Diyarname
Lîstikvana sînemayê Olympia Dukakis a 89 salî ku di jiyana xwe de Oscar jî girtibû roja 1'ê gulanê mir.
Olympia Dukakis di sala 1931'ê oe li Massachusetts a DYA'yê hatiye dinê. Dukakis bi eslê xwe yewnan e. Ji xelatên Oscar, BAFTA û Globa Zêrîn, di gelek waran de xelat girtibûn.
Dukakis di sala 1987'an de bi rola di fîlmê "Moonstruck" (derhêner Norman Jewison) de Xelata Lîstikvana Duyemîn Oscar girt.
Lîstikvan Dukakis ligel fîlmên sînemayê di bi bernameyên di televîzyonê de jî ji bo xelata Emmy hatibû pêşniyarkirin. Li aliyê din par li ser jiyana wê belgefîlmekî hatibû kişandin.
Xwişka wê Apollo Dukakis bi ser facebookê re peyama mirina wê weşand û got, "Xwişka min a delal Olympia Dukakis vê sibê li New Yorkê mir. Bi salan piştî êşa ji nexweşiyê kişand gihîşt aramiya xwe ligel Louise'yê xwe." Mêrê wê Louis Zorich di sala 2018'an de miribû. Keçên wan Christina Zorich jî lîstikvan e. Her wiha bi navê Peter û Stefan Zorich du kurên wan hene.