RIHA
Heyeta Pêşmergeyan a ji 10 kesan pêk hatî ku vê serê sibê çûbûn Kobanî, piştî hevdîtinên bi rayedarên YPG’ê re vegeriya navçeya Pirsûsa Rihayê.
Pêşmergeyên ku dê biçûna Kobanî duh gihîştibûn Pirsûsê. Ew li Tesîsa Çûkobîrlîkê hatin bi cih cikirin lê hê jî destûra derbasbûna wan a ji bo Kobanî nehatiye dayîn. Vê serê sibê ji van pêşmergeyak heyetek ji 10 kesî çêbû û ev heyet ji bo hevdîtinan çû Kobanî. Heyetê li Kobanî bi fermandarên YPG’ê û YPJ’ê re hevdîtin kirin û ber êvarkî dîsa vegeriya Pirsûsê. Heyet ji Tesîsên Çûkobîrlîkê di Deriyê Sînor ê Pirsûsê re derbasî Kobanî bû û dîsa ji heman deriyî vegeriya. Heyeta Pêşmergeyan li ser hatina hêzên pêşmerge û çekên bi xwe re anîne hevdîtin pêk anîn.
Niha li cihê ku pêşmerge lêne ji aliyê polîs û leşkerên tirk ve tevdîreke mezin hatiye girtin.