Pirsgirêka kurdan bi zimên re heye. Ev serêşiya kurdan a bi zimên re ji serêşandineke felsefîk virdetir e. Serêşîneke polîtîk e; serêşandike hebûn û nebûnî ye. Ji bo vê jî kurd bi lêhûrbûneke felsefefîk nêzîkatiyekê li zimên nakin. Lê wekî encam çawa lêhûrbînên felsefîk li ser kan, nakokî û rizîna polîtîk zîl dide û geş dibe; ev nêzîkatiya polîtîk a li zimên a kurdan di pêşerojê de wê veguherê lêhûrbîneke felsefîk.
Ziman ji zû de ye ku ji navgînbûna ku hest û raman xwe di ser re vediguhezê “ê din” rizgar bûye û rasterast bûye lîsa ku raman lê tê heyînê. Lê di vir de em ê li ser vê ranewestin. Em ê bêhtir bala xwe bidin ziman û têkiliya wê ya bi desthilatdariyê re.
“Naxwe ji bo ku desthilatdariya civakê ya li ser zimên û bi vê ve girêdayî desthilatdariyê wê ya li ser xwe ji dest were standin pêdivî bi rawestandina bi axivîna zimên heye”*
Derîda binê ‘rawestandin’ê îtalîk kiriye. Loma Derîda bi îtalîk-kirina rawestandinê berê me dide bêjeya nivîsê loma di Derîda de ya ku axivînê radiwestînê nivîs e.
Lê li vir pirsgirêka me li gel axavînê bi rawestandinê jî heye. Loma ez ê hem axavînê hem jî rawestandinê îtalîk dikim. Loma rawestandina axivîna me (kurdan) ya bi zimanê xwe, ji berê de (?) û heya niha jî (2011) wekî diyardeyekê ne bi nivîsê lê bi qedexekariya xweyî hêzeke zagonî pêk hatiye, pêk tê. Helbet ev qedexekariya zagonî wekî armanc û encamê bi rêya nivîsê jî axivîna me rawestandiye. Lê nivîsa ku axavîna me rawestandiye ne nivîsa bi zimanê me (kurdî) lê nivîsa bi zimanê wan e (tirkî). Vê rawestandinê wekî ku Derîda destnîşan kirî jî bi xwe re hem desthilatdariya me ya li ser zimanê me betal kiriye hem jî bi vê betalkirinê desthilatdariya me ya li ser me bi xwe jî betal kiriye.
Heke destilatdariya me ya li ser me hatibe betalkirin naxwe hinek din desthilatdarên me ne. Di Emîle wexta ku Rousseu dijwariya hînbûna bi zimanekî din dike wiha dinivîse: “ (..) Lê wexta ku şanîdêrên zimanan têne guhartin fikrên ku wan temsîl dikin jî diguherînin. Serî li ser bingeha zimanan dirûv digirin, raman dirûvê îdyoman digirin”**
Naxwe bi guherandina şanîdêrên zimanê kurdî bi yên tirkî re hemû fikr, nirx, kevneşopî û çi hêmanên ku giyanê neteweyekê pêk tînin hatine guhartin û li şûna wan jî hêmanên neteweya tirk lê hatine danîn. Yanî îro, bi rawestandina axivîna bi zimanê kurdî hakimiyeta me ya li ser zimanê me û ya li ser me hatiye betalkirin û bi şixulandina zimanê tirkî hakimiyeta zimanê tirkî û ya tirkan li ser kurdan hatiye zalkirin. Ji bo vê jî hetanî ku rewşa rawestandina zimanê kurdî ji holê ranebe kurd wê ne bikaribin hakimê zimanê xwe, ne jî wê bikaribin hakimî xwe bin.
*Gramatolojî, Jacques Derîda, rp. 257.
**Berhema navborî, rp. 257.


