Çiqasî min ji wê re got, “keça min wê de here. Binêr çaydana çayê li vir e, tuyê lê biqelibî” jî wê bi ya xwe kir û neçû derve. Li hundir ma û lîst. Ku tiştekî wekî çaydanê talûke li hundir hebe û zarokên hûr li wir bin ez nikarim normal hereket bikim. Ez tu tehmê ji çaya ku ez vedixwim û xwarina ku ez dixwim nakim, ji sohbeta ku dibe jî ez tiştekî fêm nakim û li min diherime. Ne di mista min de ye, bêyî hemdê xwe ez ditirsim. Ez dikevim xema ku tiştekî neçê biqewime. Tim çavekî min li ser zarokên hûr e. Guhekî min li peyvê ye yek jî li dengê wan e.
Dîna ku min dît deng ji çaydanê hat û ew çaya germ rijiya. Ji hêrs û tirsa ku ewê xwe şewitandibe min xwe winda kir û min şimaqek bi tîn daweşand keçika li çaydanê qelibî ye û tirsiyaye!
Dû re min dît ku tişt jê xera nebûye. Dilê min hat ber min. Erê, ez rehet bûm lê îcar minê çawa ew şimaq bi paş de vegeranda! Ji mista min filitîbû! Jixwe li gor ê rûniştî bûbû û çûbû. Çawa ku yê me yê ateîst jî di dawiya dawî de dest bi sondan dike yê me yê herî henûn jî hew te dît da bin guhê zarok û qirpînî jê anî. Ez jî yek ji wan im! Ez jî berhemê vê çandê û yek ji modelên wê me!
Keçika pênc salî li ber min sekinî û got, “ bavo, mere wanî li zarokan naxe!”
Hêsir ji kanîkên çavên wê berjêr bûn û çû!
Tiştekî ku minê bigota tunebû!
Ez derketim sûkê.
Ez ne şaşbim dawiya gulanê ye. Ez li kuça hunerê rûniştime. Keçikek benîşt di dest de hat ez maçî kirim û xwest benîşt bifroşe min. Ez li ber halê wê û vê kirina wê ketim. Min benîşt kirî. Dikira biçûya min bang lê kir û min got, “te benîşt firot min, baş e. Lê heqê maçîkirinê li te ma?” Kenekî fediyokî li rûyê wê xuyanî bû û ber bi min ve hat. Min got, “ka were ez jî te maçî bikim.”
Li hemberî cihê ku ez lê rûniştibûm jî ji bo zarok ji xwe re lê bilîzin cî veqetandibûn. Hêlkan û tiştên wekî wê li wir danîbûn. Hin zarokên ku ser û cilên wan paqij jî ji xwe re li wir dilîstin.
Zarokatiya min hat ber çavên min…
Dû re, ew çîroka ku zilamek lawikekî feqîr û gemarokî dibe aşxaneyê, tê bîra min. Zilam ji lawik re xwarinê dixwaze. Lawik dixwe têr dibe, lê çavên wî têr nabin! Wexta ku radibe hin tiştên ku li ser maseyê mane diavêje pêxîla xwe û wergî xwariye dibêje belq û verdirişe!
Îro ez li ku dinêrim zarok tên ber çavên min û ez li wan difikirim!
roniwar@hotmail.com


