Wê rojê min rêzikeke nivîsîbû: “Ez helbesteke herî ji rêzê ya bi kurdî nadim helbesteke herî mezin a bi zimanekî din”
Di vê hevokê de ne ku min helbesta bi kurdî hatî nivîsîn datanî ser helbesteke qenc a bi zimanekî din. Helbesteke mezin a bi zimanekî din hatiye nivîsîn ji bo miletê ku bi wî zimanî dikare bixwîne helbet mezin e. Ew helbest hetanî ku bi wî zimanî be mezinbûna xwe dîsa dikare biparêze. Lê ew helbesta mezin a ku li zimanekî din tê wergerandin êdî wekî ku qet nehatibe wergerandin em nikarin nêzî wê bibin. Loma helbest dema ku bi awayekî wergerandî hate ber dest êdî gelek tiştan ji xwe dide.
Ku em guhê xwe bidin T. S. Elîot: Helbest hemû tiştên ku tenê bi zimanekî dikarin werin gotin û bi zimanekî din îfadekirina wan dijwar e, îfade dike.
Naxwe helbesteke qenc di nav sînorên zimanê ku pê hatiye nivîsîn de dikare qenc be, lê hetanî ku di nav sînor û aqarên wî zimanî de be em dikarin vê “qencbûn”ê lê bar bikin; lê dema ku ew kete nav aqarên zimanekî din; ango dema ku ew li zimanekî din hate wergerandin êdî nirxên wê jî wekî berê namîne û ji nirxên xwe dikeve.
Loma dîsa wekî Elîot gotî: Hestên me yên ku me hay jê nîn in û em nikarin hay jê çêbibin herî baş di zimanê zikmakî de xwe didin der.
Belê. Min destûra hevoka xwe ya ku digot: “Ez helbesteke herî ji rêzê ya bi kurdî nadim helbesteke herî mezin a bi zimanekî din,” ji Elîot standibû. Loma helbest kêzîna hestan bû û hestên civakekê jî herî baş xwe di zimanê zikmakî didan der. Ji bo vê jî helbesteke ji rêzê ya ku bi kurdî, ya ku bi zimanê min ê zikmakî hatiye nivîsîn ji hêla hestên min, civakan min ve wê dewlementir bûya û hesta ku min ê nekariya ji helbesteke herî qenc lê ya wergerandî bigirta min ê ji helbesteke ji rêzê lê ya bi zimanê min hatî nivîsîn min ê wergirtiya.
Ma çi bû peywira helbestvên? Dîsa em guhê xwe bibin helbestvan û rexnegirê zîrek Elîot: Peywira helbestvên a wekî helbestvanekî herî pêşî li hemberî zimên û bi awayekî ne rasterast jî ya li hemberî civaka wî ye.
Belê, em diçûn û tên li aqarên “zimên” dialiqin. Helbest û ziman; helbest û zimanê zikmakî nikarin ji hev werin qutkitin.
Ji bo vê jî navika helbestê, helbestvên û zimanê helbestvên ê zikmakî bi hev ve girêdayî ye. Hevhîkariyeke wan a organîk li ser hev heye. Em helbest, helbestvên û zimanê helbestvên nikarin ji hev qut bikin. Çawa ku çarenûsa zimanekî helbest, helbestvan diyar dike her wiha çarenûsa zimên jî helbest, helbestvan diyar dike.
Binêrin li ser têkiliya organîk a helbest, helbestvên û zimên Elîot çi gotiye: Miletek heke nikaribe nivîskarên mezin, bi taybetî jî helbestvanê mezin biafirîne ew zimanê ku milet pê diaxive jî, çand jî xira dibe û belkî jî dibe ku ew ziman di nav zimanekî din ê mezintir de bihele.
Helbest û helbestvan e ya ku hesta herî kûr a miletekî li ser piyan radigire û wê wê vediguhezê dema me û vêya jî bi rêya zimên dike. Di helbestê de bi rêya zimên em karekterên civaka xwe diparêzin û wê dijîn.
Karekter, şexsiyeta civakekê di zimanê wê civakê de xwe dide der. Li ser têkiliya şexsiyeta civakekê û avaniya zimên Elîot wiha dibêje: Avaniya zimanekî, rîtma wê, pergala wê ya deng, biwêjên wê şexsiyeta civaka ku bi wî zimanî diaxivê ye.
Vê şexsiyetê, karekterê civakê, hesta wê ya herî kûr em di helbesta wê civakê de dikarin bibînin.
Hetanî ku helbestên me yên mezin, helbestvanên me yên mezin hebin li ser çarenûsa zimanê kurdî em dikarin dilrehet bin. Belê, îro zimanê me li me hatiye qedexekirin, îro dixwazin ku em li şûna zimanê xwe zimanekî din deynin, îro ew derfetên me nîn in ku em bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin lê dîsa jî heke helbestvanên me yên mezin hebin em dikarin bibêjin ku ev ziman wê di nav zimanekî din de nehele. Loma hetanî ku miletek bi zimanekî din nikare hest bike tu caran mirov nikare bibêje ku ew ziman ji holê hatiye rakirin. Helbestvan di helbestên xwe de, bi rêya zimanê xwe destûr nade ku ew miletê wî bi zimanekî din hest bike û ew zimên diparêze. Li vir dîsa em guh bidin Elîot:
Li gel ku raman gerdûnî ye hest xwemalî civakan e. Bi zimanekî biyanî ramîn hêsantir ku mirov bi zimanekî din hest bike. Ji bo vê jî tu huner bi qasî helbestê bi awayekî rikdar ne millî ye. Dibe ku zimanê miletekî ji dest werê standin, dibe ku axaftina bi wî zimanî were qedexekirin, dibe ku ew milet neçar were hiştin ku bi zimanekî din biaxive lê heke hûn nikaribin bi wî miletî bi zimanê nû bidin hestkirin, hûn nikaribînin bibêjin ku we ew ziman ji holê rakiriye; zimanê berê di helbestê de dibe navgîna xwe-derbirînê, loma cihê derbîrîna hestên me ew der e.
Lê mixabin ku îro em xetereyekê re rû bi rû ne. Dema ku em li hin helbestên ciwanên kurd dinêrin em dibînin ku helbesta wan di ser zimanekî din re hatiye nivîsîn. Heke rasterast pêşî bi tirkî nehatibe nivîsîn jî xuyanî dike ku helbest bi tirkî hatine hestkirin û sazkirin. Ango di wan helbestan de em bi tu awayî nikarin li hest, şexsiyeta civaka helbestvên rast werin.
Li ser helbestê wisa şopa dest, hestên civaka tirk heye. Ji bo vê jî ne pêkan e ku civaka kurd di helbestên wisa de bi hestên xwe re rû bi rû bibe.
Ez li helbestên wisa ku di pêşbaziya helbestan de xelat wergirtine jî rast hatime. Di vir de kesên tawanbar endamên juriyê ne. Divê bi tu awayî helbestên ku şopa zimanekî din li ser wan in, ên ku bêhna wergerê ji wan difûre, ên ku di helbestên xwe de nikarin şexsiyeta civaka kurd, hesta miletê xwe vebêjin, neyên xelatkirin û teşwîqkirin.


