Rahmet li civata haziran. Galegal li devê deriyê mizawiran.
Pelekî ji darê hatî xwarê me. Ba li min dide. Digindirim. Têm hewşa we. Li kevirekî disekinim. Bi sivikiya xwe kevir zevt dikim. Bernadim. Lewma giran dibim. Çend carên din ba min dileqîne. Li alî dibim, lê naqelibim. Xwe digrim. Bi kevir ve dijidim. Sistî heram e li min.
Tu li ber pencerê yî. Payîz digire nîvê deriyê te. Xwe li kevir girê didim bi çar hêlên xwe. Ji jêr de li te dinêrim. Mijangên te dibînim. Şil in. Li ser her du gepên te xêzikeke reş. Lêvên te dicirifin. Xuya ye payîz li te nayên. Mixabin li min jî nehatin. Ji lewma ye niha li vir im. Ferq nake ji min, ha li vir û ha li wir im. Pelekî li ber bê me ez. Dizivirim.
Ji qedera xwe razî me. Naxwazim wekî te xemgîn bim. Xuya ye tu jî ji qedera xwe razî yî, lê çima wiha xemgîn î? Nizanim. Ji bo min ferq nake. Xemgînî û kêfxweşî. Her du jî di yek kirasî de ne. Dibêm qey wextê Xwedê ev rihiyet belav kirine ez hîna ji guliyê dara xwe nepekiya me. Herhal hîna bêhna kulîlka min neketiye bêvila yekî ji we. Belbî hîna mijangên te şil nebûbûn, kila te neherikî bû ser hinarikan. Nizanim. Jixwe zanibim wê çi biguhere? Vê jî nizanim. Mecbûr e hin tişt biguherin? Ne mecbûr e. Binêr. Bi vê yekê zanim. Zanim tu tiştekî min li ser dinyê ne ferz e. Mîsal, ez ji wê darê neweşiya bûma û negihama heta vê hewşê, wê çi biguheriya? Wê çend hêsirên te kêm bibûna? Wê payîz nehata? Ba ranebûba? Xunav nebariya û ax şil nebûba? Wê tiştek neguheriya? Mecbûr e biguheriya? Na.
Mixabin, berî niha min got tu ji qedera xwe razî yî lê dixwazim gotina xwe daqurtînim. Tu. Yanî ya niha li ber pencerê bi herdu hinarikên xwe yê şil li pel û pelçimên weşiyayî dinêrî. Tu-
ji-
qedera-
xwe -
ne -
razî -
yî. Lewma wiha xemgîn î. Niha yên dengê min diçe guhê wan wê bibêjin; li cîhê berxwedan jiyan û jiyan berxwedan be çi hacet e li me û qederê? Hacet e berxwedan can. Hacet e jiyan qurban. Li teqlên min binêrin, çawa bi ba re gindir bûm heta vir. Ne ji vî kevirî bûya niha hîna digindirîm. Tu li îşê qederê hela. Hatim û li vir sekinîm. Sekinîm û li du mijangên şil qelibîm. Qelibîm û axivîm. Axivîm û giham her destê we. Rahmet li civata haziran û galelal li devê deriyê mizawiran. Li vir mizawir ez im. Qeder mere dike her tişt gelî canik û camêran.
Pelekî ji darê hatî xwarê me. Ba li min dide. Digindirim. Digihêm heta ber deriyê malên we. Du mijangên şil dibînim. Xwe li kevirekî dijidînim.
Sivik im. Bayekî din tê. Ne heman ba ye. Şid e. Diqelibim. Lingek ji hundir malê derdikeve. Di ser min re gav dike. Gava din pêl min dike. Bi heriyê ve diçikim. Mijangên min şil dibin. Gav derdikeve derveyê hewşê. Pêrgî cîranan tê.
Yek dibêje; ev zêdeyî mehekê ye herba cîhanê destpêkiriye.
Yê din dibêje; ev çawa cîhan e ji sê çar welatan pêk tê?
Heqet, dibêjim, ev çawa cîhan e.
Min nabihîzin. Dizivirim carek din li pencereya we dinêrim. Tu ne li wir î.


