logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

'Leylan', 'Wenda' û 'Natirsim' li benda we ne

Sê albumên nû 'Leylan'a Ayfer Duzdaş, 'Wenda'ya Mehmet Atli û 'Natirsim'a Diyar derketin pêşkeşî guhdarên xwe.

  • Dîrok: 05/07/2008
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Sê albumên nû 'Leylan'a Ayfer Duzdaş, 'Wenda'ya Mehmet Atli bi etîketa Kom Muzîkê û 'Natirsim'a Diyar bi etîketa Kom û Mîr Muzîkê derketin.


Yekem album: 'Leylan'

Hunermend Ayfer Duzdaş salên dirêj e di nav muzîka kurdî de ye. Di bin banê NÇM'ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de di Koma Vengê Sodirî, Koma Asmîn de cih girt, di nav gelek projeyên cur bi cur de cih girt. Duzdaş niha bi yekem albuma xwe ya solo derket pêşberî hunerhezan.
Di albuma ku navê "Leylan" lê kirine de 13 stranên cih girtine. Ji wan gotinên stranên 'Çarşemê' û 'Ûskira' aîdê Cemal Çelebî, strana 'Dîcle' yê Dayika Dîcle ye û stranên din gelêrî ne. Stranên albumê ji çar parçeyan hatine berhevkirin û bi kurmancî, zazakî û soranî hatine xwendin. Êş, hesret, evîn bi dengekî dilşewat hatine vegotine.
Aranjoriya albumê Mustafa Bîber kiriye û rengeke modern, bêyî reseniya kurdî winda bibe li albumê kiriye.
Duzdaş bi dengê xwe yê orjînal, cihêreng rih daye stranên 'Dotmamê', 'Dîcle', 'Çarşeme', 'Dîlber', 'Çil Mercan', 'Ay Dal Leyro', 'Ziravê', 'Laylayê', 'Qeqibo', 'Leyro Leyro', 'Kamel', 'Ûskira' û 'Xurnîk'


Ji dengê evînê 'Wenda'

Mehmet Atli di nav muzîka kurdî de ciheke girîng digire. Atli bi rihê evînî stranan dibêje, evînê pêşkêşî guhdaran dike. Piştî "Jahr"ê Atli vê carê dibêje "Winda".
Di albumê de 12 stranên bi navê 'Ya Erê Ya Na', 'Pismamo', 'Wenda', 'Kennêr', 'Şino Nino', 'Name', 'Pisîk', 'Li Geliyekî', 'Ay Lê Gulê', 'Gelawêj', 'Qefes' û 'Havîn î'.
Mehmet Atli, Murat Ozturk û Serdar Keskîn ne komekî bin jî ev demeke dirêj e bi hev re kar dikin, hunereke xweşik pêşkêş dikin. Wan "Têlkarî" ku zêdetir enstrumantal e derxistibû ser dikê û çend caran konser dabû. Di vê albumê de jî bi aranjoriyê her sêyan mohra xwe li albumê daye.
Album bi muzîkekeke serketî, bi xwendineke narîn hatiye pêşkêşkirin, dengek evînî lê hatiye barkirin. Atli stranên balkêş hilbijartine, rih daye helbestên navdarên kurdan. Ji Cegerxwîn girtiye "Pismamo", "Name"ya Evdila Pêşew pêşkêş kiriye û "Li Geliyekî" ya Arjen Arî girtiye û guhdar birine geliyê. Her wiha strana "Ay lê gulê" ku gotinên wê aîdê Rêcnber in û muzîk aîdê Mihemed Şêxo ye jî di albumê de hatiye xwendin.


Diyar vê carê dibêje "Natirsim"

Hunermend Diyar bi dehan salan e rih dide stranên kurdî. Heta niha dengê wî li seranserê bajarên kurdan belav bûye, albumên wî hatine hembêzkirin. Vê carê ew dibêje "Natirsim" û albuma xwe ya nû pêşkêş dike.
Di albumê de ji bilî "Lê lê Bêmal" a gelêrî ku Eyşe Şanê berê gotibû, stranan "Çiyayê Nurhaq" a Hamît Ertaş û "Meverme Zeriya Min" a Suleyman Gunyelî stranên din gotinên wê aîdê Diyar bi xwe ne.
Diyar bi "Gundê me" guhdaran dibe gundên ku hatine valakirin, bi "Natirsimê" serî hil dide, "Ax lê dayê"yê diyarî dayika xwe dike. Ew bi "Keçika Metê" dil ber dide keçikê, bi "Çiyayê Nurhaq" sîmgeyên cihêreng pêşkêş dike.
Wekî hemû albumên xwe Diyar di vê albumê de jî straneke bi tirkî xwendiye: "Pîro".
Di albuma Diyar ku aranjoriya wê Yaşar Başozdeş kiriye de stranên wekî 'Gundê Me', 'Natirsim'. 'Keçika Metê', 'Çiyayê Nûrhaq',  'Ax Lê Dayê', 'Zalim Yarê', 'Nikarim Bi Vî Dilî', 'Lê Lê Bêma', 'Yar Nakene', 'Meverve Zeriya Min', 'Pîro', 'Husna', 'De Were', 'Tu Nahatî'.

Wekî gotina dawî her sê album jî ne ji rêzê ne, bi deng û muzîka xwe, bi pêşkêşkirina stranan a cureyên cihêreng balê dikişînin û hêjayî guhdarîkirinê ne.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

MED-DER'ê kongreya xwe saz kir

ad

12 baroyan li ser Bendava Tişrînê daxuyanî dan

ad

Dimay 75 serî kitab ber teslîm kerd

ad

Anne Hathaway û Rihanna jî beşdarî 'Ocean's 8' dibin

ad

Bi xêra wê kovar têne firotin

ad

Avestakurd carek din êrîşê nivîskarên kurd dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname