Silêmanî
Rêveberiya Tevgera Goran, piştî mirina Serokê wan Newşîrwan Mistefa civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Di civîna ku li Silêmanî li dar ket de endamên Meclisa Partiyê û Desteya Şêwirmendiyê amadebûn.
Di civînê de piştî wefata Mistega meseleya serokatî û nexşerêya ji bo pêşerojê hat nîqaşkirin. Sekreterê Tevgera Goran Cemal Hecî Mihemed diyar kir ku ev civîn ji bo civîna roja şemiyê wekî civînek amadehî ye.
Hat gotin ku dê Tevgera Goran serokekî nû hilnebijêre lê ji dêvla vê yekê dê Konseya Serokatiyê saz bike û tevger ji aliyê vê konseyê ve bê bi rê ve birin.