logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Adar, nivîsek bê paragraf

  • Dîrok: 26/03/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Di qulikên pelê titûna ter re dibînim. Du çingîn têne guhên min. Yek jê çingîna tasa avê ye, ya din seriyê li hesin ketî. Berî têkevin serşokê di xwêdanê de bûn. Kêliyeke germa serê biharê ye. Mêşhingivekê serî xistibû çavê kulîlkekê. Xalxaloka jinikê tiliyên xwe dirêjî wê dikir li ser pel û pelçiman eware digeriya. Di çav jinikê de ev ger gera kêzxatûnekê ye. Kêzika her carê berê xwe diguherand tu carî bi qasî tiliyan ne bi lez e. Serî bi vê lezê dernaxe, radikişe ser tiliyê. Jinik kêzikê tîne ber bêvila xwe û piff dikê bi herdu lêvan. Ti tişt jê nehat xwestin lewma sivik difire. Li ser kulîlkekê dadikeve. Dev dixê, dimêje. Wê gavê destê jinikê li laşê wê digere. Wekî destekî li xwe bigere di valahiyê de diçe û tê. Berî dide xwe. Li ser sînga xwe dadikeve. Bi serê tiliyan gewriya xwe miz dide. Dadikeve serê pêsîran. Çik bûne serî. Dest li ser hebenoka hişk digere. Tevzînok digrin laşê wê. Diricife. Destekî wê dirêjî ranên wê dibe. Şil dibe qirik. Ziman pahn dibe li ser lêvan. Çav tên girtin. Fetlonek li laş dikevin. Digindire. Dest jê naqerin. Livên laş bi leztir dibin. Dest bi şidtir diçin û tên. Her carê mohreke nû li dewsa derbên xwe dihêlin. Sor dibe şûna dewsê. Bi her derbeke din bêhtir nêzîkî xwe dibe. Diqelize. Çong dikişin ber sîngê. Destek hê li ser hebenokên pêsîran e, yê ji min nexuyanî di nava çîpan de ye. Dicive ser hev. Bi her fetlonekeke nû bêhtir dikişe xwe. Ling di laş de winda dibin. Dest, wekî çengek berfa tu biavêjî nav avê li ser sîngê dihêlin. Serî dikişe qalikê xwe. Heta dimîne loqek goşt ev lîstik berdewam e. Ji min bû wê tiştê mayî jî bihele. Wê gavê sekinî. Deng jê biliya. Kêliyekê bê liv ma,  paşê bû îskeîska navê, dest bi giriyekî kir. Der bû. Hêsir ji hemû çavîkên wê herikîn. Bîstikeke din aş bû. Bi dengekî dudan keniya. Bîstikeke din cardin giriya. Hinkî keniya, piçekî giriya. Kenî û girî. Girî û ken. Nizilî. Ji ava hêsirên ken û girî dawerivî. Pahn bû li erdê. Du bask derketin ji ser piştê û di hêla serî re jî du qiloç. Engirî hinekî. Reng guherî, sor bû. Çend deqên reş li ser piştê belav bûn. Serê xwe bilind kir. Li derdorê mêzand. Wê gavê min dît ew seriyê pezkûviyê fitilî li laşê xwe yê guheriye xalxalokê mêzand. Baskên xwe bêhn kir. Ricifî. Bask vebûn. Çûn û hatin. Berjor û berjêr. Tiştek jê nehatibû xwestin lewma sivik firiya. Çengek axa şil ma li şûnê û adareke têrkulîlk.

Hin Nivîsen Nivîskar

Çend meselok û rêbendan

  • 31 Rêbendan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Çend meselok: 1.Ji bo xatirê Danill Harms:  Sibehekê bê taştê rabû çû ser karê xwe. Qedehek çayê hat xwe li ser masa wî danî. Hêlaw jê dere. Bi du dengan kuxiya. Loqek belxem...

Nîsan û meseleya dinyayê

  • 26 Avrêl 2025

Ji bo guhdarîkirinê:                                                        ...

Pelekî Mizawir

  • 31 Adar 2026

Rahmet li civata haziran. Galegal li devê deriyê mizawiran. Pelekî ji darê hatî xwarê me. Ba li min dide. Digindirim. Têm hewşa we. Li kevirekî disekinim. Bi sivikiya xwe kevir zevt dikim. Bernadim. Lewma giran dibim....

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Bi îngilîzî Antolojiya Helbesta Kurdî a Nûjen hate amadekirin

ad

Festîvala Şanoyê bi 'Tartuffe' bi dawî bû

ad

Ji Koma B û C jî tîmên derbasî Dora 16'an diyar bûn

ad

‘Peyam’a sêyemîn derket

ad

Heyetên KCD'ê çavdêriyên li Şengalê eşkere kirin

ad

Fransa: Ji bo Kobanî em dikevin nav tevgerê!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname