Şêrzad Hesen wê wekî nivîskarekî kurd ku qelem-şûriya xwe ji bo qetilkirina jinê hejandiye di dîroka edebiyat kurd de were bi bîr anîn û ev hişmendiya wî ya dij-jinî tim û tim were mehkûmkirin.
Tu kesek nikare li ser navê parastina “edebiyat”ê îdeolojiya mêrane ya dij-jinî ku di “Xewna Pîrepindan” de bi awayekî pir zelal hatiye nivîsîn biparêze.
Edebiyat qet jî ne mehsûm e. Ew jî gelek caran tawanbar e û di biniya xizmeta hişmendiya serdest de ye.
“Xewna Pîrepindan” jî yek ji wan berheman e ku divê em di nav kategoriya “edebiyata tawanbar” de bi cih bikin.
Şêrzad Hesen di vê pirtûkê de têgihîştina xwe ya li hemberî jinê vereşiyaye.
Ji bo ku bikaribe vê “vereşîn”a xwe bide rewakirin wî hemû hişmendiya xwe ya li hemberî jinê bi “xewn”ê rûpoş kiriye.
Ango li şûna ku têgihiştina xwe ya rastî- ku jinê dişibîne pîrepindên ku mêrên xwe dixwin, wî fenbaziyek kiriye û bi rêya xewnê ev têgihîştina xwe ya di jiyana rojana de diparêze, bi hemû şarezatiya xwe nivîsiye.
Belê, her berhemeke edebî xwedî îdeolojiyekê ye û di vê pirtûkê de îdeolojiya beloq, îdeolojiya mêrane ya dij-jinî ye ku armanca wê ya sereke ew e ku dilê mirov ji jinê bixele.
Rast e ku bi xwendina vê pirtûkê re dilê min xeliya lê ne ji jinê; lê ji wê feresata ku jinê wekî kirdeyeke dilxelîner nîşan daye.
Jina ku di jiyana rastîn de ji hêla mêr ve jiyan li wê bûye jehr di “Xewna Pîrepindan”, ango di “xewn” û daxwaza Şêrzad Hesen de baş hatiye manîpulekirin.
Zalim wekî mezlûm û mezlûm wekî zalim hatiye nîşandan; kujer bûye kuştî û kuştî jî bûye kujer; azad bûye girtî û girtî jî bûye azad… Berovajîkirina rastiyê encax ew qasî serkeftî dikare were kirin.
Di vê kitêbê de Şerzad Hesen zilm û zordariya bi hezar salan a bi destê zilêm li ser jinê hatiye kirin “tabula rasa” kiriye û xwestiye dîrokeke derewîn ku bi hezar sal in mêr di biniya zilm û zordariya jinê de maye binivîse.
Qiyameta ku bi destê zilêm pêk hatiye berovajî kiriye û serkeftina jinê wekî sersedem û destpêka “qiyamet”ê nîşan daye.
Mêrê ku bi li ser navê “evîn”ê jiyan li jinê kiriye kirrafî berovajî kiriye û mêr wekî ji aliyê jinê ve li ser navê “evîn”ê zindankirî nîşan daye.
Mêrê ku xwîna jinê her roj dimije berovajî kiriye û wiha nîşan daye ku jin xwîna zilêm dimije.
Lê tevî ku nivîskar hemû şehraziya xwe ji bo reşkirina jinê xebitandiye jî û di vê armanca xwe de bi ser ketiye jî, ew di armanca xwe ya herî sereke de bi ser neketiye û têk çûye: ango zora jinê nebiriye û ew di kaosa têkçûnê de maye.
Her çiqasî jin wekî figurekî kirêt nîşan dabe jî, ew li hemberî jinê têk çûye û jin bi ser ketiye.
Nivîskar serkeftina jinê wekî “qiyamet”ê nîşan daye.
Belê, îdeolojiya dij-jinî helbet wê serkeftina jinê wê wekî “qiyamet”ê binirxîne.
Ev kitêb yek ji berhema tirsa zilamê kurd a li hemberî hişmendiya azadbûna jina kurd e.
Îdeolojiyeke paşverû ya “muhafazekar”iyê di xwe de vedihewîne.
Di takekesiya jina bi navê Pakîz de daxwaza zilamê kurd a domdariya kolebûna jina kurd vediguhezîne.
***
Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:
- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’
- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ
- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE
- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê
- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)
- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin


