Diyarname
Fîlmê Huseyîn Karabey "Gitmek" li Amerîkayê xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Digel plaketek 25 hezar dolar ji wekî xelat girt.
Festîvala Filman a Tribeca ya li Amerîkayê di 23'yê avrêlê de dest pê kir û 4'ê vê mehê bi dawî dibe. Lê berî bi dawîbûnê fîlmên ku bi ser ketin di şeva 2'yê mehê xelatê xwe girtin. Di merasima xelatgirtinê de derhêner Huseyîn Karabey jî xelat girt. Fîlmê Karabey "Gîtmek (Çûyîn)" di festîvalê de Derhênerê Herî Serketî girt. Digel plaketê 25 hezar dolar pere jî wekî xelat dan Karabey. Karabey di şeva xelatdayînê de wisa got: "Me di fîlm de qala çîroka xwe kir.
Fîlmê Karabey li ser çîroka jinek tirk Ayça Damgaci û mêrek kurd Heme Elî Xan hatiye kişandin.
Her wiha di festîvalê de van fîlman jî xelat girt:
- Fîlmê Herî Serketî: Let the Right One In (Derhêner: Tomas Alfredson)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Thomas Turgoose û Piotr Jagiello (bi rola di
fîlmê "Somers Town" de)
- Lîstikvana Herî Serketî: Eileen Walsh (Bi rola di fîlmê "Eden" de)
- Belgeîlmê Herî Serketî: "Pray the Devil Back to Hell" (Derhêner: Gini
Reticker) (USA)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: "New Boy" (Derhener: Steph Green)
- Belgefîlmê kurd ê herî serketî: "Mandatory Service" (Derheer: Jessica
Habie)