Kurdên misilman hovîtiya DAIŞ’ê ya li Şingalê wekî destdirêjiya xaka Kurdistan û êrîşa ser kurdan bilêv dikin. Ya kurdên misilman dikin heta radeyekî hevxemî û ya din jî afirandina empatiyê bi kurdên êzîdî re ye. Lê belê kurdên êzîdî yên Şingalê ne bi vî çavî li meselê dinêrin; Ew vê hovîtiyê wekî fermaneke nû ya êzîdiyan bilêv dikin û vê êşê dijîn. Em bi hinek nimûneyan binêrin ka gelo ya DAIŞ li Şingalê dike tenê destdirêjiya xaka Kurdistanê ye an jî wekî êzîdî dibêjin çêbûna fermaneke nû ya li dijî wan e...
Dema sibeha 8’ê gelawêjê Mihemed Ebû Elî li bajarê Mexmûrê ji xew rabû, bajar ketibû bin kontrola DAIŞ’ê. Wê sibehê ne şêniyên Mexmûrê û ne jî pêşmerge li bajêr mabûn. Ebû Elî heman demê piştî ji mal derket, pêrgî DAIŞ’ê hat. Piştî wî bi DAIŞ’iyan da bawerkirin ku tu têkiliya wî bi şer re nîn e, ew ligel wan çû mizgeftê û bi wan re nimêj kir. Piştre jî vegeriya mala xwe. Dema DAIŞ ji bajêr derket jî, ew li mala xwe bû û niha jî jiyana xwe li Mexmûrê wekî berê didomîne. Eger Mihemed Ebû Elî ne kurdekî sûnî lê belê yekî êzîdî bûya, bêguman DAIŞ’ê wê heman miemele pê nekiriba û wê du rê dabana pêşiya wî; Yan bibe misilman û yan jî em ê te bikujin...
Li bajarê Şingalê ne tenê êzîdî dijiyan. Ji bilî erebên li Şingal û gundên wê, derdora % 5´ê şêniyên vî bajarî jî kurdên sûnî ne. Gelek ji van kurdên sûnî dema DAIŞ’ê bajar dagir kir, Şingal neterikandin. Li gor êzîdiyên Şingalê dibêjin, van kurdên sûnî jî wekî gelek erebên li bajêr û derdorê hevkarî bi DAIŞ’ê re kirin. Ne tenê ev, her wiha gelekan ji wan jî wekî erebên li herêmê çavên xwe berdan malên êzîdiyan û piştî êzîdiyan bajar terikand, gelek ji van kurdên sûnî jî malên êzîdiyan talan kirin...
DAIŞ ji ber fitweyên xwe yên ku di rastiyê de xwe disipêre mebestên xwe yên siyasî kurdên sunî jî dikuje lê êzîdî yekser ji ber ola xwe dibin armanca êrîşên hov yên vê rêxistinê. Ev rêxistina bi navê cîhadê tevdigere rasterast dibêje êzîdiyan an heta filan demê hûnê bibin misilman an jî em ê we bikujin. Cudahiyeke din a mûameleya DAIŞ’ê bi kurdên êzîdî re dîsa meseleya kolekirina jinan e...
Dema DAIŞ jinên êzîdî direvîne û wan wekî koleyan li bazaran difiroşe, ne ji ber ku ev jin kurd in lê belê ji ber ku ola van keçan êzdayetî ye...
Desthilatdariya siyasî ya kurd li Başûr nekarî kurdên êzîdî ji fermaneke nû ya misilmanan biparêze. Baweriya êzîdiyan bi desthilata kurd ya siyasî şikest. Desthilatdariya siyasî ya kurd çiqasî bibêje ku ev êrîş li dijî axa Kurdistan û gelê kurd e jî, êzîdî û bi taybetî jî êzîdiyên Şingalê ji ber egerên li jor hatine rêzkirin tişta li Şingalê bûyî wekî “fermaneke nû ya êzîdiyan” bilêv dikin û vê yekê girêdayî “tenêbûn” û “bêxwedîbûna” xwe dikin. Sedemê daxwaza bi israr ya êzîdiyan ya derketina ji Kurdistanê û çûyîna welatên Ewropayê ev rastî ye. Desthilata siyasî ya kurd û bi taybetî jî ya Başûr wê hewl bide baweriyê bide êzîdiyan ku di siberojê de wê jiyana wan li Kurdistanê misoger bike. Lê gelo wê êzîdî çiqasî baweriyê bi vê sozê bînin, em ê hemû bi hev re di siberojê de bibînin.


