Beşdariya bilind a vê Newrozê ku ji aliyê Civaka Kurd li Almanya (KGD) û Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC) ve hatibû birêxistin, bala gelek kesan kişand ser xwe.
Kurd berê jî li heman qadê gihabûn hev
Min berî niha jî çend caran çalakiyên kurdan ên li heman qada Deutzer Werft dîtibûn. Çalakiyên kurdan ên berê carinan ew cih mişt kiribûn û carinan jî ne qelebalix bûn. Lê li gorî çavdêriya min, vê carê rekor bû. Kelecan û herikîna kurdan a ber bi Deutzer Werft ve xwe hê ji otobanên derdora Kolnê û li nava bajêr diyar dikir. Li her cihî erebeyên bi alên kurdî hatibûn xemilandin li ser rêyan dihatin dîtin.
Ev qas beşdar çawa mobîlîze bûn?
Bi fermî çar sponsorên Newroza Kolnê hebûn: Rûdaw, K24, Kurdistan TV û Korek. Bi van sponsorên xurt, agahdariya piraniya kurdan pêk hat ku wê li Kolnê pîrozbahiya Newrozê hebe. Bernameya ahengê jî bala xelkê kişand. Hunermendên beşdar piraniya wan bi taybetî li Başûr û Rojava têne hezkirin û derfeteke zêrîn bû ku xelk biçe li ber stranên wan Newrozê pîroz bike.
Guherîna demografiya kurdan a li Almanyayê
Bi destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê re, bi sedhezaran kurdên ji Rojavayê wekî penaber hatin Almanyayê. Bi piranî jî ne bi nasnameyeke siyasî re ne. Kurd in, kurdewar in, lê ji siyasetê dûr in. Hebûna kurdên Rojava li Newroza Kolnê gelekî berbiçav bû. Hem hatibûn cejna xwe pîroz bikin, hem hunermendên ku jê hez dikin bibînin û hem jî hesreta ku bi salan bû hunermend Şivan Perwer zindî guhdar bikin, bi dawî bikin.
Nifşê nû kurdewar e lê partî ji wan re ne xem in
Nifşê nû yê kurdan ê Almanyayê ji hemû nifşên berê guhertî ye. Bi nasnameya xwe ya kurdî serbilind in. Kompleksên bêdewletî, bênasnameyî û hewcedariya îqnakirina xelkê ku "kurd hene û miletek in" bi xwe re nabînin. Di meseleya siyasî de partî zêde bala wan nakişînin. Kurdbûn li ku derê hebe, wê hebûnê ya xwe dihesibînin. Hejmareke gelek bilind a ciwanên ku li ser medyaya civakî û ji derdorê bihîstibûn ku Newroz heye, berê xwe dabûn Kolnê. Piştre jî ji parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî diyar dibû ku çiqasî şanaz in ku bi hezaran kurdan re di bin ala kurdayetiyê de cejna xwe pîroz kirine.
Polîsan carcaran mudaxaleyî ciwanan kirin
Li derdora qadê polîsan çend caran mudaxaleyî ciwanên ku alên PKK'ê dihejandin kirin. Her wiha ji ber hebûna gelek a xelkê ya hema bêje mil bi mil, ketina di nava qadê de ji bo polîsan gelekî zehmet bû. Ev yek dibû sedem ku polîs ji lijneya amadekar a şahiyê daxwaz bike ku ew al werin xwarê. Her wiha polîsan gotin ku heke al neyên xwar, wê şahiyê bidin rawestandin. Di nava vê atmosferê de pêşkêşvana ku ne xwedî tecrubeyeke cidî bû, got "di cih de wêneyên Ocalan bînin xwarê". Ev yek bû sedem ku gelek ciwan li dijî gotinên wê sloganan bavêjin. Pê re jî lijneya amadekar yekser mudaxale kir û rewş wekî ku tiştek nebûbe û nehatibe gotin rewş asayî kir.
Lijneya amadekar ne li benda ewqas beşdariyê bû
Teknîk û amadekariyên şahiyê li gor 10 hezar kesan hatibûn amadekirin. Lê ji ber ku beşdarî çend qatê vê yekê bû, hem qad gelekî teng ma û hem jî gelek kes li derveyî qadê man. Piştî demekê jî polîsan rêya gelek kesên berê wan li qadê bû ji ber miştbûna cih girtin. Dika ku hatibû amadekirin ji girseyê re gelekî biçûk bû. Her du ekranên li tenişta dikê hem biçûk bûn û hem jî ji ber zêde nimz bûn, di nava alên girseya li pêş de winda bûbûn. Ya herî xirab jî aparloyên ku hatibûn amadekirin têra gihîştina deng a hemû beşdaran nedikir. Ji nîvê qadê û pê de tu kesî dengê ji dikê dihat nedibihîst.
Xwarin û vexwarin pirsgirêk bûn
Wekî piraniya çalakiyên kurdan ên li Kolnê, li vê şahiyê jî xwarin û vexwarin nedihat firotin. Kesên tî yan jî birçî ji neçarî ji qadê derdiketin û diçûn ji dikanên li derdorê pêdiviyên xwe pêk dianîn. Li gelek dikanên li derdorê piştî demekê êdî av jî peyda nedibû û ev yek dibû sedemê westandin û bêtaqetbûna xelkê.
Xweşbîniyeke bêhempa serdest bû
Di nava beşdaran de kurdên ji hemû parçeyên Kurdistanê hebûn. Xweşbîniyeke nimûneyî ya kurdan li qadê di nava xelkê de serdest bû. Hem ji alan û hem jî ji sloganan diyar dibû ku kurdên ji hemû nêrînên siyasî yên cuda bi hev re Newroza xwe pîroz dikin. Tu kesî ji ber al û flamayên di destên yên din de û diruşmeyên cur bi cur ên dihatin qîrandin, ne hev aciz kir û ne jî bi hev ve man. Her kesî digel nêrînên xwe yên siyasî, ji nêrînên yên li tenişta xwe re xweşbîn û hurmetkar bû. Girseyeke nimûneyî bû, ewqasî nimûneyî bû ku dikare ji partiyên kurdan ên siyasî re bibe mînak.


