Diyarname
Serokê Desteya Rewşenbîrî ya Sine Seyfûl Rezayî ragihand ku bi hevkariya rêveberiya bajar wê jiyana hunermendê naskirî yê kurd Elî Esxerî Kurdistanî belgefîlmekî bikişînin.
Ji bo vê yekê civîneke li dar ket û Rezayî agahî da. Li gor nûçeya Rojnewsê, Rezanî eşkere kir ku hunermend Elî Esxerî Kurdistanî di dîroka muzîka kurdî de efsaneyek bê mînak e û wiha gotiye: “Ji bo wê jiyana wî bi hevkariya rêveberiya bajar emê belgefîlmekî amade bikin.”
Hunermend Elî Esxerî Kurdistanî di sala 1882’yan de li gundê Selwat Awa ya nêzî Sine tê dinê. Stranbêj û meqambêjekî naskirî yê kurd e. Bav û kalikê wî Seyîd Elî Esxer Kurdistanî binemala Seyîd Elî Hemedanî birayê Baba Tahirê Hemedanî yê helbestvanê kurd ê navdar e.
Elî Esxerî roja 4’ê reşemiya 1937’an canê xwe ji dest daye. Gora wî jî li gundê Selwat Awa ye.