Diyarname
Di 42'yemîn Civîna Mîrateya Dinyayê ya UNESCO'yê ku hefteyek berê li Bahreynê dest pê kid de biryarek girîng hat girtin. Di civînê de biryar girtin ku Gobeklîtepeya (ku kurd jêre Xirabreşk dibêjin) li Rihayê bixin nava lîsteya Mîrateya Dinyayê ya Herdemê.
Yê UNESCO du lîste hene, yek jî Lîsteya Demkî ye, ya din Lîsteya Herdemê ye. Gobeklîtepe ku dîroka wê digihîje 12 hezar sal berê di nav Lîsteya Demkî de bû û bi vê biryarê ew girtin nav Lîsteya Herdemê.
Ji bajarên kurdan Çiyayê Nemrûdê, Keleha Amedê û Bexçeyên Hewselê heta niha di nav vê lîsteyê de bûn.
Civîn heta 4'ê mehê dê bidome.