logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Helbestên Paradoksal ên Melankolîk

  • Dîrok: 03/12/2022

“Nêrîn xwe dibîne, nêrîna ku Sartre behs dike, behsa wê dikim, nêrîna ku min zeft dike û min di fediyê de difetisîne, çimkî li gor Sartre hesta herî serdest ev e. Ev nêrîn nayê dîtin, di nêrîna yê din de, nêrîneke ji terefê min ve xeyalkirina wê ye.”(1)

Çima min behsa nêrînê û nêrînkirinê kir, çimkî mijara helbestên me mijareke psîkoanalîtîk û felsefîk e. Mijar bindestî û yên din in, her wiha mijar takesî û parametrên takesiyên heman kesên din in, loma min behsa nêrîn û yên din kir. Îcar em werin ser berhema nivîskarê xwe pê de biçin...

Helbestvan Rojeng Rojbîr di “Gêjebêj” de bi hunereke reşbîn ya têrtîr û bi şêwazeke groteskwarîn helbestên xwe vehonandine. Nivîskar adeta ewrên mişt têrtîjî reşetarî yên avis li ser me barandiye, dibarîne. Meriv newêre xwe bide bin siya ewrên helbestên nivîskar çimkî ewrên nivîskar dilop û birûskên reşetarî ên mirinê û bêwatebûyînê diteyisîne û vedide. Dîwarê mirinê li pêşberî me diqorîne, dîwarê bêwateyînê di ser me de diqorîne û paşê dirûxîne, bêhna mirinê, kujtinê û xwekujtinê ji helbestên me tên... dîwarê helbesta bindestiyê diqorîne, birûskên ewrên desthilatdaran teyisandiye. Belê nivîskar behsa gelek tiştan kiriye, di temamiya helbestan de mijar çi be jî ferq nekiriye bo nivîskar çimkî, helbestvan bi şêwazeke têrereşbîniyeke xeniqandî helbestên xwe tevnesazkirine. Helbestvan, bi teşeyeke groteskwarîn û bi şêwazeke mîna feylesofekî reşbîn helbestên xwe verêsandine. Belê dema min helbestên nivîskar xwend û dixwend yekser feylesofê navdar yê ramanreşbîn yê alman Schopenhauer hate bîra min, çimkî Schopenhaur feylesofekî reşbîn e, li her tiştî neyînî dinêre û bi bingeh dike. Dema meriv pirtûkên Schopenhaur dixwîne, heyat li ber çavên mirov reşequl dibe, meriv dixwaze bimire meriv naxwaze bijî, meriv ji heyatê disarîne, heta biçekî meriv wêrek be, merê rahêlê bêra xwe û dest bi kolandina tirba xwe bike, çimkî feylesofekî wiha ye ku erotîzmê jî li bin guhê erdê dixîne halbûkî erotîzm jî jê yek bingeha heyatê ye, yanê heyatê li bin guhê erdê dixîne hema hema her tiştî red dike û naecibîne, wekî em dizanin heman demê de mamostê Nietzsche ye. Welhasil min xwest bibêjim helbestvanê me jî mîna feylesofê alman jiyanê reşetarî û reşbîn dibînin. Heman demê herdu jî werîsê hebûneke hîçî dirêsînin. Ji ber wê dibêjim nivîskarê me helbestvanekî feylosofîn yê reşbîn e. Tama felsefê di helbestê de têra xwe heye heman demê helbestvan ekleke û çêjeke têrtijî ya bêhempa dide xwendevanên xwe. 

Di vî warî de (helbestên di ekla felsefê de) Rênas Jiyan, M. Zahir Kayan û Gulîzer hwd dinivîsin. Lê belê di berhemên Rênas Jiyan de epîzm, ramanîzm, têkiliya bindestî û serdestiyê, felsefe, psîkoanalîzm û hwd serdest in, di M. Zahîr Kayan de metafizîk, felsefe û lîrîzm serdest in û di Gulîzerê de jî femînîzm, hebûn, dîtirbûn û takekesî serdest in. Loma şêwaz û tevnesaziya helbestên wan ji hev cihê ne, hevpariya wan ya helbestê felsefebûn û takesîbûn e. Helbestvanê me serê xwe bi helbestê re êşandiye, di moxil û bêjinga hiş û dil de borandiye. Helbestên xwe bi şêwazeke modern û postmodern nivîsandiye, weke cerribandina navbera herdu serdema ye. Çimkî hest, melankolî û aqil pev re şofortî kirine. Dîreksîyonê şofor di destê melankolîzmê, hestan û êqil de ye. Asas berê dîroksiyon tim xira dibe jî, çimkî şerê hest û êqil heye li ser dîreksiyon, herdu jî dixwazin desthilatdarê dîreksîyon be... her wiha nivîskar qaosa ruhê xwe û qaosa bindestan kiriye yek tablo, yanê herdu mijar ketine nav hevdu, ji herdu mijaran xwarineke ekl, mehdtirş û melankolîk çêkiriye. Lê belê a rast em bibêjin helbestvan di berhema ya bi navê “Gêjebêj” de, bêtir kaosa hundirê mejiyê xwe û a dilê xwe ji me re verişandiye. Dema meriv helbestên wî dixwînim meriv dikevin xewn û xeyalên groteswarîn û reşbîn, bi rastî jî helbestên nivîskar meriv difetisîne, çimkî tîr in. Ne rohn in. Acizî, melankolî, qaos, paradoksên derûnî, derûniyeke weke pêlên behrê, di navbera serketin û têkçûnekê de hebûn û tunebûneke di valahiyê de, hemû parametrên derûniyê û kombînasyonên derûniya şexsî  û bindestiyê di helbestên nivîskar de serdest in. Dema meriv helbestên nivîskar dixwîne meriv dibêje qey meriv li ber filmekî reş û spî yê bêhna felsefê û bêwateyînê jê tê dinêre. Belê helbestên me filmekî bêwateyîn yê felsefîk e. Berhemeke felsefîk ya paradoksal e. Çimkî ji helbestan bêhna mirinê tê. Bêhna goristanan jê tê, bêhna analîza felsefeya mirinê, têkçûnê, kujtinê, xwekujtinê û bindestiyê jê tê... mirina bindestan, êşa ruhê bindestan hatiye vesazkirin di helbestan de. Her wiha di helbestan de xirecira têkoşîna vebêj a bi ruhê xwe re, serî li metnê rakiriye, nahêle metin hulmê bistîne, metin fetisandiye, xwendevan fetisandiye, lê bi ekleke xweş difetisîne. Paradoksa vebêj a melankolîk di metnê de gewimiye, vebêj jî li xwe heyirî maye, dike nake nikare ji nav metnê derê, hiş û aqilê vebêj xwe di nava metnê de wendakiriye, têkoşîneke bêhempa li dar e, bi ber xwe de dide. Ne diyar e, metin hukumdariyê li vebêj dike, an jî vebêj hukumdariyê li metnê dike, vebêj ji ber vê xirecira ruh, berê xwe bi xwekujtinê, mirinê û bêwateyînê vedike. Berê xwe bi hebûn û nebûnê vedike. Di navbera reş û spiyê de mayî, serî hildide da ku rengekî hilbijêr e, lê belê kaos û paradoksa ruh nahêlê rengekî vebijêr e û vebêj tim bêhizûr dike...

Zanaks

Lê belê

Gurzek acizî di nava laşê min î nîvmirî de

Tim cirît diavêje

Dikerixim

Kîjana min diçe ji min

Dîmeneke pirr dîn im

Di navbera sed delodînên rewal de

Bîst li min ket

Xwe bi çi bişom

Nivîskar tenêtiya ruhê xwe, aciziya ruhê xwe li ber çavên me disimetrîne neynikê, belê em li neynika ruhê helbesteke û nivîskarekî takesî dinêrin, rewşa xwe û dînîtiyên xwe ji me re diteyisîne. Nivîskar di xewn û xeyalên têkçûyîn de dînîtiyeke pêhempa dijî, nivîskar xwe wendakiriye, şerxweş ketiye, şeraba helbestê di ser xwe de dadike û dîn dibe, her ku dîn dibe bêtir şeraba helbestê dixwaze...

*

Lê belê

Ji panzde saliya min ve ye

Mejiyê min du qet

Siya min sê qet tê şopandin

Ez mîratekî ji bavê xwe mayî

Di heman demê de qeda qederê 

Û toqa lahnetê me

Di stûyê xwe de

Di vê risteyê de, nivîskar li xwe mikur tê belkî jî helbest û ruhê wî li xwe mikur tên, bavê xwe weke mîratekî dibîne, welidandina xwe, qedera xwe, hebûna xwe û hema her tiştê xwe li rindê dixîne, xwe di patozê re derbas dike, asas rastiya xwe li patoz û rindê dixîne, di dewsa patoz û rindê  de xweliya lahnetkirî dibîne, nivîskar bêminet di govendê de sergovendiya mikurhatina xwe destnîşan dike, rastiya xwe li ber çavên me direqisîne, hebûna xwe re û bi çêbûna xwe re ketiye xirecireke bêhewar û bêgazî, dengê hundirê nivîskar tenê digihêjî nivîskar bi xwe, li ber neynikê şer û têkoşiya binhiş û derhişiya xwe dike. Nivîskar bi şêwazeke ku mirov li bin guhê dîwêr bixîne, nivîsiye. Nivîskar adeta mîza xwe beliqandiye ser dinyê û dixwaze di dinyê de bimîze û gemara ruhê xwe ji ruhê xwe derîne, dixwaze danisile, bidewise, dixwaze ruh têde nemîne, dixwaze bibe perikekî çivîkekê da ku li ber bê ba bibe. Hema bêje nivîskar dixwaze verişe ser dinyê û verişiya di sîng  û serdil de maye vala bike da ku xwe rihet bike. Şêwaza nivîskar şêwazeke dadaîst, ekspresyonîst û surrealîst e. Em dikarin bibêjin helbestvanê me Salvadorekî helbestê ye. Nivîskar dibêje topa lahnetê  di stûyê xwe de, ango bextê xwe dijî, bextê xwe dipejirînî, qebûlkirin jî baş e, heman demê têkçûnê destnîşan dike. Hebûneke têkçûyî hatiye resimandin, dema hatiye dinyê jixwe têkçûye, têkçûna xwe ji destpêkê ve qebûlkiriye. Çimkî helbest vê rastiyê destnîşanî me dike. Loma jî nivîskar li pê heqîqeta xwe ketiye û xwe gihiştiye heta zarokatiya xwe, xwe gihiştiye heta welidandina xwe û binhişiya xwe bi ta û derzî vedike ji bo me xwendevanan...

*

Dilê Zarokekî Serhildêr

Zarokatiya xwe didizim ji zarokên xwe diçim

Bi demê dûr ve dipengizim

Bi zikekî nîvbirçî, bi piyekî pêxwas  bi dilekî herî wêrek

Bi werîsê kalê xwe ve xwe dadiliqînim 

Serfiraz im!

Belê weke her zarokekî kurd, jiyan û rewşa zarokên kurdan bi şêwazeke derbirîn û sûreal hatiye resimandin. Bextê zarokên kurda weke qolyekê di stûyê wan de hatine nîşankirin. Birçîbûn û feqiriya zarokên kurd, rewşa wan a xizanî, hesret û hestên wan yên zindî yên ji wan hatine dizîn, heyecanên wan ên seqakirî û sotîn giş nîvmirî û nîvqirmiçokîmayî hiştî hatine resimandin, nivîskar tabloya binhiş û derhişiya zarokatiya xwe û me gişan boyaxkiriye. Qazaxê bindestiya zarokatiya me gişan bi teşeyeke qerase tevnesaziya binhiş û derhişiya me vehonaye....

*

Ne qaqibe êdî kewmariya min

Ji şevaqa xwe-dê ve bi te re dixwînim

Qewm dijminê qewma xwe, ez dijminê xwe me

Dema em li vê hevokê dinêrin em têdigihêjin bindestiya me, ji me afiriye, sersebebê bindestiya me dîsa jî em in. Bêtifaqiya me ye, ji derûniya xwekêmdiyî û bêhişmendiyê ye. Belê kew metafor û sembola bindestiyê û neyîniyê yê bo bindestan...Belê dijminê qewmê xwe ne, qewmê xwe dixin dehfê û paşê xwe û qewmê xwe dixe paş derabeyên hesinî, belê ne ji dijminîtiya xwebixwe bûya dê bindest niha zû ve de azadbûba, loma em dijminê qewmê xwe ne kewa qozel. Nivîskar neynika civaka bindest û xayintiya bi hev re dikin bi metafora kewê li ber çavên me radixîne...

*

Mûfirk

Di nava yek kesayetekê de pir kesayet im û her kesayeteke min

Li gorî xwe ji min re ez-ek  afirandiye rehên melankolîk şaş nakin rêya xwe bi rûyekî şûştî û bê parseng giran tê, sergiran diçin

