Dixwazim beriya nivîsa xwe du nîşeyan lê bikim:
Nîşe 1:
Di nivîsek xwe de min der kiribû da nivîskarên kurd ji jiyanê dûr in. Ew rexne ji bo gotar , teorî û nivîsên rojane bû. Min xwest hinek bal bikişînim alî entelektueliyê. Ne bi wê niyetê bû ku ji bo çi berhemên wan ên edebî ji alî naverokê ve bi jiyana li wan deveran xwe nadin der.
Helbet rastiyek nivîskarên kurd e ku ew biçin ku jî jiyana wan a edebî, mekanên wan ên mane di dilê wan de yê her bi wan re be û ev baş e jî. Gelek berhemên ku xwe li koçberiyê dane der di edebiyata me de her bûne riyek, dengek û sewdayek.
Ew halê me, ew halê ku ji jiyanê dûr belkî hinekî bi “tirali”ya me ve girêdayî ye!
Û pirsek: Gelo nivîskarek li Mêrsînê be, li Îzmîrê bey an jî li Stenbolê be em ê karibin bêjin nivîskarê/a koçber? Mîsal, tê gotin ku li Stenbol çar-pênc mîlyon kurd hene. Ji alî erdnîgarî bi tenê ve bi nav kirin gelo bes e?
Nîşe 2:
Di sohbetekê de min der kiribû ku di nav nifşê nodî de nivîskarên serhedî kêm bûn lewre derfetên kurmancî yên wê herêmê bi ser ziman neket. Ji bo bi xelet neyê têgihîştin pêdivî bi çend gotinan heye.
Bi salên nodî re kurmancî bi saya medya û saziyan bi awayek carek din rê da xwe. Nifşê nodî ji bo ziman bûn reng û dengên nû. Lê ez dikarim bêjim nivîskarên serhedî kêm bûn. Belê kesên mîna Kawa Nemir jî hebûn lê wan çaxan derfetên derbirînê yên devoka Serhedê bi nav ziman nediket. (Kawa bi pirtûka xwe a bi navê “Bîşenga Deşta Dûr” derfetên devoka Serhedê kir şerbet û bera nav beroşa şerbeta ziman da.)
Helbet gelek nivîskarên serhedî ên bi rûmet hene û derfetên ziman jî bikaranîne lê ji ber ku medyayê bi awayek gelemperî xwe digihand girseyan muhîm bû lewre ez bi taybetî behsa nifşê nodî û medyaya wê çaxê û hê jî domdar e dikim.
Ev xalek muhîm e. Helbet hê zarava baş bi derfetên hev şad nebûne hîç nebe derfetên devokan ên derbirînê bi nav ziman bikevin ê ber li ziman bêtir berfireh be.
***
Hin kes hene bi dilê xwe, bi hişê xwe, bi nêzîktêdayîna xwe ya li jiyanê, yan helbestvan in, an hunermend in, an çîroknûs in… Ew ji me dûr in, em bi navê wan nizanin lê ew gelek nêzî jiyanê ne; mîna darekê di nav jiyana xwe ya sirûştî de dijîn. Em pirî caran hay ji wan çê nabin. Kesên wisa û berhemên wan her dem bala min dikişîne; ez bûme şahidê gelek berhemên wan ên hêja. Ez dixwazim berhemeke wisa pêşkêşî we bikim.
Berî çendekê ji bo panelê em li Mêrdîn bûn. Ji ber ku navê romana min “Gîtara Bê Têl” bû dostekî , wêneyê VICTOR JARA ku di dest de gîtar heye diyarî min kir. Min sipasiya wî kir û wiha gote wî:
“Gelek sipas ji bo dilsoziya te. Lê ev barekî giran e; ez ê nikaribim ji alî karwanî û naverokê ve vî barî hilbigirim. Ez ê hew karibim xwe li hezkirinê bigirim; kesên mîna VICTOR JARA her dixwestin hezkirin bibe şerbeta jiyanê. Bila soza min hew hewlên hezkirinê be di edebiyatê de, bi dilsozî ez ê bêjim ku ew bar û ew rastî ji me dûr e!”
Bi dû re me fersend dît da em sohbet bikin. Kek A.Wahab Omuzlar helbestekî xwe ji min re xwend. Ew erebekî Mêrdînî ye. Bila biryar bi aîdê xwendevanan be lê wekî xwendevanekî ez ê karibim bêjim ji derî kilama Şivan a ji bo Helebçe berhema herî bandor li min kir ew helbest e.
Gerek bê destnîşankirin ku kek Wahab helbest bi erebî lê kiriye. Wî li tirkî wergerand.Min jî ji tirkî wergerand kurmancî. Orîjînala helbestê ji malpera “Rojava” re hate hinartin. Ji bo bi erebî were weşandin.
Kerem bikin helbesteke helbestvanekî, belkî êdî ji me jî dûr nemîne, bixwînin.
BERXÊ MIN Û BAJARÊ MIN HELEBÇE*
Dilê min lê dide, lê dide berxêm…
Raweste, baş bi destê diya xwe bigire, bernede!
Asîman her dijberiya me kir!..
Ewrên şimayî datên berxêm,
Ji dûr ve, ewrên reşetarî, tên…
Ji doh de bêtir bi bez in kîvroşk,
Dilê min lê dide, lê dide berxêm…
Raweste, keviran bibîne;
Xwe ji kelecanî bike, daran bibîne,
Kevir digirîn berxêm,
Pelên daran bi lerizîn!
Bi weşîn! Bi ser xwîna zarokan de dikevin.
Berxêm!..Raweste!..Rûnê!..
Bifikire, megrî!.. Berxêm.
Zimanê xwe yê zikmakî di dibistana dadê de,
Bi xwehên xwe re, bi birayên xwe re bixwîne!..
Li bajarên min Helebçe û Xaze.
Berxêm, bajarêm!..Bajarê min Helebçe!..
*A.Wahab Omuzlar


