Berî niha bi çend rojan min bihîst ku Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ji bo keda wî ya li ser ziman û wêjeya Kurdî ‘Xelata Rûmetê’ dide Ehmed Huseynî. Li gorî ku min bihîst di dayîna vê xelatê de bi qasî keda wî ya ziman û wêjeyê, bandora helwesta helbestkar a Rojava jî heye!
Ewil ji ber ku Komeleyê karekî wek xelatdayînê daye ber xwe kêfxweş bûm. Dû re ji ber ku wek komeleya nivîskaran xelatê didin helbestvanekî ku bandor li hezaran xortî kiriye û ji wan xortan berê gelekan daye xwendin û nivîsandina kurdî, kêfxweş im. Ehmed Huseynî bi keda xwe hem zimanê kurdî hem jî helbesta kurdî pêş xistiye. Wek gelek nivîskarên kurd ên xemxurên vî zimanî, bala gelek kesan kişandiye ku bi vî zimanî mirov bixwaze dikare wêjeyeke bi ast biafirîne û ji aliyê girseyeke mezin ve were xwendin û hezkirin.
Wekî ku hûn jî dizanin wate, naverok û prestîja xelatan, hinekî jî kesên xelatê didin, jûrî û pîvanên xelatdayînê, bilind û nizm dike. Bêşik gelek cureyên xelatan hene û ji bo gelek kar, emel, tevger û tiştan xelatdayîn û xelatkirin di jiyana mirovan de heye û girîng e.
Dîsa li gorî jiyan, adet, çand, nêrîn, bawerî û îdeolojiyan pîvana xelatdayînê tê guhertin. Çawa ku tiştên bi hinekan pîroz e, bi hinekan pûç û vala ye û bi hinekan jî guneh e, pîvanên xelatdayînê jî tê guhertin.
Ji van xelatan hinek li helwest û sekna mirovan a siyasî dinêrin, hinek ji bo ku ew kes çêtir karê xwe bikin, hinek jî bi pêşbaziyan ango her hinek bi awayekî û ji bo tiştekî ye.
Hinek xelatên wêjeyî jî hene ku tenê nivîs, dosya, çîrok û helbestên serkeftî tên xelatkirin, bêyî ku kes li nêrîna nivîskar û helbestkarên wan binêre, ango; kes nanêre bê ji kê hez dike yan hez nake, pêşverû ye yan paşverû ye. Nivîs serkeftî be bes e ji bo wan.
Dibe ku hin xelatdayîn ne li gorî dilê hinekan bin. Gava ku Orhan Pamuk xelata nobelê girt, hindik mabû ku hinek wêjevanên tirk ji hesûdî biteqin.
Loma dibe ku hinek ji hesûdî û hinek jî ji dilê saf rexneyan bikin, bawer im kesên ku niha di rêveberiya komeleyê de ne dikarin vêya ji hev derxin. Ya girîng ew e ku êdî saziyên me hene û dikarin bi xelatdayînê dilê kedkarên vî zimanî xweş bikin.
Ji vê jî bawer im ku Ehmed Huseynî xelata mezin ji xwendevan, hezkirî û gele xwe wergirtiye!
Bi çend rêzikên Ehmed Huseynî dawiyê li nivîsa xwe tînim:
ÇENDÎN JI TE HEZ DIKIM AMEDÊ?
Min dilopek ji xunava giyanê xwe
Li ser lêvên te hişt û çûm Amedê!
Min dilê xwe di mija bîranînên te de
Wekî ku dê roj nû hilê hişt û çûm Amedê!
De bi destê berbanga xwe bigire û bilezîne!
De bi destê min bigire û hêdî hêdî,
Dest bi çinîna ewrên xewna min bike Amedê!
Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin


