Diyarname
Heta niha li ser dîroka kurdan gelek pirtûkan hatin nivîsîn. Niha pirtûkek din li ser van hat zêdekirin: Rehên Kurdan.
Pirtûk bi navê "Rehên Kurdan" û bi jêrnavê "Protokurd û Mîtannî" (Lêkolîn-Venêrîn" hatiye weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Nazim Kok ve hatiye nivîsîn ji Weşanên Ronahî derket.
Nivîskarê pirtûkê Kok, di pêla yekemîn a "Operasyonên KCK'ê" de hatibû girtin û niha li girtîgeha Mêrdînê ye.
Di pirtûka ku Kok du salan li ser xebitiye de ji gelek berheman sûde hatiye girtin û pirtûk hatiye amadekirin.
"Rehên Kurdan" ji dîroka mirovahiyê dest pê dike heya Mîttaniyan û Zerdeşt tê. Nivîskar Nazim Kok di pirtûka xwe de cih daye gelek agahiyên balkêş û biqîmet.


