Diyarname
Şaredariya Serêkaniyê li parkan nîşandayîna fîlman da dest pê kirin.
Şaredariya Serêkaniyê ya DTP'yî di çarçoveya xebatên çand û hunerî de dê li parkên Musa Anter û Parka Ciwanan fîlman nîşan bide. Gel êvaran zêde diçe van parkan û ji bo eleqeya gel dê fîlm bêne nîşandayîn.
Nîşandayîna fîlman a li parkan li Parka Musa Anter bi nîşandayîna fîlmê Kazim Oz "Bahoz"ê dest pê kir. Li Serêkaniyê tu salona sînemayê nîn e gel eleqe nîşanî vê nîşandayîna fîlman kir.
Digel fîlmên Navenda Çanda Mezopatyayê beşa sînemayê dê fîlmên Yilmaz Guney û ji sînemaya kurd fîlm bêne nîşandayîn. Nîşandayîna fîlman heta dawiya havînê dê bidome.