Ku mirov encamên vê hilbijartinê bide ber encamên hilbijartina beriya vê em bi rehetî dikarin bibêjin ku kurd di vê hilbijartinê serkeftî ne. Yanî kurdan ji hilbijartina berê bêhtir rê dane xwe û bêhtir parlementer ji xwe derxistine. Divê em vê encamê pîroz bikin lê encama ku îro kurdan bi dest xistiye li gorî potansiyela kurdan ne encameke gelekî baş e. Ligel nîşandayîna kêfxweşiya xwe ya ji encamên vê hilbijartinê kurd divê pirsa “çima ne 100 lê 36 parlementer?,” jî ji xwe bikin.
Helbet ev pirs pirseke berê wê li pêşerojê ye û heke bersiveke rast ji vê pirsê re were dîtin çawa ku kurdan îro xwe gihandibe 36 parlementeran siberojê jî ez bawer im ku kurd bi rehetî dikarin xwe bigihînin 100 parlementerî û zêdetirî 100’î jî.
Lê di vir de divê em pirsa “çi kir ku me karî xwe bigîhinin 36 parlementeran?” jî ji xwe bikin. Heke em bersiveke rast ji vê pirsa xwe re bibînin ez bawerim ku ev bersiv wê rê li ber bersiva pirsa jorê jî veke.
Di vê hilbijartina dawî de li gorî çavdêriyên min du sedemên bingehîn ê ku ev encam bi dest kurdan ve anîn hene: Yekîtiya Netewî, Ol.
Siyaseta kurd ku hetanî niha wêneyekî parçebûyî yê yekîtiya netewî dida, di vê hilbijartina dawî de hêviya avakirina yekîtiya netewî da. Vê hêviyê kir ku di nav gel de çoşek çêbibe û derz û qelşeke mezin bikeve baweriya ku “kurd tu caran nikarin yekîtiya xwe ava bikin.”
Ev gava ku ber bi avakirina yekîtiya netewî ya kurd ve hate avêtin di encame vê hilbijartinê de xwedî roleke girîng û diyarker bû.
Siberojê heke kurd vê gava ku îro hatî avêtin wekî stratejiyekê deynin ber xwe bawer im ku wê gelek serkeftinên mezin bi dest bixin.
Sedema din a ku ev encam bi dest kurdan ve anî, bi ya min ol bû. Siyaseta kurd a ku hetanî niha oldarî û misilmaniya kurdan ji nedîtî ve hatibû di vê hilbijartinê de dît. Di siyaseta kurd de ji nedîtî ve hatina misilmaniya kurdan, vala berdena vê fenomena civakî kir ku siyaseta tirk hespên xwe bi rehetî lê bibezînin û bi navê “misilmanî” û “oldariyê” rê û dengên kurdan ji wan bixwazin û van rê û dengên kurdan ji bo binpêkirin û çewisandina mafên kurdan bi kar bînin.
Siyaseta kurd her çiqasî serdestiya siyaseta tirk a di qada oldarî û misilmaniya kurdan de bi temamî têk nebiribe jî hêza wê hinekî şikand û ji bo parastin û xwestina mafê kurdan, li ser qada misilmaniya kurdan rê û dengên wan ji wan xwest.
Siyaseta kurd bi “Nimêjên Sivîl” nasnameya xwe ya oldarî sembolîze kir û vê sembolê di encama vê hilbijartina dawî de roleke xwe ya gelekî girîng lîst.
Vêca heke siyaseta kurd di pêşojê de li yekîtiya netewî û misilmantya kurdan bitewe ez bawer im ku siyaseta kurd wê bi awayekî pir xurt derkeve ser sehnê û cihê gelek kevirên bingehîn biguhere.


