logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Îsmaîl Beşîkçî û kurd

  • Dîrok: 21/01/2006

Di nav jiyana kurdên Bakur de Îsmaîl Beşîkçî xwedî ciheke taybet e. Ji bo min jî ew keseke cihê ye. Ez dikarim bibêjim ez bi xwendina pirtûkên wî mezin bûm û ji ber ku ez niha bi rehetî li Tirkiyeyê dibêjim ez kurd im, kedeke wî ya mezin jî têde heye. Û Beşîkçî bû mêvanê me li Stenbolê. Ji gotinên wî min hin not ji bo we jî girtin...

Roja 21'ê mehê li Zanîngeha Azad beşdarî panelekê bû. Çend sal berê li Enqereyê li weşanxaneyê Yurdê min pêre sohbet kiribû, rojek berê panelê careke din kurtesoheteke bû qismetê min.

Û em li panelê ne.

Berî ku ez gotinên wî rêz bikim, çend notên der barê panelê de?

- Mamoste Îsmaîl Beşîkçî saetek û 50 deqebê navber axivî. Piştre li dor saetekê jî beşa pirs û bersivan dom kir.
- Bi dengek nizm û nerm diaxivî. Deng ji guhê mirov diket hundir, ber bi dilê mirov ve diçû...
- Li ber dosyayên mezin û pirtûkên qirase nîn bûn. Tenê rûpelekî ku not  girtibû hebû.
- Dema qala 'Kurd nîn e' û tiştên wisa ecêb dikir, bişirîneke diket ser lêvên wî.
- Yên ku hatibûn temaşekirinê beşeke gelek mezin jê kurd bûn.
- Bi giştî beşdar navsere bûn, ciwan di nav de pir û pir kêm bûn.
- Di dema pirsan de, li hemberî pirseke bi israr a bi ringê "Peyva Îdeolojiya Fermî aîdê te ye" bi awayekî mutevazî got; demek dirêj e em bikar tînin.

Û niha gotinên wî:

- Îdiolojiya Fermî her digot, 'Kurd nîn e, kurdî nîn e' dûre gotin kurd heye. Divê  Îdeolojiya Fermî lêborîn ji kurdan biwxesta.

- Tirkiye ne demokratîk e. Di rojnameya Gundemê de ew qas îtîrafên îtîrafkarekî derketin ku wan kesên wekî Musa Anter, Vedat Aydin kuştiye. Ger Tirkiye demokratîk ba, divê li ser vê yekê doz vekira. Lê qet doz venekir. Dev ji vê jî berdin, li welatekî demokratîk kuştinên bi vî rengî ji xwe pêk nayên.

- Zanist lêkolîna li ser rastiyê, nêzîkbû rastiyê ye. Li zanîngehan li ser vê yekê lêkolînê dike. Lê li Tirkiyeyê ji vê wêdetir, texrîbkirina rastiyê, xerakirina rastiyê heye

- Li ser Susurlukê dozên giran venebûn. Çend ên biçûk vebûn ew jî kes du sê mehan raketin û derketin derve.  Li Susurlukê baş doz bihata vekirin, di 2005'an de li Şemzînanê careke din dernediket derve.

- Min qet texmîn nedikir wê Celal Telebanî bibe serokkomar. Kurdên Başûr ji, ji rewşa wir ji xwe re sûdeyekê girtin.

cemilo@diyarname.com
 
 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka ROSETO

  • 21 Adar 2020

Li başûrêrojhilatê Îtalyayê cihek bi navê Roseto Valfortore heye. Di sedsala 19'an de cihek feqîr e, ji ber ku hêviya başiya aboriyê bi wan re namîne loma di dawiya sedsala 19'an de komek ji 11 kesî pêk hatî ji wir...

Tabelayên kurdan

  • 28 Sermawez 2006

Her tişt bi daliqandina tabelaya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re dest pê kir. Jêre digotin Ataturk Bulvari. Kolaneke gelek mezin bû; her roj ez bibêjim bi hezaran, hûn bêjin...

Qedeqeya Rûdaw, Ronahî, DW û RT’yê

  • 06 Sibat 2022

Pirs ev: Qedexekirina Rûdawê li Rojava tişteke rast e? Bersiv hêsan e ne? Baş e, qedexeya Ronahî TV? Ew çi ye? Lê DW û RT ji ku hatin?Ka werin em lê binêrin.Roja...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Gule bera erebeya Demîrtaş dan

ad

ENKS û Hikumeta Sûriyê li dijî biryara hilbijartinê derketin

ad

Pêşniyarên ji bo 3 rojên dawî

ad

Bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê -3

ad

Nameyeke eşkere ji bo Kawa Nemir

ad

Kovara Serxwebûnê xatir xwest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname