêziktêdayîna yekem tu car naxwaze li ser sedeman raweste! A duyem jî, bi piranî, meseleyên wisa wekî qederekê dibîne, xwe bêçare hîs dike, li ser sedeman ranaweste, bi tewrên hestiyar re, dikeve halê kesên di bûyeran de!
Heger îhtîmala pêşîlêgirtina xirabiyê hebe û hewl tunebin, rastiya kuştinên gewr xwe dide der. Bûyerên namûsê û bûyerên mêrkuştinê di esasê xwe de meseleya perwerdeya modern in. Tu kes nikare îdîa bike ku îro roj kurd bes ji perwerdeyê sûd werdigirin. Heya kurd bi zimanê xwe perwerde nebînin, ji demokrasiyê bêpar bimînin gelek problemên kesayetî û rihî wê berdewam bin.
Hêrs jî wekî hezkirinê hestek însanî ye lê ku neyê kontrolkirin encamên neyînî xwe didin der ku pê re heger hesabê têgehên wekî ‘xîret, namûs...” jî bêne kirin encam trajedî ne.
Problemên wisa ku bêne analîzkirin ê bêne dîtin bê di binê wê halê bi hêrs de çi travma hene. Însan bi sayakî lê binihêre wekî sedem an wê giya bê dîtin an pevçûnên zarokan an hezkirina keç û xortan... Kes naxwaze bifikire bê ew rih di mercên çawa de bi çi awayî bi teşe bûne. Mercên siruştê, mercên jiyanê, folklorek mişt bi hest, refleksên eşîrî, toreyek reş a ‘mêrxasiyê” helbet însanên bêyî dibistan. (Dibistan hene lê navê wan dibistan in, bi tevî problema ziman gelek problemên din yên perwerdehiyê hene ku ev mijarek din e)
Aniha, wextê van xêzan lê dikim, hevokên ecêb êrîşî hişê min dikin, hewl didim xwe ji hukmê wan hevokan bikim; Yareb, ev çi taybetî ye te daye însanan ku bi qasî “başiyê” dikarin ji “xirabiyê” jî hez bikin! Gelo însan û însaniyet her derewan dikin? Ew her xwe li başiyê digirin, behsa başiyê dikin lê li dinyayê xirabî ji başiyê pirtir e! Ev çi lezet e di xirabiyê de?


