Vê sibê tu ne wekî her roj î. Îro tiştek di te de heye ka bê îcar çi ye. Erê. Tiştek di rihê te de tevdigere. Way hêdî hêdî zelal dibe. Tu însanekî ecêb î. Tu dixwazî ku hinek werin hinda te.
Erê tu dixwazî ku hinek xwe li te bigirin û bên hinda te. Yê ku ji kesan direviya, îro rabûye doza kesan dike, ma ji vêya xerîbtir û balkêştir tişt heye gelo? Eşqa sohbetê bi te girtiye! Na ez nadim rûyê te. Çewt fêm neke. Belê, ez jî dizanim ku divê mirov kêmanî û qisûrê hev du binixumînin û hev du bisitirînin. Jixwe ev ne qisûr e. Lê gava ku yekî wekî te bixwaze mirov xwe lê bigirin û bên sohbeta wî hebikekî ecêb e.
Bextê te çê digere vê sibê û xwesteka te tê cî. Tu jî hîna wekî min li ser vê guhertina xwe difikirî û te dixwest ku tu bi nav bikî, camêrekî qure xwe li te digre û tê. Ku tu çav li wî dikevî ken dide ser te. Tu dikenî û ew jî rep repa lingên wî ye nola eskeran li erdê dixe û tê. Ku nêzîkî te dibe dibêje, “ Kî ne em?” Tu dizanî bê ji bo çi dibêje, le tu ji dêvla peyva ku ew li ben de ye tu navê eşîra wî dibêjî. Ew bi vêya aciz dibe. Jixwe nêta te jî ew e ku tu wî aciz bikî û tu hinekî pê xweş bibî.
Le ew zû li xwe hay dibe. Ew jî ji bo ku peyvê biguhere û aqûbeta sohbetê di binê kontrola xwe xe konetiyê dike û dibêje, “ Yaw çend rojê me mane, ew jî biqediyana û em ji xwe re bi silametî teqawîd bibana.” Tu îro bi baqilî tevdigerî û xuyaye bextê çê jî xwe li baqiliyê digre. Tu di bîra xwe de tînî bê kesên teqawîdiya wan hatiye le naxwazin teqawîd bibin çi didin ber rûyê xwe û tu dibêjî, “ Na lo, ma çi eceleya te heye. Hê tu xurt î gidî. Komek zarokên te hene û hê çavên wan li destên te ne. Zewac divê, kar divê komek kufletên te hene ma dibe ku tu teqawîd bibî.”
Derba te li fûtê çûye û baqilî bi kêr nehatiye, çimkî ew bi gotinên te qayil nabe û dibêje, “ Zewaca çi? Bi sê telaqê bêfitu heger nêta wan û zewacê hebe a îşev ez dikarim pênc heban birevînim. Ma ne, zor zane, zêr zane û devê tivinga sor zane!?”
Tu li gorî mahdê wî lêdiherî û tu dibêjî, “rast e eyn wek te ye. Sînor ji xurtan re tuneye!” Di vê navberê de ew heyfa xwe li xwe tîne ku çima bi ya bavê xwe nekiriye û ji xwe re jinek din jî nerevandiye û nekiriye sisê.
Gava ku ew peyvê tîne ser bavê xwe, tu jê dixwazî ku dîsa ji te re qala bavê xwe û midûrê qoçana bike. Dikene. Kêfa wî tê ku tu jê dixwazî qala bavê xwe bike. Eyn wek ew dîkê elokan be û te jê re fîkandibe xwe dinepixîne.
Dibêje, “ Bavê min serê sibê zû gihaştiye bajêr. Tûrikê ku hêkê wî tê de ye dirêjî dikandar kiriye û xwe berdaye ser tutukan. Jixwe ji hal de ketiye, mala min ê ewqas rê meşiyaye. Dikandar hêka dihejmêre ew jî li wî dinêre. Yek ji paş ve bi porê wî digire, wî radike hewa û dibêje, ‘ ka qoçanê kerê te?’ Bavê min rahmetî her tiliyek wî wek qurmekî bû. Li paş xwe vedigere, ji kezeba şewitî heta ku xwedê qawetê didê hutukekê di nav çavên wî kesî de lê dixê. Bi lêxistina bavê min re bahrîn ji wî kesî diçe û dibêje, ‘ aaax mittû mam’ û wek şelekî tê xwarê. Xwîna sor di dev û pozê wî re diavêje û ji ser hişê xwe diçe.
