Diyarname
Hejmara nû ya Nûbiharê derket. Nûbihar bi hejmara xwe ya 131'ê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Nûbihar ji her sê mehan carek dertê.
Di hejmara biharê ya Nûbiharê de gelek nivîs, helbest û wergerên nû hatine weşandin. Di warê edebiyat, tarîx, ziman de nivîsên lêkolînî di kovarê de hatine weşandin. Her wiha çîrok û helbestên modern û çend werger jî di kovarê de hatine weşandin.
Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk nivîsa "Bi teraliyê zengarî nebin, bi xebatê kevn bibin!" nivîsandiye. Lêkolîner Rohat Alakom jî li ser Yaşar Kemal ku demek berê wefat kiribû nivîsa bi sernavê "Malan bar kir! Koça Yaşar Kemal" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
M. Xalid Sadînî bi nivîsa "Di netewebûnê de rola keleporê" di kovarê de cih girtiye. Di kovarê de gelek nivîsên din ên cur bi cur li benda xwendevanan in.
Ji bo xwestinê:
Tel&Fax: (0212) 519 00 09
www.nubihar.com
nubihar@gmail.com