Nivîskar bixwe re ketiye xirecira kesayetan, xwe li ber neynikê pirkes û heman kes dibîne. Asas ev rastiya ji psîkoanalîzmê tê çimkî xwe û paramatrên xwe yên dîtir dide ber neynikê, têgiha neynikê têgeheke psîkoanalîst e, Lacan têgiha neynikê û teoriya neynikê li ser hîmê ên din, xwenaskirinê û derveyî xwe diteyisîne. Piranî li ser van têgehan disekine, nêrînbûn, hatenêrînbûn û hin wersiyonên vê têgihê... helbet Li xwemêzekirin û çawahatedîtin xwestina li berçavîn di kesayeta her mirovî de cihê be jî talî encama wan yek in bo her mirovî... Lacan di neynikê de xweçawadîtin û lixwemêzekirinê bi şêwazeke felsefîk û psîkoanalîtîk ji me re diteyisîne. Asas pirkes heman kes e, tenê di ruhê mirov de kesayetên bi hestan û êqil tevdigerin hene, yanê şer û têkoşîna êqil û hestan dibe sersebeba hebûnê pirkes û pirkesên yekkesîn ango şerê modernbûn û postmodernbûnê ye. Rast e, em giş li malê tiştekî dinê ye, li kahwê kesekî din e, li dibistanê kesekî din e, li sûkê kesekî din e, li cem ca xwe û bavê xwe kesekî din e, li nav hevalan kesekî din e û di nav livîna de kesekî din in. Ango ji heman kesî/ê pirkesên kesayetîn hene û çêdibe. Sebeb aqil û hest e, nivîskar jî vê rastiyê berbiçavî me dike. Helbet tenê ne aqil û hest in gelek faktorên din jî di ruhiyeta mirov de heye, mînak dema kesek ji dêya xwe dikeve, bi çi şiklî û bi çi şêwazê tê dinyê giring e, yanê bi awayekî psîkoanalîst gelekî girîng e, kesayeta mirov di malzarokê de xwedî ciyekî girîng e, ji bo pêşerojê hesas e. Em dikarin bibêjin nivîskar helbesteke psîkoanalîst dadayî û agirê tenûrê me dişewitîne, em xwendevan li ber agirê tenûrê him xwe germ dikin û him em xwendevan li ser dihizirin û difikirin...

*

Di valahiyê xwe yê kurkketî de

Belavokên lewneke pir ber belav dikim

Hebûn û hebûna min diyar e

Di elindeyeke ber(e)dayî de mîrat e

Li min binihêrin /bê ez çawa dimirim

Li min binihêrin/ bibin qasidê mirina min

Li min binihêrin/ û bi min re bimirin

Mirin têgeheke pir û pir girîng e, êdî wateya heyatê û a heyînê tê li ber pirsînan, asas mirin helbesteke dirêj a neyînî ye, sedema hebûn û heyînê ye. Nivîskar dibêje li min binêre, li mirina min binêrin, bi min re bimirin, yanê rasterast teoriya Lacan ya bi navê teoriya neynikê li ber çavên me radixîne. Teoriya me bingeha wê li ser tevgerên zarokan yên li ber neynikê ye, zarok xwe dinasin, derveyî xwe bireser û kirdeya xwe û têkiliya wan dinasin û ji hevderdixîne. Helbet asasê vê teoriyê ne tenê ev e, tenê me behsa kurteavahiya wê û kurteasasê wê kire. Meseleya vê teoriyê xwe digihêjîne heta têgihên dîtirbûnê, hatemêzekirinê, mêzekirin û mêzebûnê... welhasil nivîskar dixwaze bêyî dîtin, dixwaze mirina wî bêyî dîtin, bêyî nêrîn, asas nivîskar dixwaze hebûna wî bêyî dîtin. Meqseda  mirinê, hebûn e, dîtina hebûnê ye. Helbestvan behsa mayîndebûnê dike, dema dibêje li min binêre, li mirina min binêre heman demê de dibêje li hebûna min, li mayîndebûna min binêre, xwe heyî dike ne ku xwe tuneyî dike, rastiya mirinê hebûn, mayîndebûn û heyîbûn e, ne ku tunebûn e. Welhasil bêhna felsefê ji helbestên me tê, helbestvanê me feylesofekî reşbîn e, feylesofê helbesta reşbîn û melankolîk e...

Sûdwergirtin

Jacques Lacan, 

1) Psikanalizin Dort Temel Kavrami, Rp,92, Metis


 

Hin Nivîsen Nivîskar

LEHENGEKÎ BIŞAFTÎ Û JÎR

  • 13 Rêbendan 2021

Lîncoln, dema serleşkerê xwe tayîn dike wiha dinivîse: “Ji min re gotin hedefa we dîktatorî ye. Ji bo ku hûn karibin bibin dîktator tenê rêyeke wê ya yekane...

Romana honaka zanistî

  • 05 Sibat 2022

Gelo bo nivîskaran di romaneke de mecbûriyeta vehunandina du çandan heye an na? An jî nivîskar  mecbûr e di romana xwe de tenê çanda xwe bihone welew nivîskar...

Çîrokên bi hevîrê êqil hatine strandin

  • 19 Berfanbar 2021

Di berheman de, çavdêr û vegotvan, kesê yekemîn, duyemîn û sêyemîn hene, nivîskar dikarin karakterên xwe dramatîze jî bikin û dikarin...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Daweta Xwînî' li pêşberî we ye

ad

Mîrê kûpaya 2'yemîn ew e

ad

DFG li ser nûçegîhaniya qeyranê atolyeyê saz dike

ad

Heyeta Îmraliyê ji bo aştiyê banga hişyariyê da

ad

Klîbê Hefteyî: 'Fadikê'

ad

Di salvegera komkujiyê de xêzek

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname