Montreal
Festîvala Fîlman a Montrealê îsal beşeke li ser kurdan jî vedike û têde fîlmên kurdî nîşan dide.
Festîvala Mafên Mirovan a Montrealê digel fîlmên li ser Abu Gureyb û Şerê Navxweyî ya Kongoyê di vê beşê de fîlmên li ser kurdan jî nîşan dide.
Festîval 27'ê mehê bi merasimekê dest pê kir û heta 4'ê avrêlê dê li dar be. Di broşura festîvalê de Kosova, Tibet û tevgera kurd dide ber hev û tiştinan li ser dinivîse.
Di çarçoveya festîvalê de belgefîlmê Yuksel Yavuz “Close Up Kurdistan” (29'ê mehê) û fîlmê Hinar Selîm “Dol” (30'ê mehê) hatin nîşandayîn. Her wiha fîlmê Berrin Balay ê bi navê "Kadina Agit (Şînek li jinê)" ku li ser kuştina namûsê ya li ser jinan a li Tirkiye û bajarê kurdan e jî dê bê nîşandayîn.


