Zarathûstra: “Ey afirînerê gerdûna daringî, tu ey yekê pîroz! Di gerdûnê de duyem cihê ku xwe di nav kul û xemeke dijwar de hîs dike ku der e?
Ahûra Mazda: “Ew der cihekî wisa ye ku, li wî cihî, di qadeke berfireh de cesedên însan û kûçikan veşartî ne” (Avesta, Vendîdad, Rûzemîn, 9)
Gundiyên Kelhoşkê îsal jî ketibûn derdê baranê. Heke îsal jî baran bi ser wan de nebariya hemû gundiyên Kelhoşkê wê şepirze bibûna. Ji bo vê jî ev heyvek bû ku hemû civata gundiyan li ser barîn û nebarîna baranê bû.
Gundiyên Kelhoşkê piştî ku tarî dikete erdê û şîva xwe dixwarin piraniya zilam û jinên navsere, xortên simbêlên wan nû xwêdayî xwe li mala Xewno digirtin û heta derengê şevê li ser mijara baranê aşê xwe digerandin.
Ji ber ku Xewno xwediyê malê bû, her carê destpêka axaftinê ya wî bû. Wekî ku ferza nimêjê li ser be, Xewno her şev xewnek têkildarî baranê didît û xewna xwe ji civatê re digot. Pirî caran dema ku Xewno xewna xwe ji civatê re digot gundiyan guhên xwe miç dikirin û bêyî ku kesek ji wan bikuxwikê jî, bi baldarî lê guhdarî dikirin. Jinikên li derve, li ber deriyê hêwanê rûdiniştin jî serê kêliyekê di ber xwe de digotin, “te dît? Te dît?.. Miqirikê. ?”
Xewno wekî her carê dîsa xewnek dîtibû û xewna xwe ji civatê re digot: “Heke gotinên min derew bin, bila ev Xwedayê rebbê alema jêrîn û jorîn hema berî ku dîkê sibehê bang bidê van her du çavê min kor bike”
Hin jinikên li ber derî ku di nav şekalên zilaman de çok veda bûn: “Xwedê nekê Xewno. Xwedê nekê!” û hinan jê jî bi beşîşenekê digot: “Amîn Xewno! Amîn!”
Xewno bi berdawamî: “Şevê din di xew de ez li ser Girê Zoro bûm. Derengiya şevê bû. Min hew dît ku ji ezmanê heftan ronahiyeke ku çavê mirov jê kor dibûn ji min ve xuyanî bû. Dema ku min ew ronahiya nûranî dît, min di dilê xwe de got; “Milyaketê Cibraîl ji ezmanan hatiye da ku fermanên Xwedê bi min bigihîne.”
Piştî vê gotina Xewno, şêxê gund Evdil Semed xwe kuxand û berê xwe da Xewno: “Xewno! Tu li ser kufrê diçî. Ji kerema xwe tenê xewna xwe ji me re bibêje û nekeve nav kufrê!.”
Xewno çavên xwe li ser şêx Evdil Semed kûr kirin: “Belê ezbenî tu rast dibêjî…Piştre..Erê piştre dema ku min bala xwe da wê ronahiya nûranî, min tê derxist ku ew ronahiya bi ber çavê min ketî ronahiya milyaketekî ye. Ew milyaketê ku qama wî sê caran li Siloyê mala Xêfûrê keçel bû hêdî hêdî xwe li Girê Kurikê danî. Piştî kêliyekê min bi van çavên serê xwe dît ku her du çavên wî bûne wekî Kaniya Korikê û av jê diherikin. Ava ji çavê wî diherikî bûne wekî du çemên boş û xwe ji Girê Kurikê hêdî hêdî bera jêr, bera nav zeviyan dida. Ji cihê ku ew ava nûranî tê re diçû bi carekê re simbilên genim û ceh, nîsk şîn dihatin. Gundê me xeftanekî keskîn li xwe dikir. Li hawîrdorê gund bêhna nêrgiz, sosin, binevş, beybûnan difûriya.”
Piştî vê gotinê Xewno rawestiya û hew deng jê hat. Dawidê heştê salî bi dengekî lerzokî -ku te digot qey di sikrata mirinê de ye-: “Piştre çi bû? Milyaket rihê kesekî nestand?”
Xewnoo: “Bêhna xwe fireh bike apê Dawid. Rihê kesekî nebir lê ev qerqoteya jina min, eva Xwedê birî bi destên xwe yên wekî hestiyan li nav milên min dan û ez ji vê xewa mibarek şiyar kirim û nehişt ez bibînim bê piştre çi bû.”
Her kesê li civatê xewna ku Xewno ji wan re gotî bi awayekî cuda şirove kir. Hinan digot ev nîşaneyek ji Xwedê ye û van nêzîkan wê baran bibare û ji bo vê jî divê her kes tovê xwe biçîne. Lê hinan digot ev xewna ku Xewno dîtî xewneke ne li ser xêrê ye loma li gorî ku çem ji çavê milyaket herikiye, milyaket giriyaye û ji bo vê jî Xwedê wê xezebê, xelayê û bêqidoşiyê bi ser wan de bişîne û ji bo vê jî ne hewceye ku kes tovê xwe li zeviyan bireşînê loma wê baran neyê.
Hinan jî digot, Xewno ye..Wî tu xewneke wilo nedîtiye û hemû gotinên wî derew in.
Gundiyên Kelhoşkê bûbûn du şiq. Hinan digot em ê sibehî tovê xwe bireşînin û li benda barîna baranê bimînin hinan jê jî digot heta em li ezmên ewrên cûn nebînin em ê tov nereşînin.
Dengê axaftinên gundiyên ku li mala Xewno gîhaştibûn hev, di biniya ezmanekî çikîsayî de ji mala Xewno belavî tevahiya gund dibû li gel dengê kûçikên ku direyin. Derengî şevê her kesek ber bi mala xwe ve çûbû û dengê nîqaşên wan ên li mala Xewno hêdî hêdî cihê xwe ji dengê sirsirka re hiştibû.
Wê şevê gundiyên Kelhoşkê hetanî ku xew ketibû çavên wan li xewna Xewno fikirîbûn. Gelo xewna Xewno delîlê baranê û xweşiyê bû yan delîlê bêqidoşiyê, xela û xezebê û tiştên nedîtî bû?
Wê şevê Kelhoşkî bersiva pirsên xwe ji siberojê re hiştin û ketin xewê…
* * *
Hê rojê serê xwe ji pişt çiyayan dernexistî kelhoşkiyan serê xwe ji ser balgihên xwe rakirin û ketin liv û tevgera roja nû. Gelekên gundiyan dema ku serê xwe ji pencereyan derxistibûn rasterast berê xwe dabûne ezmên û li ezmên nihêrîbûn da ku fêhm bikin bê li ezmên ewr hene yan na. Kelhoşkiyên ku çavên wan li ezmanê çikîsayî ketibû û bi qasî serê derziyê jî ewr li ezmanê bê ser û ber nedîtibûn hêviya wan a baranê ku haveynê xwe ji xewna Xewno girtibû di gewriya wan de mabû.
Kelhoşkî dîsa ketin nav metirsîya nebarîna baranê. Kelhoşkiyên ku li serê Bîra Korik a miçiqî gihîştibûn hev digotin ku Xwedê rehma xwe ji ser wan biriye û ew ji bîr kirine. Lê şêx Evdil Semed di wê navberê de bi dengekî bilind ku te digot qey li mizgeftê ye û xutbê dixwînê: “Tu kes ji me nikarê bîra karê Xwedayê erd û ezmanan bibê. Ew e yê ku ji tunebûnê hebûnê û ji hebûnê tunebûnê diafirîne. Ev ezmanê niha çikîsayî bi fermana wî dikarê niha ji ewran tarî bibe û baraneke ku vê dinyayê li ber xwe bibe bibarîne. Hêvî Xwedê ye. Bila her kes niha biçe û tovê xwe li zeviyên xwe bireşîne. Helbet Xwedayê erd û ezmanan wê halê me bibîne û rehmekê bi ser me de bibarîne.”
Gundiyên ku guhên xwe ji gotinên şêx re bel kiribûn, bi gotinên wî qanî bûn û hemûyan berê xwe dane malên xwe. Hinan ji wan tûrên gênim, hinan ê ceh û hinan jî yê nîskan avêtin pişta xwe û berê xwe dane zeviyên xwe yên ji têhna qelişî û dest bi reşandina tovên xwe kirin.
Her kesê ku tovê xwe avêtî û ji zeviya xwe vegeriyayî, berî ku biçine malên xwe berê xwe dane mala Xewno. Loma Xewno dîsa xewnek dîtibû û li gund hatibû gerandin da ku hemû gundî piştî tovê xwe reşandin divê werin mala Xewno.
Di hêwana Xewno de cihê rûniştinê nemabû. Jinan jî li devê deriyê hêwanê cihê xwe di nav şekalên zilaman de xweş kiribûn. Xewno bi kuxikekê dest bi xewna xwe ya ku şevê din dîtibû dikir: “Heke gotinên min derew bin, bila ev Xwedayê rebbê alema jêrîn û jorîn hema berî ku dîkê sibehê bang bide van her du çavê min kor bike. Şeva din min di xew de kalek dît. Kalekî rih û porê wî sipî bû û kirasekî sipî lê bû. Çavên wî wekî aveke zelal bû. Lê di van çavên wekî aveke zelal de kuleke mezin cihê xwe xweş kiribû. Ez li Girê Kurikê, li cihê wî milyaketê ku xwe lê danî rûniştîbûm û berê min li Kelhoşkê bû. Ez li xewna xwe ya şevê din min dîtî difikirîm û min ji xwe dipirsî, “gelo çima ji her du çavên wî milyaketî du çemên boş diherikîn? Gelo bi rastî jî ew digiriya? Ma ji bo çi digiriya?” Min dixwest xewna xwe ya ku min şeva dî dîtî fêm bikim. Di wê kêlîkê de nizam ji ku derketibû lê ew kalê rihspî, ew kalê çavên wî wekî aveke zelal ji jora Gir hêdî hêdî ber bi min ve tê. Di destê wî de gopalekî ji dara gûzê hebû. Pir betilî dixuya.. Hema bi bayê bezekê ez çûm ketim destê wî û min ew bir cem Dara Gir. Min gotê; ‘kalê rehmanî, tu pir westiyayî. Ka pala xwe bide darê bila bêhna te were ber te.’
Piştre dema ku min li lêvên wî mêzand, min dît ku lêvên wî ji têhnan qelişîne. Min gotê; “kalê rehmanî, min niha gelekî dixwest ku bi kefa destê xwe aveke bi qasî çavên te zelal di devê te re bikim. Lê li gundê me aveke zelal ku ez di devê te re bikim nîn e. Ava heyî aveke girikî ye û ew jî tu nemaye ku biqede. Heke Xwedê halê me nebîne û dengê me nebihîse em ê li van deran ji têhnan bimirin.
Kalê rehmanî yê ku pişta xwe dabû Dara Gir gopala xwe ya di destê rastê de berda û bi wî destê xwe Kelhoşk nîşan kir û got: “Kurê min! Di biniya zeviyên vî gundî de behrek heye. Behreke sipî. Lê tu caran hun ê nikaribin bi ava vê behrê têhna xwe bişkînin.”
Dema ku ew kalê rehmanî diaxivî min jî berê xwe dabû gund û li gotinên wî difikirîm û min dixwest fêm bikim bê ka kalo dixwest çi bibêjê.
Dema min berê xwe ji gund zivirand û da ku maneya gotinên kalo jê bipirsim min berê xwe da cihê kalo, min dît ku li cihê wî tu kesek nîn e. Te diqot qey ew ji ezmanan hatibû û bi carekê re firiyabû ezmanan..”
Gotinên Xewno bi dengên bi peroş ên jinikên li pişt deriyê hewanê hate birîn. Jinikan digot: “Ewr..va ewr li ezmên hene..ewrên reş..ewrên tije baran..Xwedayê mezin halê me dît û dengê me bihîst..wê baran bibare..wê bîrên me tije bibin..zeviyên me wê simbilên genim û ceh bidin..ewr..baran..Kelhoşkê wê bi kulîlkan bixemile..Kelhoşk wê bibe mîna berê..”
Bi bihîstina dengên jinikan re hemû kelhoşkiyên li mezela Xewno bi carekê re ji cihê xwe rabûn û berê xwe dane derve û li ezmên mêzandin. Rast bû..Li ezmanê ku berî niha bi çend saetan piçîskek ewr jî nebû, niha ewr hebûn. Û bi rastî jî ev ewr ewrê reş ê bi baranê tije bûn.
Zarokên li derve ji kêfxweşiyê dikirin qîjewîj. Jinikan dilîlandin. Hin zilam ketibûn nav selewatan û şikir ji Xwedê re dikirin.
Di nav van dengan de şêx Evdil Semed digot: “Ma min ne got hêviya xwe ji Xwedê nebirin?”
Xewno jî dengê xwe bilind dikir û digot: “Xewna min..xewna min rast derket.”
Her ku diçû ewrên li ezmên pirtir dibûn û hemû ezman dorpêç dikirin. Piştî demeke ne dirêj êdî ezmanê çikîsayî bi rengekî tarî yê ji ewran hatibû rengandin. Vê tarîtiya nedîtî kêfxweşiya kelhoşkiyan a berî niha bi demekê veguherand tirs û xofê. Loma bi carekê re li gel ku hê nebûbû nîvro jî te digot qey roj li Kelhoşkê çûye ava û bûye derengê şevê.
Kelhoşkiyên ku çav li vê dîmena xwezayî kiribûn ji tirsa her yek ber bi malên xwe ve çûbûn û ketibûn nav diayan da ku ezman qul nebe û gundê wan li ber avê neçe. Ew ketibûn wê tirsê ku piştî vê tavê wê kesek jî ji vî gundî sax nefilite. Wan digot, Xwedê li şûna rehmê, xezebê bi ser me de dişîne.
Şîqeşîqa birûsk û belediyan û xurexure tavan hetanî berê sibehê venedabû. Bi vedana baranê re ji dûr xûşexuşe besta li başûrê Kelhoşkê ew hest bi kelhoşkiyan re çêdikir ku vê bestê dikaribû çiyayan li ber xwe bibe.
Lê bi vedane baranê re bêhna kelhoşkiyan hate ber wan û bi dilekî aram serê xwe li ser balîfa xwe danîn. Loma sibehî dema ku ji xewê hişyar bibûna wê bîrên wan ji baranê teqiyabin. Wê li zeviyên wan genim, ceh, nîskan serê xwe yê kesk ji biniya axê hildabin. Wan hêvî dikir ku Kelhoşk sibehî wê bi kirasekî biharîn wan pêşwazî bikiraya.
***
Rojê serê xwe bi qasî bostekê hildabû û Kelhoşkî nû ji xewê hişyar dibûn. Loma ji tirsa baran û xurexure tavan hetanî nêzîkî berê sibehê jî xew bi çavên kelhoşkiyan neketibû.
Kelhoşkî bi qêrîna Şêx Evdil Semed û Xewno ji xewa xwe ya şêrîn şiyar bûn. Dengê her duyan bûbû yek û di sira wê sibehê de li gund olan dida: “Kelhoşkîno ji xewê rabin..Kelhoşkîno zû ji xewê xwe rabin..Rabin bê Xwedayê jorîn çi nîşanî me da ye..Rabin bê li zeviyên we çi şîn hatine..hewara ji xewa xwe rabin..”
Bi bihîstina dengê Şêx û Xewno re kelhoşkî bi bayê bazê ji cihê xwe rabûn û derdiketin derve da ku fêhm bikin bê çi bûye.
Lê tu kesekî ji gotinên Şêx û Xewno tiştek fêm nedikir. Gundiyan digot ew dîn bûne. Bi rastî jî wekî dînan li wan hatibû. Şêx kumê xwe yê kesk ji serê xwe derxistibû û rûyê xwe pê digirt. Xewno jî gopala xwe li erdê dixist û wekî ku li serê marekî bixe, xwe bi xwe re digot: “Tu xewn î. Zû ji ber çavê min here. Dixwazim şiyar bibim û biqede ev xewn.”
Xewno diqîriya û digot: “Li zeviyan nemêzînin..Li zeviyan genim şîn nehatin..Li zeviyan ceh şîn nehatin..li zeviyan nîsk şîn nehatin..di biniya zeviyan de behr heye..behreke sipî..hûn nikarin jê vexwin…”
Bi van gotinan re kelhoşkî çûne serê banên xwe û ji dûr ve li zeviyên xwe mêzandin.
Ji tiştê ku li zeviyên wan diteyisî ew jî şaşomaşo bûbûn. Zeviyên wan li şûna ku kesk bibin sipî dikir. Tîrojên roja ku li pişt çiyayan serê xwe rakiribû, li sipîkên ku li zeviyan şîn hatibûn dida û ji wir diterisî ser çavên kelhoşkiyan. Kelhoşkiyan nizanibûn ew deqên sipî yên li zeviyan çi bûn. Fêm nedikirin bê tîrojên rojê li ser çi diterisin ser çavên wan.
Kelhoşkî ji serê banên xwe daketin û ber bi zeviyên xwe ve rê girtin. Dema ku kelhoşkî gihaştibûn zeviyên xwe ji ya ku dîtibûn bawer nekiribûn.
Li zeviyên wan hestî şîn hebûn. Hestiyên însanan. Serê gavekê hestiyiyên însanan hebûn li nav zeviyan. Li hin deveran hestiyên tilîkan..li hin deveran qoqê serê însanan..li hin deveran kabokên wan..kemaxên wan..parsûyên wan..bi hezaran bûn..hin jê tevî cilan bûn..hin jê zincîrkirî bûn..hin jê şewitî…lê hemû jî hestiyên însanan bûn..


