Ji kesan, kesê ji pir kesan kestir, em bêjin ew ê ku ez hînî tewlê kirî lo! bi çîroka wî dizanim, piştî ku bi kurt û kurmancî 20 sal heps qat qatî dan ser hev û Rehma dilê xwe da gorê, ji bo ku hewceyî namerdan nebe, ‘gotine, destê li deriya xwelî li seriya’ dibêj, qe nebe ji bo emrê mayî neçim deriyê kesî: hem zarê dubare şeş hil dike, dixwaze min mars bike, û hem jî bera bera dibê, gelo ku pînekê çêkim û çend mirîşkan xwedî bikim, nebe ku ji vê mineta xelkê bifilitim!?
*
Teksiyek xerîb tê li ber parka li hemberî qehweyê disekine. Du mêr û xanimek jê peya dibin. Di nav mişteriyên qehweyê de du kes diçin cem wan.
Xanima zêde serbest bi çavên beloq hem li doralî dinêre û hem jî vîçevîça benîştê dêv de ye, dicû û dike peqlik, peq peq diteqîne.
Em tê derdixin mêrên pê re qewadên wê ne, bi her du kesên din re dikevin bazara bin dêxûnê. Dostê min dibêje, de li ber xwe binêre lo, ‘hop dibêje, a hep yek’
**
Malûm e, ji rojan derbeya derbeyê li dar e. Her ber êvar ta destê spêdê li vî bajarê kurdan jî kerî li dijî cûntayê bi wêrekî, bi mêrane û bi jinane li ser piyan e (!)
Gotine, ‘yê dizane dizane yê nizane baqê nîskan e!
Yê dizane dibêje, eger ew derbe bi ser biketa, a ew ên dimeşin, diqîrin û didin çepikan wê biçûna postalên leşkeran bialêsana û wê bigotina, şikir ji Xwedê re ku we em û welat tev de rizgar kirin; bi kal û pîr, bi jin û keç û tevî zarokan komek bi jor de tê, bi diruşmên ‘ya Allah mismîlah Allahûekber’ û al û poster û nîşanên Rabiyayê li ba dikin, piştevaniya xwe ji bo desthilata kurtêlbexş belî dikin. Ku di ber me re derbas dibin diçin, pê re pê re ew jina topek benîşt kutaye devê xwe û dicû, bi qewadên xwe ve ji meşvanên dijderbeyê re li çepikan didin.
Çendîn ku dibêjim, tu zar digirî jî, lê ciwamêrê ser xwe re… rehukimxwarê 20 salan ê ji sikenceyên cûnteya 12 Rezberê bi berxwedirî sax filitî, dibêje, a min tu mars kir î, dike pat û devê qutiya tewlê digre.
***
Xwe bi xwe dibêjim, ez ecemiyê tewlê, ez ecemiyê helbest û nivîsandinê, ez ecemiyê hezkirinê, dostaniyê û cîhan û jiyanê… de were di kêliyekê de van tiştan bi çavên serê xwe bibîne û hem di tewlê de hem jî di jiyanê de mars nebe!
Di vê cîhan û jiyana ku pûştan veguherinadiye dojeheke ji êgir, ji bo meriv xwe pê bigire, ku jînek li qeraxê be jî ji bo meriv karibe henaseyeke bijîn bikşîne dil û cegeran, ku destê xwe dirêjî nefesekê dikî, lê…
Lê ku dest li banî dimîne, ku ceger bê nefes dimîne… ku zar şeş nayê hîs dikim, dibînim û dijîm, ku ew ‘trajediya nas’ ez bi xwe me.


