Du meh li ser tevkujiya Roboskî re derbas bûn. Divê were pirskirin ka gelo di nava van her du mehan de kurdan çiqasî karî xwedî li qurbaniyan derbikevin û her wiha dewlet çiqas di israra xwe ya hewildana nixumandina bûyerê de bi ser ket...
Em destpêka tevkujiyê bînin bîra xwe;
Komkujî berî sala nû pêk hat û şîn xist nava malên kurdan. Dewletê xwast komkujiyê veşêre lê hê raya giştî ya tirk pê nehesiyabû, bi rêya medyaya kurd û medyaya civakî nûçe li dinyayê belav bû.
Reflekseke neteweyî li dijî tevkujiyê pêk hat û kurd li her derî çûn qadan û helwesta xwe ya li dijî vê kiryarê diyar kirin.
Sala nû sê rojan piştî komkujiyê bû û li Tirkiyeyê sersal wekî tiştek pêk nehatibe hate pîrozkirin lê di malên kurdan de şîn hebû.
Niha du meh li ser tevkujiya Roboskiyê re derbas bûn û dewlet hê jî wekî roja destpêkê dixwazê vê tevkujiyê binixumîne.
Di destpêkê de xwastin sedema êrîşê berevajî bikin û dûre xwastin bi peredayîna malbatên qurbaniyan, helwesta mirovî ya li dijî tevkujiyê bişkînin lê nekarîn. Ne malbat û ne jî raya giştî bi van hewildanan hatin xapandin.
Bi taybetî rola BDP’ê û saziyên sivîl di warê netenêhiştina malbatan û şopandina bûyerê de sereke bû û vê yekê hikumet gelekî tengezar kir...
Gelo çalakiyên hatin pêkanîn têra rûreşkirina karesatê kirin?
Piştî bi salan cara yekemîn kurdên xwedî dîtinên siyasî yên cuda û her wiha yên apolîtîk jî di nav de, kurd ji ber vê karesata dijmirovî bûn yekdeng...
Digel sansura hikumetê ya li ser medyayê û hewla wê ya taybet a ji bo jibîrdayîna tevkujiyê, kurdan heta roja îro bi çalakî û hewildanên cure bûyer nedan jibîrkirin.
Dîsa ji ber rewşa kurd pê re rû bi rû ne û pêkhatina rojevên nû yên kurd nikarin ji nedîtinî ve werin, di van her du mehan de ev tevkujî gelek caran ji rojeva sereke ket...
Sedemeke din ya car caran ji rojevketina tevkujiyê jî pêkneanîna çalakiyên bi bandor yên demdirêjî bûn.
Biryara KCD’ê ya ji du mehiya bûyerê û pê de çalakiya vemirandina lambeyan a demdirêjî wê di vî warî de bibe bersiva baş a li dijî hewildanên hikumetê yên dixwaze vê tevkujiyê bide jibîrkirin.
Û aliyê bertekên navneteweyî yên li dijî tevkujiyê;
Heta niha bertekek cidî ji qada navneteweyî li dijî vê tevkujiyê pêk nehatiye. Bêguman sedema bingehîn ya vê yekê têkiliyên siyasî û pê re jî girêdayî sedemên aborî yên dewletên din ên bi Tirkiyeyê re ne...
Lê belê divê em pirsê ji xwe bikin; Hejmara kurdên li welatên ewropî dijîn bi mîlyonan e û çawa çêdibe ku tevkujiyeke ew qas mezin pêk were hikumetên van welatên ku kurd bûne hemwelatiyên wan, bêbertek li dijî vê tevkujiyê bimînin?
Bersiva vê jî ev e; Kurd ev bi dehan sal in çalakiyên di paraleliya çalakiyên li welêt de ango bi meşan dixwazin raya giştî ya ewropî şiyar bikin. Kurdan ango sazî û rêxistinên kurdan di warê lobî û xebatên dîplomatîk de tu gav neavêtine. Heta kurdên li Ewropayê dijîn û bi taybetî jî sazî û rêxistinên wan di warê şêweya xebatê de projeyên nû yên demdirêjî neafirînin, berê xwe nedin pirsgirêkên xwe yên li Ewropayê û di çarçoweyeke rêbazên nû yên xweîfadekirinê de gavan navêjin, dê di pêşerojê de jî hikumetên ewropî di warê tevkujiyên kurdan de bêdeng bimînin.