logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Razemeniya bo miriyan!

  • Dîrok: 18/10/2020
Li dinê wisa dibe, ya wezereta çandê mafê çapkirinê yê berhemên wêje û ziman ên neteweya xwe ku bûne klasîk digre ser xwe û dem bi dem li gorî pêdiviyê wan berheman çap dike, belav dike; heta bi piranî bê pere belav dike; carinan jî wekî projeyeke perwerdeyê yan a çandî-wêjeyî wan klasîkan derdixe bazarê. 
Geh jî li ser navê kesayetiyekî/ê wêjekar komeleyeke hatî sazkirin bi karê çapkirin û belavkirinê re radibe berhemên heman kesî/ê dem bi dem çap dike, pê re jî li ser navê wî/ê çalakiyên wêjeyî lidar dixe û hwd.
Yanê li welat û civakên xwedan sazûmenî berhemên zimanên wan ên êdî klasîk in wezaretek xwedî lê derdikeve, bo kesên mirî yên navdar ku berhemên wan (wekî dem) nebûne klasîk jî li ser navê wan komeleyek ava kirine û hem berhemên wan çap û belav dikin, hem tiştên taybet ên nivîskar li komeleya li ser navê wî/ê nîşan didin û hem jî çalakiyên wêjeyî bi rê ve dibin.
Ê me, ji ber em bê wezaret in (Başûr ne tê de) ew karê hêja weşanxane xwe didin ber; geh ev weşanxane, geh yeka din dem bi dem klasîkên nivîskarekî/e me yê serdema klasîk diweşînin; helbet xizmetekî baş û pêwîst dikin. Heta klasîkên nivîskarekî/e ku weşanxaneyeke demekê çap kirine piştî demekê weşanxaneyeke din jî çap dike; yanê li bazarê, li ser dezgehên pirtûkan pirtûkên me yên klasîk kêm nabin; tiştekî baş e…
Ango bo çapkirina pirtûkên wan tu problemên Cizîrî, Feqî, Baba Tahirê Uryan, Cegerxwîn, Osman Sebrî tune ne (bextê wan ê çê ye, xema çapkirinê nakşînin, ne mîna nivîskarên vê serdemê ne!) Helbet bo nifşên nû jî xwe bigihînin berhemên wan, ji wêjeya me ya klasîk haydar bibin divê ew kar jixwe were kirin, ger komele û wezaretên me nebin jixwe weşanxane dê bi wî karî re rabin, radibin jî…
Lê belê tiştek heye bala mirov dikşîne; çima berhemên klasîk bi hêsayî tên çapkirin balam çapkirina pirtûka wêjekarê nûjen ne ew qas hêsa ye!?..
Helbet jê bi hay im, ji ber sedemên siyasî, ji xwe re rehleke kevn, bi kok, klasîk diyar kirinê fetîşîzmeke wêjeya klasîk (algi’yek) wisa di nav xwendevanên kurdî-kurmancî de çêbû ye.
Gor wê wisa zanînê, gor wê eleqeyê berhem-pirtûkên wêjeya klasîk heta yên nifşê Hawarê bi hêsayî têne çapkirin. Çi ku firotina wan hêsa ye, kiryarên xwe amade ne. Weşanxane di çapkirina wan de xisarê nabînin, xwendevanên wan tim hene…
Ew eleqe, xwe dana bin bêr; paşeroj bi pêşerojê ve gihandina hev xweş e, baş e, lê û belê, ji wê eleqeyê ji wê xwe dana bin bêr çiqas bo wêjeya nûjen, wêjekarên îroyîn tê dayîn?
Çi ku, Baba Tahir helbestek çawa nivîsandibe nivsandiye, Feqî jî wisa, Cizîrî jî wisa, O Sebrî jî wisa, Cegerxwîn û Koyî jî wisa, em çi jî bikin ew êdî ji tirbê ranabin, nayên metneke vê serdemê avangart ji me re nanivîsin… 
Yanê wan gotina xwe gotiye, gotina wan bo zemanê wan bû û wan ala wêjeya kurdî dane destê yên piştî xwe-nifşên nû… 
Jê pê ve çi li wêjeya me were zêdekirin ne ew ên ne di bin axê de, yên hê xweş in, ên derî bi derî dosyeya xwe digerînin, bi deman li benda bersiveke dimînin, ka wê dosyeya wî/ê were çapkirin an na, wê li wêjeya me tiştên nû zêde bikin!.. 
Nexwe çima ew jî qasî yên mirî eleqeyê nebînin? Çima vebûna deriyekî çapê bo wan ew qas ne hêsa ye?  Çima bo wan ew qonaxa pirtûk çapkirinê dibe zikêşkeke xeder, dibe êşa penceşerê?..
Ne ku tiştek naye kirin, naye înkarkirin, helbet pirtûkên nifşê nû jî çap dibin, balam heta çap dibin!!!
Helbet weşangerî heman demê de karekî bazirganiyê ye. Bo weşanger sedemên aborî, fînansekirinê, şertên bazarê girîng in; mixabin ew mîrata dirav nebe nabe û şertên bazara wêjeya kurdî jî li berçavan in… 
Gelo hemû mesele ev e? Lê aliyê wêjeyî, lê bi pênûsên nû şewqdayîna asoyên dîtir, ango ev dem û pêşeroja wêjeyê?!.. 
Bo wê, bo bazara yên nû mezin be qet nebe qasî ya miriyan tê kirin danasînek û piçekî jî razemenî!.. 
Divê ev gotegota hanê bo me nayê gotin; ‘kurd mirîperest in, ji xweşan bêhtir ji miriyan hez dikin’!...
Hin Nivîsen Nivîskar

Wêje çi ava dike?

  • 16 Gulan 2021

Pirs her ev e; bi giştî huner, bi taybetî wêje bo çi ye, bo kê ye û kêrî çi tê; çima wêje heye, çi ava dike? Û beramberî vê...

Li Bakur rewşa romantîzma kurd

  • 17 Avrêl 2015

Bi helbestekê, bi stranekê, di nav çarçoveya wêneyekî de, yan jî bi peykerekî, hunermendan her tim hewl daye wê sembolîze bikin. Geh di newaya straneke...

Rizgarî fantazî masturbasyon

  • 16 Tebax 2021

Li otobêsa lê sîwar bûbûm hat li kursiyê li kêleka min rûnişt. Ez diçûm bajarê antîk ê lehengê min ê ku du hezar sal beriya vê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Dîwara Şerq û Xerbî' ya Goethe bi kurdî ye

ad

Ji Villarrealê biryareke balkêş

ad

Konferansa Kurdî dest pê kir; va ne agahiyên li ser konferansê

ad

Pêşangeha "Serokên DYA'yê" vebû

ad

Şaredar Yildiz hat binçavikirin, birin Amedê

ad

Peymanêke 1 mîlyar euroyî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname