Ez û hevala xwe li meyxaneyekê rûniştî ne. Mekan mişt dûman e. Gelo serê min xweş bûye nizanim lê çavên min xumam dibînin.
Dibêje, “Ezê ji te serpêhatiyek xwe bibêjim, lê di dexlê te de me tu ji keseke din re qal neke”.
“Jixwe tu bi min zanî” dibêjim, “heta hebim dikarim di xwe de bigirim.”
“Zanim. Belbî serhişkiya te hinekî jî ji vir tê.”
“Na. Ez ne serhişk im. Tenê hinekî di xwe de me.”
“Erê canim, yên nizanibin wê bibêjin qey em hevdu nasnakin.”
“Yên zanibin jî wê bibêjin qey em nasnakin.”
“Zanebûn çi ye jixwe lo?”
“Benikeke qinabê ye.”
“Na. Qinab zexm e. Tayikeke porê min e dibêjim qey.”
“Dibe.”
Bîrayekê ji garson dixwazim.
“Guh nedê” dibêjim. “Bihêle li ku derê diqete bila li wir bimîne. Tu serpêhatiya xwe bibêje, şev kin e.”
*
Rê.
Berêvareke zelal e. Hîna zer nebûnê pel û çilo. Serê heyvê hema dike derkeve. Xemgînim. Rê jî xemgîn e. Dengê motora erebeyê, muzîka li ser radyo, destê pêşî bi dîreksiyon û paşre bi dinyê dibe, şewqa lempeyên ji hember tên, hêsira vê kêliyê xwe gihand gewriya min û hin tiştên din, em xemgîn in.
Rê. Vî çendî kesî li ser rêyan nabînim. Vî çendî min gurzek sal in. Êdî tu kes li xwe naheyire. Dixwazim bibêjim "dinya hinekî jî li xwe heyirîn e" lê naxwazim gotinên ji qama xwe bilintir bikim. Lewma min negot. Wextekê ez jî li xwe heyirîm. 'Wextek'a min belbî aniha be, nizanim. Ezê ji ku zanibim ewê ji nava zelaliya vê berêvarê pejnek xuyanî bibe? Qapûtekî generalan li bejnê. Potîneke leşkeran di lingan de. Ji hev zîvalzîvalî. Wekî kevroşkekî ji nav lepên du tajiyên neçirvanan reviyayî li pêş min sekinî ye. Ji hev de ketî.
Bû xizîna tekeran. Dêmeg qey heta tê de heye min xwe bi frên re dagerandiye. Bêvila erebeyê hema hema negihaştê. Mêrik qet neliviya, mîna qetirpîlekî li pêşiya erebeyê sekinî. Bi hêrs li min dinêre. Ew hêsirên dixwazin ji xemgîniya min der bibin bi derbekê re poşman dibin, di nigê nig de vedigerin hundirê min. Hay min ji wan bû wê biherikin bibin gol, nebûn. Bila bimîne careke din.
Mêrik destekî dixe newqa xwe. Bi destê din qapût li alî dike. Wê gavê dibînim ji qapût pêvtir tiştek li ser bedena wî tune ye. Teşta zikê wî li ber farên erebê dibiriqe. Hacetê wî pê ve daleqandî ye. 'Otere ye. Destê xwe ji newqa xwe bilind dike û wekî demançe di dest de be berê du tiliyan dide min. Pêl tetîgê dike. Ji zendikê de diheje dest. Ez bi paldankê ve dizeliqim. Zû bi zû tê dikeve paldanka kêleka min. Şelpeze ye. "Bimeş" dibêje. Dimeşim. Difitile dû xwe. Çend derb guleyên din berdide yên qaşo teqîbata me dikin. Guleyên wî di nav dûmana li pişta erebê rabûye winda dibin. Li pêşiya xwe vedigere. Rê li ber me zirav dibe. Radyo derbasî reklaman bûye. "Xurîn Shop! Bo dermanê nexweşan, rengê taştêyan em her cûre qatix bi destên xwe ji bo we amade dikin, penêrê terr, helandî û yê kesidandî, mastê mîha, rûnê niviştî, lorik, hêkên rojane û her cûre xwarinên organîk, bi awayeke hîjyenîk li benda we ne. Bi Xurîn nemînin, bila nexweşî we neShopînin! Xurîn Shop!"
*
Dergeh.
Bêdengiyeke hema tu bibê heye di navbera me de. Lingên min diricifin. Heta digihêm ber wê dergehê çavên xwe qet ji xêzikên rê venaqetînim. Li texma avahiyê dibêje: “Hopp.” Xwe bi frên re dadigerinîm. Bi erdê re dikişin teker. Taveheyv e dinya. ‘Oterê min ji erebê dadikeve. Dimeşe ber bi avahiyê. Qapûtkê wî li ba dibe. Tav a heyvê dide kulîmekên wî. Dibiriqe. Deriyê avahiyê vekirî ye. Dikeve hundir. Rûyê xwe didim ber mirêka tawanê erebeyê. Rîmela min herikî ye, lêvên min reş, wechê min zer û çavên min sor bûne. Porê min bûye ‘incol. Ji xwe vedikişim. Ronahiyek zer ji deriyê avahiyê dide der. Kêliyekê wilo bê tevger disekinim. Tu tişt daqewime. Meraqek digire ser min. Ji erebeyê dadikevim. Bayê pêşîn li rûyê min dide. Dire’ilim. Bi tirs dimeşim ber derî. Li hundir guhdar dikim. Tu sewt tune ye. Lingekî xwe di ser sara derî re dirêjî hundir dikim. Leylan ji şûna lingê min radibe û min ber bi xwe de dikişîne. Xwe paş de dikişînim lê qeweta min nagihêjê. Gav bi gav dikişim hundirê avahiyê. Dinya ditewe. Zeman zîz dibe. Difitile û xwe li bedena min dipêçe. Hêla din ji dinyê firehtir e. Çavên xwe digrim. Wekî din tiştek ji destên min nayê. Ji tengiya dinyayê xelas dibim. Derbasî gerdûneke firehtir dibim. Hê nûka hinekî sist dibim. Çavên xwe vedikim, li vir im.
“Îşev bes. Ka em ranebin?” dibêje.
“Ma hew?”
“Bila bimîne şevek din” dibêje.
Em derdikevin. Bayekî pêşîn li rûkên me dide. “Çend rojên din wê pel û çilo zer bibin” dibêjim.