Diyarname
Kovara Time ku di gelek waran de lîsteya salê amade dike, niha fîlmên herî serketî yên sala 2016'an hilbijartin.
Fîlmên ku di nav lîsteya kovarê de cih girtine gelek jê ji bo xelata Globa Zêrîn û Oscarê berendam in.
Di serê lîsteyê de fîlmê derhêner Barry Jenkins "Moonlight" heye. Fîlm di warê lîstikvanê duyemîn ê herî serketî, lîstikvana duyemîn a herî serketî, derhênerê herî serketî, senaryoya herî serketî, muzîka herî serketî de ji bo Globa Zêrîn bûye berendam. Fîlmî Xelata Gotham girtibû ku ev xelat di warê sînemaya serbixwe ya dinyayê de xelata herî baş e.
Fîlmê "Moonligt" li Miami berê xwe dide çîroka zilamek reşik, ji zarokatî heta mezinbûnê qala çîroka têkoşîna wî dike û pêre jî li ser têkiliya mirovan, kifşkirina mirov bi xwe digire dest.
Vaye lîsteya kovara Time:
1. Moonlight
2. Paterson (Derhêner: Jim Jarmusch)
3. Loving (Derhêner: Jeff Nichols)
4. Elle (Derhêner: Paul Verhoeven)
5. Silence (Derhêner: Martin Scorsese)
6. Manchester by the Sea (Derhêner: Kenneth Lonergan)
7. Tower (Derhêner: Keith Maitland)
8. La La Land (Derhêner: Damien Chazelle)
9. Everybody Wants Some! (Derhêner: Richard Linklater)
10. The Shallows (Derhêner: Jaume Collet-Serra)
Nûçeyên eleqedar:
- 2016: Herî zêde me ev lîstikvan meraq kirin!
- 2016: Li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin
- 2016: RSF'ê beşek ji rapora xwe ya li ser rojnamegeran weşand
- 2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt