Tu ji textikê eniya wê xwe berdidî nav tîrêjên ku ji birûskê çavan vedidin û tu ji wir û şûn de nema qala wê dikî. Tu tê li wir disekinî.
Mîna betanê peyvên ku teyê ji bo wê xerc bikira li tiştekî aliqî be. Nola ku peyvê xwe dabe erdê û nema bixwaze biherike û bê. Lê na. Tu peyvê diguherî. Tu berê peyvê didî derek din. Tu wek tava derewîn mirov dixapînî. Ka hê teyê qala dev û lêvên wê û cotmemikên wê yê ku bi reqsê re li ba dibûn bikira. Teyê di nav re dilbijokiya xwe ya li hemberî bejn û bala wê bigota. Lê tu wê dihêlî û tu diherî derek din. Çawa ku min xwe elimand vê heyatê qey êdî divê ez xwe bielimînim vî hawê te jî. Ez bûme wek wan kesên ku xwe didin bin siya mirovên dewletî, bi hêviya ku ewê rojekê ew dewletîbûn bi kêrî wan bê, lê di dawiyê de ew li ser yê dewletî dixesirin. Em bi hev hesiyane.
Qor bi qor dîwarê peyvên ku dirbê nivîsa te diyar dikin lêdibin. Ruh di nivîsa te de digere û dikeve nav liv û tevgerekê. Lê, wek kesê ku kuxuk rê li ber xeberdana wî bigre û carê nehêle bi rehetî bipeyive li pênûsa te tê. Niza ka bê xêr e. Way mîna kesê ku piştî kuxukê qirika xwe paqij dike tu jî pênûsa xwe kildikî. Lê tu ji vê rewşa xwe neacizî. Tiştekî seyr e. Nola tu bixwazî bibêjî, “ ma nivîskarî di eslê xwe de ne ji sebrê dizê?” tu li min dinêrî. Ez dixwazim tu werî ser merselê û em ji hev safî bibin.
Tu qala yekî dikî. Ev di bazara me de tunebû, lê êdî ez mecbûr im têkevim ser vî xuyê te. Tu dibêjî, “ zilam ji yekê hez dike.” Çi ji min re? Ez bi awirên tahl li te dinerim lê ne xema te ye û tu dewam dikî, “ ji bergî zilam cengene ye malik naxwazin ku keçika xwe bidin wî. Yê cengene jî sond dixwe û li derdorê belav dike ku kî were hezkiriya wî bixwaze ewê wan bikuje. Hin kesên ku nêta wan heye keçikê bixwazin piştî ku dibihîzin zilamê cengene wê xwînê birjîne bi şûn de vedigerin û xwe navêjin êgir. Dawî yek tê keçikê dixwaze û bi mala bavê keçikê re li hev dikin.Yê cengene gava ku dibihîze yekî hezkiriya wî xwestiye xwe wenda dike. Serserî li wî kesî digere. Rojekê keysê lê tîne û wî kesî dikuje!”
Ez nema xwe digrim û dibêjim, “ heyrana çavan aniha ka çiyê vê merselê bi merseleya me ve heye?” Tu dibêjî, “ ka sebra Xwedê bikşîn ezê niha bêm pê ve girê bidim.” Dû re tu dibînî ku ez mahdê xwe dikim tu dibêjî, “ ewê zelal bibe sebrê bikşîn.” Ji neçarî ez dengê xwe dibirim û tu dewam dikî, “ Zilamê cengene digrin diavêjin hefsê. Çendsalên wî derbas dibe ji wê hefsê jî dişînin yeka din. Bi şev gihaştiye cihê xwe yê nuh. Sibê radibe derdikeve hawadarkirinê û li ser xwe digere. Kalokekî jî xwe berdaye ser tutukan, pişta xwe daye dîwêr û xwe daye ber tîna tava biharê. Gava ku zilamê cengene çend caran dihere û tê kalo bang li wî dike û dibêje, ‘ Xwarzê rahme tu ne gewende yî?’ Zilamê cengene şaş dibe. Hê nuh hatiye vê hefsê û wî û kalo li tu derê hevdu nedîtiye, dikeve mereqê bê ka çawa kalo bi wî derxist ku ew gewende ye. Difikire. Dû re pirsa kalo dibersivîne û dibêje, ‘ Binêr ezê te ji zanîna te nexim şikê û bextê te bi reş negerînim. Ez gewen de me. Lê te ji ku pê derxist, ka îcar tu ji min re bibêj.’ Kalo dibêje, ‘ Mala te ava be ku tu wê xerabiyê bi min nakî û min ji zanîna min naxî şikê. Wexta ku tu diherî wî serî û tu vedigerî vî serî, yê ku bala xwe qenc bidin te ewê bibêje qey benê defê di hustê te de ye, tu li defê dixî û tu pê re doş dibî. Ji ber vê min pê derxist ku tu gewende yî.’”
Ez li bendê me ku tu vegerî ser merseleya me û tu pê ve girê bidî, lê tu dîsa penûsa xwe kildikî û tu dibêjî, “ Mîr Mehemed ji vê sibê de bela xwe di min de dide û dixwaze ku ez qala wî bikim. Carê tê simê hespê xwe dixe herka hibrê. Ez xwe diavêjim bextê wî ku min rehet berde, ji bo bîskekê be jî min naşikîne me dihêle û dihere, lê vaye dîsa hatiye. Li hespê xwe yê ba û baranê siwar bûye, Çînûmaçîna xwe jî avêtiye paş xwe û hatiye di herka hibrê de sekiniye. Tu nabêjî em li ser rêya wî rûniştine. Bi rê de li me rasthatiye û dixwaze ez qala wî bikim. Xuyaye hût kuştuye û vedigere bi oxira xwe de dihere. Wêneyê destar, yê seydê, yê kerwanê başbazirganê salê, li soza xwe xwedî derketinê û xwe li roniya binê bîrê girtinê rê min dide. Ez têdigihêm ku ne tenê dixwaze qala sêwîbûna wî, mêrxasiya wî, biaqilbûna wî û jêhatîbûna wî bê kirin. Niha jî niza bê ji ku derdixîne du kirasên ku naşibin hev û şablonekê datîne ber min. Mûyê xwe derdixe li hev badide hespê wî yê ba û baranê dîsa xuyanî dibe. Radibe ser xwe, ji herka hibrê derdikeve, xwe çeng dike ser pişta hespê xwe, bi destê Çînûmaçînê digre wê jî diavêje paş xwe û bi hewa dikevin, bilind dibin bilind dibin bilind dibin û ji pêş çavan wenda dibin…”
Ez li te dinerim. Ez nema dikarim bi xwe û piqîn bi min dikeve. Em li ser çi dipeyivîn tu çû ku û tu di ku re derket. Kî bîra xwe û Mîrhemed û çîroka wî. De îcar ha!
Baş e ku hevalek tê û min ji wî hawê te rizgar dike. Yan na hê teyê gelekî serî li min bigeranda. Ka bê îcar teyê berê me bida ku Xwedê zane!..


