Samir Osman / Kobanî
Tevî pêşketinên ku di gelek waran de çêbûne, gelek kes pîşeyên xwe berdane û berê xwe dane karên din da ku pereyên zêde bi rehetî bidest bixin, Mihyedîn Şamliyan hîna pîşeyê ku ji bavê xwe girtiye didomîne. Şamliyan cewheran dibiriqîne û tizbiyan çêdike. Li rex vê pîşeyê berhemên dîrokî digere, restore dike û diparêze.
Şamliyan gelek berhemên dîrokî yên ku dîroka wan vedigere gelek serdeman parastiye. Bi rêbazekî ku zirarê bi wê neke û teşeya wê neguhere çêdike.
Li cem Şamliyan gelek şûr hene ku dîroka wan vedigere serdema Selçûqiyan, qebîleyek faris, dewleta Umawî. Tevî xencerên girêdayî gelan û serdemên cuda. Peyker, kelûpelên malan ên kevn û dîrokî.
Her wiha li cem Şamliyan gelek berhemên dîrokî yên xweşik hene, mîna tabloyek muzeyîk, li gorî texmîna wî dîroka wê vedigere çanda kurdên êzidî berî 400 salî. Nîşaneya cilên kurdî yên resen di daweta mîrekî yan jî şêniyekî wê demê de ye.
Şamliyan tizbiyan ji kevirê misk çêdike, tevî kevir ji cureyên din. Girêdayî wê dibêje: “Gelek tişt li cem min in ku ew çand ber bi windabûnê ve dikin. Ger em neparêzin wê helbet winda bibin. Min ev pîşe ji bavê xwe girt. Lê min ev pîşe li gorî dema heyî nû kir. Min berhemên rojhilatî parastin, ev berhem nayên firotin ji ber ku mîna vî çandî tune ye."
Şamliyan bang li civaka kurd kir ku cilê xwe yê kevnar biparêze.
Mihyedîn Şamliyan wiha pê de çû: "Gelek kes têne dikanê da ku hinek cureyên cewheran bixwazin, xwe derman bikin an jî şansa xwe baş bikin. Gelek kiryarên bi vî rengî bingeha wan tune ne. Ev şaşîtiyeke divê baş zanibin ku cewherên dixwazin ne mîna ku texmîn dikin in. Ev tenê kevir in, tiştek nakin. Ji biçûkahiya xwe ve ew cewher di destê min de ne û beriya min jî bavê min. Lê ev tişt ne rast in."
Berhemên dîrokî yên di şerê Sûriyê de wêran an jî winda bûne, Şamliyan nikare vegirîne. Lê berhemên Şamliyan kom kirine giran buhane.
Ji ANHA'yê hatiye girtin
Li cem Mihyedîn Şamliyan gelek berhemên dîrokî hene ku dîroka wan diçe bi sedan salan.