Dema min dest bi xwendina vê romanê kir, min got qey ez pirtûkeke lêkolînî dixwînim. Çimkî di romanê de ji tehma wêjeyê zêdetir tehma zanînê, zanebûnê, felsefê û mîtolojiyê hikumdarî li metna me dikir. Nivîskar li pê afirandina jiyanê, li pê heqîqetê û rastiyê ketiye. Loma ji romaneke wêdetir dişibe romaneke lêkolînî û zanînê. Nivîskar li pê qinê jiyanê ketiye û berê xwe bi çiyayê Cudî vekiriye, li pê şopa Keştiya Nuh û afirandina xwezayê û ketiye xema mirov çawa bû, niha çawa ye, divê mirov çawa be û divê mirov çawa bijî, berê çirûskên çavên hiş û aqilê me bi wir ve vedike. Haya me ji mirovetiya me, dîroka me çêdike. Em ji romanê çend mînakan bidin:
“Tewrat û Încîla pîroz de tê gotin ku Keştiya Nebî Nuh li ser çiyayê Agirî sekiniye, lê di warê zanistî de di sala 1920'an de lêkolinerê îngilîz ê bi navê Sir Charles Leonard Wooley di encama lêkolînên xwe de tespît dike ku ji Basra heta Mezopotamyaya jorîn av rabûye û piştî vê tofanê keştiya Nebî Nuh li ser Çiyayê Cudî sekiniye. “(rp, 33) Dema em li vê paragrafê dinêrin em fêm dikin ku nivîskar di romana xwe de behsa lêkolînên zanistî û felsefî û olî dike. Loma ji romaneke wêdetir, romaneke lêkolînî ya zanistî ye. Meriv tehma romanê wêdetir, tehma zanîn, zanistiyê û lêkolînan jê werdigire. Yanê heke kesekî bixwaze tama dîrokê, jiyanê û mirovatî çawa çêbûye û afiriye dikare serekî li vê romana dîrokî bide. Loma romaneke têrtijî zanistî û dîrokî ye.
“Di Qu'rana pîroz de di sûreya Hûdê, ayeta 44'an de dibêje keştiya Nebî Nuh li ser Çiyayê Cudî rawestiyaye. Li gorî hinek belge û alimên ola îslamê navê gundê “Heştêka" yê li quntara Çiyayê Cudî ji aliyê Nebî Nuh ve hatiye avakirin.” (rp, 33) Dema em li vê paragrafê dinêrin, em fêm dikin nivîskar cuherî wî tijî ye. Di pîstîk û tûrikê xwe de tijî xwarin û arvanên zanîn û zanistiyê kiriye. Loma romaneke felsefîk, zanistî û mîtosîk e.
Heştêka wateya wê li gor agahiyên romanê ji heştê pêxemberan tê, girêdayî Heştekan gundê Çilmira jî tê wateya çil mêr û çil jin e û bi vî awayî Heştêka navê xwe wergirtiye. Li gor romanê di tabletê Sumeriyan de berî zayînê 3700 berê behsa keştiya Nebî Nuh kiriye.
“Li gorî hin belgeyên nivîskî yên dewleta Asûrî jî tê gotin: Berî dewleta Medan bi 200-300 salî baweriya Mazdayî di nava eşîrên Med de belav bûbû.” Feylesofê Yewnan Eflatûn( Platon) Zerdeştî wekî damezirînerê baweriya Mazdayî pênase dike. Ramanwerê Franseyî Kont de Volney jî di derbarê vê mijarê de dibêje: “Bihuşt û dojeh, guneh û xêr, başî û xirabî tev ji pirtûka Avestayê derbasî pirtûkên yek-olî bûne.”(rp, 37)
Xaleke din a girîng jî navê Mazdayî ye: Maz di lehçeya kurdî zazakî de tê wateya “Em” û ji xwe pêveka “da” yê di lehçeya kurmancî û dimilî de tê heman wateyê. Gava her du dibin yek tê wateya “Em da.” Di vê çarçovê de Em-da, Xweda, Ez-da, Yez-dan wateya wan tev yek in. Koka têgeha êzîdî bi xwe jî ji “ez da" tê, lê ji ber ku gelê êzîdî misilmanî qebûl nekiriye û serî li ber desthilatdariya ereban netewandiye, bi armanca reşkirin û tewanbarkirinê ji kesê xwediyê baweriya êzîdî re gotin qewmê "Yezîd" ango "Yezîdî": bi vî awayî wan xwest ku girêdana gelê êzîdî bi kujerê Hz. Huseyîn lawê Mûawiye Yezîd re bidin çêkirin.(rp, 37)” Dema em li van her du paragrafên xwe dinêrin, nivîskar di der heqê olan û mît û kok û asasên kurdan de tespît û lêkolînên xwe li ber çavên me radixîne. Me hay ji rewş û dîroka me dike. Me agahdar dike, em ji ku hatine û niha em li ku ne ji me re behsa wê dike. Her wiha ji xeynî mijarên lêkolînî û zanistî, her wiha di romanê de behsa evîna Rustem û Zeynebê jî têkirin. Rustem Nêçîrvan e, ji eşîra Bilindan e, biraziyê Mîr Elîxan e. Rustem yekî jîr û jêhatî ye. Ew û Zeynebê li Qesra bilindan hevdu dinasin. Ji hevdu hez dikin, lê bavê Zeynebê li hember Rustem e, ji ber ku dibêje zewaca êzidiyan û ya misilmanan nabe, talî Zeynebê xwe diavêje Gola Xezalan ya bêbinî û winda dibe. Helbet Rustem xwe berpirsyarê xwekuştina Zeynebê dibîne. Welhasil di vê qesrê de gelek tişt diqewimin. Li gor naveroka romanê di vê qesrê de behsa serxwebûnê, Kurdistanê û azadiyê û hwd tê kirin. Em dikarin bibêjin di temamiya romanê de mijarên di vê qesrê de qewimîne serdestî li metna heyî kiriye. Yanê di vê qesrê de sewta dengbêjan û çanda folklorîk serdestî li naveroka romanê ya heyî kiriye. Bêhna efsûniyê, eşqê, qehremaniyê, estetîkê, xweşikbûn û pakbûnê û hwd ji sehneyên ku li qesrê diqewimî û qewimî bû dihate, yanê sehneyên qesrê yên di romanê de diborin ji sehneyên din xweştir û edebîtir e. Ango wêjetîtir e.
Di sehneya me ya din de jî têkoşîn û vegotinên karakterê me yê Zinarîn hebû. Zinarîn ji Şirnexê ye û şervanek e û behsa jiyana şervaniyê û zanîn, lêkolîn, têkiliyên wan û şerê wan dike. Lê em zêde karakterên xwe di romanê de nabînin, li paş perdê mane, zêde ne di rojeva romanê de ne, ji ber axavtin û vegotinên nivîskar yên zanistî û zanînê em li karakterê xwe zêde rast nayên, bi jêbirê hatine jêbirin.
Zanîn û zanistî li serê karakterên me bûne jêbirek loma jî nahêlin di rojeva romanê de bimînin, nivîskar karekterên xwe jibirkiriye, li pê zanîn û lêkolînan ketiye û werîs û kindira karakterên xwe di destê zanîn û lêkolînan de berdaye. Rişma zanîn û zanistiyê ketiye destê nivîskar û nivîskar nahêle karakter hulmê bistînin, bilîzin. Çimkî nivîskar ji karakteran wêdetir, ji romaneke wêjeyî wêdetir, ji mijar û karakteran wêdetir li pê şopa lêkolîn û heqîqetê ketiye. Loma bi ya min ev ne roman e. Pirtûkeke lêkolînî ye û hêja ye. Lê di warê roman û wêjeyê de meriv nikare bi dilê rihetî heman tiştî bibêjin.
Ez dikarim bibêjim lêkolîneke kurtedîrokî, kurtemîtosîk kurtefelsefîk, kurteolîn û kurtejiyanî û hwd. Yanê nivîskar ji karekterên romanê ji Zinarîn û Siyamed wêdetir nivîskar li pê heqîqeta jiyanê ketiye, li pê şopa zanîn û perwerdeyiya şexsî ketiye, mirov dikare çawa bijî, an jî divê mirov çawa bijî, jiyan çi ye, divê çi be û çawa be, mirov çi ye, gerek çawa be? Lêpirsînên bo jiyaneke bi qalîte û bi vîn gerek mirov çawa be, em ji ku hatine, em kî ne, bav û kalê me kî ne, kî ji bo me şer dike, şervan kî ne, divê çawa be, têkoşîn çawa ye, divê çawa be, vîn çi ye û divê çawa be? Helbet gelek pirsên din jî di bingeha vê romana zanistî, lêkolînî, oldarî û mîtosîk û felsefîk de heye.... Her wiha di romanê de behsa her çar pirtûkên pîroz dike, behsa pêxemberan, her çar melekan û hwd dike. Mînakên di romanê de behs kiriye: Zerdeşt, Mazda, Înnanna, Enkî, , Lilît, Habil û kabîl, Premeteus, Nebî Nûh, Mem û Zîn, Binevşa Narîn û Cembelî, Siyabend û Xecê, Mîrze Miheme, Teyrê Sîmir û hwd dike. Behsa Efrîkayê û mirovên ewil dike. Welhasil nivîskar berê me bi heta şaristaniya sumeriyan vedike. Nivîskar haya me ji dîrokê, mirovbûn û mirovatiyê çêdike. A rast nivîskar dibêje xwe binasin. Xwe û xwebûna xwe ya resen ava bike.
- Qesra Bilindan / Şîraz Işiq / Weşanên Belkî / 2014 / Roman