Dikandar bi bavê min re dixeyide û dibêje, ‘ tu dizanî bê te li kê xist? De zû birev ji bajêr derkeve û here. Te li midûrê qoçana xist malnexerab!’ Bavê min fêm dike ku xera kir le êdî poşmanî nema bi kêrî tiştekî dihat. Hêk û alavên xwe dihêle û dibêje lingno qurban heta ku derdikeve dervî bajêr jî nasekine û li paş xwe nanere. Tê li ser rêya ku gundî tên di wira re vedigerin diherin mal xwe dide ber pala çiyê û disekine.
Gundî êvarî vedigerin dibêjin, ‘ Law te çi kir ji mêrik kuro malnemîrato êdî tu nema karî werî bajêr law.’ Bavê min deng nake û vedigerin. Ji wê rojê û şûn de bavê min bû wek mehkûman û nema diçû bajêr. Dikandar çend caran xeber jê re şand got, “ midûr xwe diavêje bextê wî ku ew were bajêr û li hev bên” bavê min neçû. Midûrê qoçana çend kesên din jî temî kir bavê min got, “na law vana bawerî bi wan nabe. Bêbavan gava ku tên mirov deh kes li serserê yekî dicivin û bê ûcdan in” û neçû bajêr. Heta ku rojekê Midûrê qoçana xwarziyê bavê min digre û dibêje, “ Heger ew tê bila bê yan na ez têm gund.” Bavê min dinere xelasî jê tuneye radibe xencera xwe dixe nav kurtanê kerê, xwarziyê xwe jî temî dike ku devançeya xwe bi xwe re bîne, bi rê de jî ji kerwanê mast re dibêje hal û merseleya me ev e. Ew jî sozê didinê ku ewê nehêlin kes xwe bigihîne wî.
Tên bajêr. Ku dikandar çav li bavê min dikeve dikene û tê wî hemêz dike. Tavilê lawikê xwe dişîne pey Midûr û dibêje, “ ji Midûr re bibêj apê sofî hatiye!” Ji bavê min re jî dibêje, “ Binêr tu wilo bi erzanî bi wî re lihev nê ha!”
Ha ha dimîne Midûr xuyanî dibe. Ku çav li bavê min dikeve hê çend metre maye ku bigihêjê xwe berdide erdê û bi çarpiya ber bi bavê min ve tê û dibêje, ‘ ez ketim dexlê te tuyê min efû bikî. Ez nema ji destê ûcaxê te karim rakevim. Xewê şevan ji min re bûye hesret.’ Bavê min hê jî newqa xwe jê vala dike, le dîsa jî bi ber wî ve dihere û bi piyê wî digre û radike. Yan na midûr dihere lingên wî maçî dike. Bavê min dibêje, ‘ Bavo tiştekî ku bê efûkirin tuneye. Min ji ber êşê bêhemdî hutuk li nav çavên te xist tu min efû bike.’ Midûr dibêje, “ûcaxê te her şev tên min û nahêlin ku ez xweşikî rakevim.” Bavê min yê ku ji tirsa Midûr newêrîbû bihata bajêr radibe midûr efû dike!
Werhasil Midûr radibe bavê min dibe jê re solê û kincan dikire. Ji me giştikan re jî kincan dikire. Bavê min dibe xwarinê jî didê û dû re bi qasî barê kerekî alavan jî ji bazarê dikire û bavê min bi rê dike…
Kurmê acizî û nerazîbûnê di laşê te de tevdigerin. Siûda te bi gaziya te de tê. Hevalê wî tê bang lê dikin û dibêjin, “Ev tu di ku de yî yaw em ji sibê de li te digerin.” Tu dibêjî, “Hûnê rûniştina.” Ew awirnî tirş di hevalê xwe de werdikin û dibêjin, “Diviyabû niha em li ser kar bana em dereng man.” Tu dibêjî, “Oxir be!” Lê tu vêya ji dil dibêjî!..


